Dewleta Tirk hevkarên xwe yên Kurd jî wê tine bike

Mirovên demokrat, alîgirên maf û xwedî wijdan nikare bibe amûra zêhniyeta dewleta Tirk. Lewma xwedîderketina gelê Silêmaniyê, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan li şoreşgerê mezin Şukrî Serhed di vê mijarê de helwêsteke nimûne ye.

Şukrî Serhat (Yasîn Bulut) ê ku bi dehan sal e di her qada têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih girtiye; bi kedeke mezin, bi fedakariyeke bêhempa tevlî têkoşînê bûye ji aliyê endamên rêxistina sîxûrî ya Tirk MÎT”ê ve li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin. Gelê Kurd hemû û em deyindarên van mirovên mezin ên wekî Şukrî Serhed in ku jiyana xwe hemû di ber têkoşînê de dane, ji xeynî azadiya gelê xwe ti hesreta wan tinebûye.

Wan herdem xwe deyindar dîtîye, ev dilnizmiya wan ji şoreşgeriya wan a mezin tê. Em wan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Dewleta Tirk êdî li her derê kuştina Kurdan, kuştina pêşengên şoreşger ên Kurd ji xwe re wekî heq dibîne. Armanca wê hemû ew e gelê Kurd têk bibe da ku dest ji daxwazên azadiyê berde. Ev jî tevgereke kokqelandinê ye. Qirkirineke zêhnî kirine armanc. Di çarçoveya vê armancê de her Kurdê li azadiyê difikire, hedef e. Şehîdkirina Şukrî Serhed, qetilkirina Denîz Poyraz, li Rojava, rojane kuştina sivîlan, êrişên li dijî Mexmûr û Şingalê; kuştina sivîlan û şoreşgeran bi heman armancê ye.

Ev êriş hemû li ser esasê konsepta hilweşandin û têkbirinê pêk tên. Armanc şikandina vîna gelê Kurd û bikin ku gelê Kurd çok dayne. Lê têkçûn li aliyekî, ev êriş dikin ku hêrsa gelê Kurd a li dijî dagirkeriya qirker bêhtir rabe, hêza têkoşînê zêdetir dike. Ji vî aliyî ve divê em vê hêrsê li dijî êrişên bi vî rengî li her derê nîşan bidin da ku dost û dijmin bibînin, ev dagirkeriya qirker dê bi bin bikeve. 

Her cûre norm û qanûnên navneteweyî binpê dikin, êrişî gelê Kurd û şoreşgerên wî dikin. Sebeba vê jî ew e ku Emerîka, dinya û NY li hemberî van êrişan bêdeng in, heta destekê didinê. Li şûna ku dewleta Tirk a gelê Kurd qir dike û her cûre kirinên li dijî mirovahiyê pêk tîne, were sucdarkirin, tevgera azadiyê ya gelê Kurd ku têkoşîna herî mafdar a azadiyê ye, ji bo memnunkirina dewleta Tirk xistine lîsteya terorê. Bi vî rengî êrişên dewleta Tirk normal nîşan didin û teşwîq dikin. 

Têkoşîna li dijî qirkirina gelekî, têkoşîna herî mafdar a dinyayê ye. Ji gelek têkoşînên din ên siyasî hezar qat mafdartir e. Ji têkoşînên li dijî împeryalîzmê û mêtingeriyê jî qat bi qat mafdartir e. Dewleta Tirk, Kurdistanê wekî mêtingeh jî nabîne. Kurdê hevkar jî qebûl nake. Îro, ji ber ku Kurdê hevkarê dewletê li dijî Kurdê azadîxwaz bi kar tîne, qebûl dike. PDK ya hevkar yan jî rêxistineke din a Kurd ji ber ku li dijî PKK'ê û gerîla bi kar tîne, nas dike, pê re peywendiyan datîne. Piştî ku PKK'ê û Kurdên azadîxwaz tine bike, dê wan jî qebûl neke, ji holê rake. 

Dewleta Tirk ne hebûna Kurdan, ne mêtingehî yan jî mêtingehiya nû ji Kurdan re qebûl nake. Yekane armanca wê tinekirina hebûna Kurdan e. Dixwazin Kurdistanê bikin qada belavbûna netewebûna Tirk. Ji bo bigehîje vê armancê komkujiyên ji fîzîkî bigire heta qirkirina siyasî, çandî gelek rêbazan bi kar tîne. Ji vî aliyî ve ev helwêsta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd sucekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat mafê her Kurdî ye li dijî vê hêza qirker têbikoşe. Ev mafê têkoşînê yê herî rewa ye li ser rûyê dinyayê. 

Lê ji ber helwêsta Ewrûpa, Emerîka û NY´ê ev dewleta sucdar, qirker li ku derê dibe bila bibe, Kurdekî berxwedêr û azadîxwaz bibîne, dibêje, ez ê lêdim, bikujim. Dibêje, ez ê her Kurdê azadîxwaz, her Kurdê dixwaze hebûna xwe biparêze, tine bikim. Wekî eşqiyayê dinyayê li her derê êriş dike. Her ku ti kes ji êrişên li dijî Kurdan re nabêje bes e, êrişî hinekên din jî dike.  

Êdî lazim e ji vê êrişkariyê re bibêjin bes e. Êrişbirina ser Kurdê azad, kadro û sempatîzanên PKK´ê, êrişa li dijî berxwederên li hemberî qirkirinê ye. Ev sucekî giran e ku divê herkes li ber rabe. Lazim e gelê Kurd hemû li çar beşên Kurdistanê, li derveyî welat, hêzên siyasî tev li dijî van êrişên li dijî kadro û sempatîzanên PKK´ê rawestin, li her deverê bi xurtî li şehîdan xwedî derkevin. Li Bakur, Rojava, Başûr, Mexmûr, Ewrûpa û her devera cîhanê divê Kurd li ber van êrişan rabin, li her derê xwedî li kadro û sempatîzanên PKK'ê derkevin. Ji ber ku her kes dizane li her dera Kurd lê hene, PKK li wir e. Nikarin mîna sucdar û terorîstan nêzîkî PKK'ê bibin. Ku sucdar an terorîstek hebe, ew jî dewleta Tirk a ji bo qirkirinê êrişan dike, bi xwe ye. Artêşa wê, îstîxbarat û tetîkkêşên wê sucdar in. 

Yên xwedî li PKK'ê, kadro û dilxwazên wê dernakevin, dibin amûrên polîtîkayên dewleta Tirk ên dijminatiya Kurdan a dîrokî, ku bi awayekî sîstematîk Kurdan qirr dike, krîmînalîze dike. Ji ber ku Kurd ji dewleta Tirk re 1925’ê jî, 1930’î jî, 1938’an jî, 1984'an û piştî wê jî herdem gunehkar, eşqiya û terorîst bûn, niha jî wisa dibînin.

Yên ku dibêjin, em mirov in, demokrat in, alîgirên heq, hiqûq û wijdanî ne, ti mirov yan ti sazî nikare bibe amûra vê zêhniyeta dewleta Tirk. Lewma xwedîderketina gelê Silêmaniyê, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan li şoreşgerê mezin Şukrî Serhed di vê mijarê de helwêsteke nimûne ye. 

Ez hêvî dikim gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, rêxistinên mafê mirovan, dewletên dibêjin, em alîgirên demokrasiyê ne, li hemberî vê dewleta ku li her derê sucên li dijî mirovahiyê dike, Kurdan qir dike, li her devera cîhanê têbikoşin û bi ser bikevin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA