Dr. Brauns: Şer bi paradîgmaya Abdullah Ocalan diqede

Dîroknas Nick Brauns ragihand ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd derfetê jiyanê dide çandên cuda û gelan û got, "Fikrê Modernîteya Demokratîk sîstemeke ku dikare ji bo gelên Ûkraynayê jî bi cih were anîn."

Dîroknas û rojnamevan-nivîskar Dr. Nick Brauns şerê hegemonya yê Rûsya û dewletên rojavayî ji ANF'ê re nirxand.

Dr. Nick Brauns diyar kir ku ji bo fêhmkirina vî şerî divê mirov dîrokê baş zanibin û bi bîr xist ku bi hilweşîna Yekîtiya Sowyetan re NATO ya bi serkêşiya DYE'yê ber bi Rûsyayê ve bi pêş çûye û got, "Rûsyayê soz da ku Elmanya ji nû ve bibe yek û di berdêla vê de jî NATO divê xwe berfireh neke. Lê belê di nava 30 salên derbasbûyî de Elmanya Rojhilat a berê tevlî Komara Federal bû û bi vî rengî bû parçeyek ji NATO'yê. Piştî vê sozê, NATO roj bi roj ber bi sînorên Rûsyayê ve belav bû, her ku çû hîn bêhtir welat tevlî nava NATO'yê bû. Lawaziya Rûsyayê ji aliyê welatên rojavayî ve hate bikaranîn."

ÛKRAYNA KIRIN PIR A NATO'YÊ

Dr. Brauns ragihand ku beriya 7 salan li Ûkraynayê li dijî sîstema nelirê û otokratîk gel serî hilda û bi dewamî got, "Bi alîkariya CIA'yê, raperîn ji aliyê DYE'yê ve zû hate manîpulekirin. Hêzên Neo-Faşîst bi lez û bez roleke girîng lîstin û ji hingî ve Ûkraynay ji aliyê hêzên ne endamên NATO'yê ne bi rêk û pêk hate xurtkirin. Ûkrayna li dijî Rûsyayê, her wiha li dijî fuzeyên li welatên Baltik veguherandin pireke NATO'yê. Ev gef bi rengekî ku di nava çend deqeyan de karibe xwe bigihîne Petersburg an jî Moskowayê hatibû amadekirin, lewma jî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di nava çend hefte an jî mehên dawî de gelek caran xwest ku peymaneke dîplomatîk a ku Ûkraynayê asteng bike bê çêkirin."

GELÊ ÛKRAYNAYÊ BÛYE QURBANÊ ŞERÊ HEGEMONYAYÊ

Dr. Nick Brauns bal kişand ser gotinên Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky ku li Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê got, "Em jî dixwazin bibin xwedî çeka nukleerî" û diyar kir, eger şerê dawî neqewimiya bûya wê Ûkrayna bi lez karîbûya çeka nukleerî çêbikira.

Dr. Brauns destnîşan kir ku sîstema cîhanê ya kapîtalîst sîstemeke ku li şûna berjewendiyên gelan berjewendiyên sermayedaran diparêze û got, "Hikumet hene ku berjewendiyên gelan temsîl nakin û tenê ji bo bankayan, şîrketan, olîgarkan dixebitin." Dîroknasê Elman Dr. Brauns bi bîr xist ku gelê Ûkraynayê bi Rûsî û Ûkraynayî diaxivin, li Ûkraynayê sîstemeke ji du zimanan hebû, lê belê ji nişka ve zimanê Rûsî hate qedexekirin û hate gotin, "Divê bi Ûkraynayî bê axaftin û hînkirin". Dr. Brauns destnîşan kir ku gelê Ûkraynayê bûye qurbanê şerê hegemonyayê.

FIKRÊN ABDULLAH OCALAN JI BO ÛKRAYNAYÊ JÎ DIKARE BI CIH BÊ ANÎN

Dr. Nick Brauns ragihand ku weke alternatîfa sîstema kapîtalîst, fikir û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetê jiyanê dide gelan, çand û zimanên cuda û got, "Fikrê Modernîteya Demokratîk ê Abdullah Ocalan sîstemeke ku ji bo gelên Ûkraynayê jî dikare bê bicihanîn. Eger em tecrûbeyên berê yên Abdullah Ocalan û fikrên nû bigihînin hev û di heman demê de jî emperyalîstan karibin biqewirînin, hingî em ê karibin van fikran bi cih bînin. Bi vî rengî em ê karibin ku nehêlin emperyalîst gelan berde hev û amûra 'parçe biçe-bi rê ve bibe' ji destê emperyalîstan bistînin."

Dîroknasê Elman Dr. Brauns diyar kir ku komarên gel ên Donetsk û Luganskê, heta ku çeteyên mafyatîk hatin ser desthilatdariyê, projeyên demokratîk ên radîkal bûn û di vê mijarê de analîzeke wiha kir: "Fikrê Komarên Demokratîk fikrê xwerêxistinkirinê bû. Herî zêde kê zerar ji vî şerî dît? Destpêkê divê kî bireve? Jin ji van deveran reviyan... Fikrê Konfederalîzma Demokratîk ê li Rojava kete meriyetê, bi dîtina min ji bo jinên li Ûkrayna û Rûsyayê dikare gelek tiştan bi xwe re bîne. Gelek tecrûbeyên baş hebûn ku me dikarîbûn werbigirin, lê belê me dît ku ev sîstema sosyalîst naxebite û di vir de fikrên Abdullah Ocalan dikeve dewrê. Ji ber ku di nava modeleke civakî de ya ku xwe bi rengê demokratîk bi rêxistin dike, her tişt ji dewletê nayê hêvîkirin. Her wiha wekheviya zayendî û mafên jinan têne misogerkirin."

NATO Û TIRKIYE HEMAN TIŞTÎ LI SÛRIYEYÊ DIKIN

Dr. Brauns bal kişand ser rola ku NATO'yê di êrişên li ser Kurdan, Êzidiyan, gelên Rojava de lîstiye û got, "Divê mirov ji wan kesan ên ku di şerê Rûsyayê yê dijî Ûkraynayê de li hemberî Rûsyayê radibin vê yekê bêjin; NATO û Tirkiye heman tiştî li Sûriyeyê dikin û Tirkiye heta ku destûrê û piştgiriyê ji DYE'yê wernegire ne dikare êrişî Rojava bike ne jî êrişî Başûrê Kurdistanê bike. Yekîneyên li Rojava hatine bicihkirin ji bo van êrişan destûrê didin Tirkiyeyê. Bêyî destûra DYE'yê ku qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê di destê wê de ye, êrişeke hewayî li dijî Şengalê yan jî Kampa Penaberan a Mexmûrê nikare bê kirin."

Dr. Brauns anî ziman ku berevajî nîşandana şerê Rûsyayê yê li ser Ûkraynayê, di medya giştî de êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakurê Sûriyeyê nayê nîşandan û got, "Ji ber ku Tirkiye hevparekî NATO'yê ye ku nêzî Elmanya û DYE'yê ye. Ev yek polîtîkayeke emperyalîst e. Mirov dikare bêje ku herdu alî jî baş nînin. Mirov dikare bibîne ku li pêş çavên siyasetmedar û çapemeniya rojavayî jiyana mirovan ne weke hev hêja ne. Zarokên Kurd ên ku destûr tê dayin bên kuştin, ji zarokên Ûkraynayî yên zerik cuda têne dîtin."