Ewrûpa jî şirîk e

Eşkere ye ku, yekîtiya Ewrûpayê di warê demokrasî, hiqûq û mafê mirovan de ezmûna xwe di meseleya Kurd û Îmraliyê de dide. Ewrûpa niha destûrê dide dewleta Tirk ku Kurdan qir bike.

Em di cîhaneke qirêj de ne. Dewletên Ewrûpayê ku xwedî zêhniyeteke durû ya xwe disipêre berjewendiyan, para xwe di vê rewşa qirêj de mezin e. Bêguman em gelên Ewrûpayê yên xwediyê nirxên demokratîk in, di nava vê de nabînin. Ji ber rol û rista gelên Ewrûpa di pêşketina nirxên demokrasiya cîhanê de girîng e. Yên desthilat herdem van nirxên demokratîk yên gel li mivredê didin û hewl didin li pêşiya wan nebe asteng. Dewletên Ewrûpayê eger nirxên demokratîk yên gel li pêş çavan bigirin, wê desteka siyasî û aborî nedin desthilateke mîna ya li Tirkiyê har ya faşîst. Bi tenê têkiliya dewletên Ewrûpayê ya bi Tirkiyê re rûpoşa demokrasî û mafê mirovan tîne xwarê. Ya ku vê pêk tîne jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. 

Kurdên xwediyê mîrateya şoreşa çanda neolîtîk a afirînera nirxên bingehîn yên mirovahiyê di nava pencên qirkirinê de ne. Ji aliyekî ve şaneya bingehîn ya mirovahiyê tê tinekirin. Hem jî bi desteka dewletên Ewrûpayê ku ji xwe re dibêjin nûnerên nirxên demokratîk em in. Li hemberî van êrişên har û hovane yên dewleta Tirk tenê fikarên xwe tînin ziman. Wekî kesekî bêçare û ti tişt ji dest nayê diaxivin. 

Ma rêber Apo çi kiriye? Ji bo rizgarî û azadiya gelê Kurd têkoşiya ye. Li dijî qirkirina Kurdên zêdeyî 40 milyonî, Kurdên koka çanda mirovahiyê dihewînin, têkoşiya ye. Dewleta Tirk ya pêşkêşê dijminên Kurdan dixwaze Kurdan qir bike. Armanca wan ew e, li ser bingehê qirkirina Kurdan, Kurdistanê bikin qada berfirehkirin û berbelavkirina netewebûna Tirk. Rêber Apo li dijî êrişek wiha ya li dijî mirovahiyê lîdertiya têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd dike. Ev yek hêjayî nirx û rûmetê ye. Di rastiyê de Rêber Apo bi vê têkoşînê li pêşberî hevkariya sucên qirêj ya dewletên Ewrupayê jî dibe asteng û dixwaze anora gelên Ewrûpayê jî biparêze. 

Ev Rêbertî bi komployek navneteweyî ya Ewrûpa jî di nav de cih girt dîl hat girtin. Ji ber vê, pergala li Îmraliyê di kontrol û çavdêriya Konseya Ewrûpa û CPT de ye. Lê li dijî vê tecrîda giran ti carî helwest nîşan nedane. Li Îmraliyê pêkanînên taybet yên ji bo kesekî tenê hene. Destûra Bingehîn ya Tirkiyê ya yekbend û armanca wê qirkirina Kurdan li Îmraliyê pêk tînin. Pêkanîn û kiryarên li ser Rêber Apo, pêkanîna qirkirina Kurd a li Îmraliyê îfade dikin. Jixwe nêzîkbûna ji bo lîdertiya gelekî, nêzîkatiya ji wî gelî re ye. Eşkere ye, û tê zanîn ka çawa nêzîkî gelê Kurd jî dibin.

Dema der barê tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de fikar zêde bûn, gelê Kurd nerazîbûneke mezin nîşan da. Newroza 2021’an piranî bû Newroza xwedîderketina li Rêbertiyê. Li hemberî vê rewşê desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê ji bo hêrsa gel nerm bikin, axaftina bi telefonê ya li gel malbatê kirin. Xwestine nîşan bidin Rêber Apo sax e. Yanî tecrîd bi awayê herî giran dewam dike. Rêber Apo gotiye bila parêzer werin hevdîtinê, helwesta xwe zelal daniye holê. Ji birayê xwe re gotiye li vê derê sibe ne diyare dê çi bi me were. Bi vî rengî ragihandiye ku li Îmraliyê pergaleke zext û êşkenceyê pêk tê.

Gotina Rêber Apo ya ‘ne diyare wê sibê çi bibeʼ, divê wekî banga têkoşîna li dijî pergala tecrîdê bê fêmkirin. Hemwext di mijara tecrîda ku xwe nasipêre ti hiquqî, Rêber Apo careke din berpirsyariya Konseya Ewrûpa û CPT’yê jî bi bîr xistiye. Eşkere ye ku, yekîtiya Ewrûpayê di warê demokrasî, hiqûq û mafê mirovan de ezmûna xwe di meseleya Kurd û Îmraliyê de dide. Ewrûpa niha destûrê dide dewleta Tirk ku Kurdan qir bike. Ewrûpa niha destûrê dide rejîma tecrîd û zordariya giran ya li Îmraliyê. Carna yekîtiya Ewrûpayê dibêje di filan û bêvan mijara mafê mirovan û pêkanînên antîdemokratîk de 'em bi fikarin'. Ev 'fikar' bê wate ne. Heta Ewrûpa di meseleya Kurd û pergala li Îmraliyê de li dijî dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan nede, di mijarên demokrasî û mafê mirovan de ti gotineke wê nabe cihê baweriyê. Jixwe yên ku bi bêdengiyê dibin hevkarên qirkirinê, nikarin di ti mijareke mafê mirovan de bi prensîb û nirxên bingehîn tevbigerin. Ev yek eşkere bûye ku ji bo Tirkiyê û heta herêmê klîda çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê li Îmraliyê ye. Dema klîda li deriyên zîndana Îmraliyê dane hat şikandin, wê demê ew astengiyên li pêşiya demokrasiyê û çareseriya meseleya Kurd jî ji holê radibin.

Newroz bi xwedîderketina li Rêbertiyê bi wate bû îsal. Bi hêviya ku ev xwedîderketin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi encam bibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA