Dilxwazê Çemê Mûnzûrê: Zerdeşt Mûnzûr

Hevalê Zerdeşt ji Dêrsimê bû, gelekî bi warê xwe re dilsoz bû. Gelekî behsa Mûnzûrê dikir. Dixwest bide pey şopa pêşiyên xwe yên berxwedêr.

Her hevalekî şehîd di jiyana xwe de armancekê ji xwe re diyar dike, têdikoşe û heta digihê asta şehadetê. Ji bo vê yekê jî dema mirov dixwaze pênaseya şehîd bike nizanê bi çi awayê destpê bike û herhal wê nebe bersiv ji jiyan û tekoşîna wî re. Yek ji wan hevalan jî yê ku mirov nekare îfadeya jiyana wî bike Ş. Zerdeşt Munzur e. Her hevalekî xwedî rêbaz û şêwazekî ye. Her hevalek weke fedayiyekî ye. Heval Zerdeşt jî her di lêgerînê de bû. Te çi jê re bigota dixwest nas bike, fêm bike û li hafiza xwe zêde bike. Ji bo vê yekê jî her tim di nava lêgerîna zanebûnê de bû. Ango her dixwest nas bike. Ji bo vê yekê ez dixwazim bîranîneke şehîd Zerdeşt bînim ser ziman. Di sala 2000'î de vesaziya min û heval bi hev re li gomrika li Kelaşînê çêbûbû. Seatek di destê min de hebû, av ketibû ser. Min jê re got, heval Zerdeşt tu jê fêm dike gelo? Gote min ka hele ez meyzênim û hêma pênç deqiqe çêkir. Carekê qaçaxçî hatibûn gel me, gotin heval mayînek heye û em nas nakin bi çi şêwî hatiye girêdan. Ji me pirs kirin hele hûn jê fêm dikin. Me jî li hev nêrî, ji ber ku kes ji me jê fêm nedikir. Wê demê Ş. Zerdeşt jî got hele ez meyîze bikim. Çû û di demeke kurt de me dengê gurminiyekê hat. Dema hat me got çawa bû? Got min meyze kir mayineke pêlêkirinê çêkirine. Min ew îmha kir. Wê demê jî ev rêbaz nû dijmin bikar dianî. Heval Zerdeşt hêza çareseriya pirsgirêkan bû.

Hevalekî pir fedakar bû. Her tim digot me gotiye em werin xizmetekê ji vê şoreşê re bikin. Me gotiye em ê bikin, rêbertî jî ji me re rê vekiriye. Em êdî ji bo xwe nîn in, em ji bo vê şoreşê ne. Ji bo wê jî pêwîste em ziyanê nedin xwe. Bi hemû hêza xwe bikevin nava şoreşê û em her tim amade bin. Ji ber ku belkî rêxistin berê me bide karekî din, gerek em jî fêm bikin û nas bikin û li ser wî esasê têbikoşin. Bi vî awayî em ji her tiştê re amade bin. Hevalekî bi vî rengê bû. Ji bo her xebatê xwe amade dikir. Mesela digot rêxistin min rêkê ku derê gerek ez amade bim. Belkî rêxistin min rê bike cihekî ku ez bi tenê bim, divê ji wê yekê re amade bim. Ji ber wê jî digot herkes divê ji dilê xwe tevlî bibe. Dema ku didît hevalek li gor xwe nêz dibe rexne dikir. Digot em nekarin li gor xwe nêzî şoreşê bibin. Hevalê Zerdeşt fikira rêbertî di giyanê xwe de dida jiyankirin. Xwe bi hemû hêza  xwe dida şoreşê. Mirov dikare bêje hevalê Zerdeşt yek ji wan hevalan bû ku gotinên xwe pêkanî û pêkanîna xwe jî kir malê dîrokê.

Hevalê Zerdeşt ji Dêrsimê bû. Dersim bi xwe jî ew civaka ku li ber şûr ketiye. Di vê xalê de qet behs nedikir, lê kesekî pir bi Dêrsimê ve girêdayî bû. Paşnavê wî jî Mûnzûr bû. Pir behsa ava Mûnzûrê dikir. Zimanê zazakî qet ji bîr nekiribû û bi asîmîlasyonê bandor ne bûbû. Dîroka xwe zanibû ku çawa karibe ji pergala kîna xwe veke. Di wê demê de zarokên Apê Mûsa rojname belav dikirin. Wî jî di salên 1995'an de rojname belav dikir. Di her kolanê de yek yek rojname belav dikir. Gelek caran jî hate girtin. Her wî digirin kîna wî zêde dibe û dixwaze ku hîn bêhtir têkoşînê mezin bike. Her tim jê re dibêjin em ê tê bavêjin çemê Mûnzûrê. Ew jî dibêje hesreta min bû ku ez di ava çemê Mûnzûrê de biçim. Me digot çima ava Mûnzûrê? Digot ji ber kalê me jî di ava Mûnzûrê de çûne, ez jî li ser şopa wan biçim. Dema ku ew dizane ku wê tam were girtin tevlî refên azadiyê dibe.

Li Rûsyayê di salekê de sê perwerdeyê dibîne. Zû fêm dike û xwe pêş dixe. Di dema komploya navneteweyî de dibe şahidê çalakiya heval Tayhan û Cîhad. Ji wan gelekî bandor dibe. Bi hevalê Tayhan ve gelekî girêdayî bû. Ji ber vê jî dixwest şanoyekê li ser heval Tayhan çêbike. Sala 2000'î derbasî qada çiya dibe. Her tim bi disîplin dijiya. Mesela di jiyana xwe de kûrbûna bîrdozî dabû avakirin. Taybetmendiyên mîlitaniyê di xwe de çandibû. Di her karê xwe de serketî bû. Xwe bi armancên xwe ve kilît dikir.

Di 2001'ê de di meha Adarê de şanoyek hebû. Navê şanoyê “Xuda hota” bû. Yanî xweda mezin e. Di wê şanoyê de tişta ku ji me re asteng çêdikir teknîk bû. Heger teknîkvanek hebûna wê pir baş bûna. Wê demê dibistana Ş. Sefqan nû kom bûbû. Heval Yekta got ku hevalek li Rûsiya hebû ku eger niha li vir bûna wê di hêla teknîkê de her tişt rastkiribana. Wê demê heval Zerdeşt li Kelaşînê bû. Pêşî nedixwest were çandê. Dixwest here tabûran fedaiyan û tola xwe ji dijmin bistîne. Heval Yekta ew ji wir xwest û heval Zerdeşt hat gel me. Tiştê ku me nizanibû wî pêk dianî. Heval Zerdeşt bi hevalê Argêş re kar dikir. Her wiha bi şehît Hêvî, Yekta, Newal, Rênas re kar meşand. Di her karî de cihê hevalê Zerdeşt hebû. Ji ber ku zaravê kurmancî nizanibû di her şanoyê de cih nedigirt. Lê di gelek şanoyan de jî cih girt. Di şanoya “Rû” de cih girt. Di şanoya “Agirê Bêdawî” de cih girt. Di şanoya “Nemrud” de cih girt. Di şanoya “Tayrê Zêv” de cih girt. Wî hem di şanoyê de rolek digirt û hem jî di hemû şanoyan de li ser teknîkê disekinî. Di xebatê çandê de û taybet di şano de hinek kes li pêşiya perdê derdikevin pêş. Lê hinek kes li pişta perdê ne. Wan kesan derdixin pêş. Keda van kesan deh qat e. Heval zerdeşt jî yek ji wan hevalên bi vî rengî bû.

Heval Zerdeşt dixwest li ser heval Tayhan pirtûkekê jî binivîse. Amadehiya wî ji bo vê hebûn. Lê ev ferset nedît. Heval Zerdeşt sala 2010'an de di 4’ê Çileyê de, di navbera Qandîl û Xinêrê de di qezayekê de şehit dikeve. Weke şehadeta her hevalî şehadeta heval Zerdeşt jî pir zû bû. 

Mirov dikarê şehîd Zerdeşt bi pratik û jiyana wî pênase bikê. Rêya wî bi armanc, bi ked bû. Di rê de heval Zerdeşt bi te re be bes bû. Hevalekî Apoyî bû. Ruhê Apoyî her tim pê re hebû. Li ser şopa heval Xeyrî û Kemal Pîr bû. Wî jî digot li ser kêla min binivîsin “ez deyndarê gelê xwe me”. Em ji tu carî heval Zerdeşt jibîr nakin. Em ê bibin şopdarê wî û armancên wî yên azadiyê pêk bînin.