Di demekê de ku hêzên şoreşger, demokratîk, welatparêz û gelparêz ji bo cîhaneke ji jiyaneke wekhev û azad a gelan têdikoşin, hêzên dewletê yên li ser bingeha belavkariya emperyalîst êriş dikin tevî çeteyên xwe ji bo serweriyê şer dikin. Navenda vî şerî jî Rojhilata Navîn e, bi taybetî li her parçeyekî Kurdistanê ye.
Serwerên heyî yên li Rojhilata Navîn, gotin di cih de be li ser ben dimeşin. Guhertine ku bi kêrî gelan tê, ji her alî ve xwe ferz dike. Dibetiya guherînê jî carna di demeke welê kurt de xwe ferz dike ku nayê bîra mirovan. Rûya guhertina serwerên heyî, rêya pêşketinê ji Kurdistanê derbas dibe. Têkoşîna nîv sedsalî ya Rêber Apo û PKK'ê eşkere kiriye ku li Rojhilata Navîn a diyarker, têkoşîna li Kurdistanê ye. Berxwedana çekdarî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, 37 sal in li Kurdistanê li dijî pavşerûtiya serweran û dewletperestiyê, bûye şerekî çarenûsê. Têkoşîna gerîla jî ji bo tevahiya mirovahiyê bûye mizgîniya hêviyê û mînak.
Dewleta Tirk a mêtinger dagirker di 23'ê Nîsanê de bi êrişên li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê re dixwaze qad û çiyayên ku hebûna gerîla ne tasfiye bike, gelê Kurd û gelên Kurdistanê qir bike, hebûna xwe serwer bike. Ji ber vê yekê jî bi rengekî giran êriş dike. Şerê ku niha li Kurdistanê tê meşandin 'şerê taybet' e. 'Şerê taybet' ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, koka xwe digihêje dîrokê. Xwe dispêre tecrûbeyên emperyalîzmê, ji Abdulhamît digihêje heta Mûstafa Kemal.
Dewleta Tirk a faşîst dagirker li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê gelek rê û rêbazan bi kar tîne. Bi rêbazên 'şerê taybet' hewl dide di şerê qirkirinê de xwe bi ser bixîne. Li Metîna, Avaşîn û Zapê li hemberî gerîlayên Kurdistanê yên leheng careke din teşhîr bûye. Hêzên dewleta Tirk ên têkçûyî, di bin navê cuda operasyonan dike, planên êrişan dixe dewrê û di bin navê 'cerdevaniya gund' de çeteyên noker û xwecihî bi kar tîne, her wiha çeteyên paramîlîter ên ser bi hêzên artêşa dagirker dixe dewrê, bi rêbazên kontra û tîmên taybet taktîkên 'şerê taybet' li hemberî hêzên azadiyê bi kar tîne.
Dewleta Tirk a faşîst dagirker hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava kiriye. Ji ber vê yekê jî bi êrişên 23'ê Nîsanê yên li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê re careke din bi hemû hêza xwe ya hovane, bi barbariya xwe, êriş dike û berdêla xwe çi dibe bila bibe dixwaze gerîla tasfiye bike, gelê Kurd jî qir bike. Di şerê xwe de yê li Kuridstanê ti pîvanî, sînor, maf û hiqûqê nas nake.
Şerê ku emperyalîzm li cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn li dijî gelan di her astê de dimeşîne, îro bi destê dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê dewam dike.
Di şerê heyî yê dagirkeriyê de ya ku tê xwestin li dijî Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê bê kirin, weke ku Rêber Apo nirxand, bicihanîna polîtîkaya 'Kuştina Kurdan bi destê Kurdan e' ku bûye rêbazeke klasîk a dîrokê. Eger dagirker heta astekê gihîştibin armanca xwe, di vir de rola vê polîtîkayê sereke ye.
'Şerê taybet' bi polîtîkaya 'Kuştina Kurdan bi destê Kurdan' ji salên destpêkê ve, her wiha di destpêka salên 1990'î û heta dawiya salên 2000'î li dijî hêzên azadiyê hate meşandin. Di vê mijarê de hêzên azadiyê bi têra xwe xwedî tecrûbeyê ne, ku ji nêzîkatiya wan jî ev yek diyar dibe.
Dewleta Tirk a dagirker îro li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi amûr û teknîkên modern, bi rêk û pêk êrişî gelê Kurdistanê, cografya û gerîlayên Kurdistanê dike.
Ji veguhastina 5'ê Hezîranê ya hêzên PDK'ê ber bi qada Metînayê tê fêhmkirin, ku di şerê qirkirinê yê dewleta Tirk de PDK bûye Alayên Hamîdiye yên vê demê. Di pratîkê de eşkere bûye ku dewleta Tirk di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de ji bo tasfiyekirina gerîla, ji bo qirkirina gelê Kurd roleke mezin daniye pêşiya PDK'ê.
Em vê rastiya pratîkî bi bibîrxistina çend bûyerên piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an qewimîn, fêhm bikin;
* Timî Deriyê Sînor ê Sêmalka li ser xelkê Rojava digire,
* Ji sala 2015'an heta niha koordînatên ji bejahî ve yên êrişên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sîstema navbera MÎT û Parastinê tên dayin. Di encama dayina van koordînatan de bi sedan gerîla şehîd bûn.
* Di navbera salên 2016 û 2017'an de çeteyên Roj li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker êrişî Şengalê kirin. (Di van êrişan de 2 şervanên YBŞ'ê yên hewl dan êrişan rawesetînin û nûçegihan Nûjiyan Erhan şehîd bûn)
* Li bajarên Şeladizê û Amediyê, li dijî artêşa Tirk a dagirker, ciwan û gelê ku rabûn serhildanê, di salên 2019 û 2020'î de ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin û şehîd bûn.
* Piştî sala 2020'î nuqteyên derbasbûnê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin dorpêçkirin. Di vê çarçoveyê de li Zînî Wertê bi fermana MÎT'ê, hêzên PDK'ê li gel hemû hişyariyên Tevgera Azadiyê jî baregeh ava kirin û 3 gerîlayên ku ji hevdîtina hişyarkirinê ya li van baregehan vedigeriyan bi bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bûn.
* Sala 2014'an dema ku DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir, hêzên PDK'ê ji Şengalê reviyan. Li ser vê yekê hêzên HPG û YJA Starê ji bo parastina xelkê Êzidî li herêmê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û xelkê Êzidî ji fermanê rizgar kirin. Pêşengî ji avakirian YBŞ û YJŞ'ê re kirin. Sala 2018'an xwe ji herêmê vekişandin. PDK'ê jî bi Iraqê re di bin navê Peymana Bexdayê de tişta ku DAÎŞ'ê nekarî bike xwest bi xwe bike. Ji bo vê jî koordînatên li Şengalê da dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişên hewayî bike.
* Li herêma Garê, nuqteyên berê yên ku PDK 25 sal in nayê, hatin nûkirin û li xetên derbasbûnê nuqteyên nû hatin avakirin.
* Herî dawî ji bo dorpêçkirina qadên Metîna û Qendîlê, veguhastineke mezin a leşkerî li Hecî Umranê kir (Çiyayê Helgûrt, Baleyekatî).
* Endamê Konseya Serokatiyê ya KCK'ê (Diyar Xerîb) bi dayina îstîxbaratê da şehîdxistin.
* Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Qasim Engîn bi dayina îstîxbaratê da şehîdxistin.
Mîna van bi sedan pratîk û bûyer di nava 6 salan de qewimîn. Bi êrişên dagirkeriyê yên 23'ê Nîsanê re ispat bû ku PDK di nava xiyaneteke çiqasî mezin de ye û di qirkirina Kurdan de rol hilgirtiye ser milê xwe.
Dehfdana PDK'ê li qada şer, nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker çiqasî tengav bûye, li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla ketiye nava lêgerînên çawa û ji hesabdayina dîrokî çawa direve. Dehfdana PDK'ê weke piyonekî li qada şer, di çarçoveya 'şerê taybet' de tê kirin. Dixwazin ku bi şerkirina PDK'ê, gerîla bide westandin.
Dewleta Tirk bi vê gavê hewl dide ku gerîla bikişîne ser zemîna xwe. Lewma dewleta Tirk li şûna ku li hemberî gerîla şer bike, hêzên cuda û astengiyên cuda derdixîne pêşiya gerîla.
Bi xeta hevkarî û nokeriyê ya PDK'ê, bi çeteyên paramîlîter mîna DAÎŞ'ê, bi kontrgerîla, yekîneyên sexte, cerdevanan astengiyên cuda datîne pêşiya gerîla û dixwaze berxwedana gerîla bifetisîne. Kurdistanê û dîroka wê ev kiryarên 'şerê taybet' timî dîtiye, bi serî ve hatiye.
Divê ev rêbazên 'şerê taybet' ê dewleta Tirk a dagirker bê fêhmkirin, lêkolînkirin û li dijî vê têkoşîn bê meşandin.
Herî dawî, eşkere dibe ku şer wê girantir bibe, hîn bêhtir belav bibe. Eşkere ye ku çawa êriş dikin bila bikin, kîjan rêbazên qirêj bi kar tînin bila bi kar bînin, dawî wê bêhempa be. Rêber Apo, PKK û berxwedana li ser xeta fedayî heta niha timî bi gelan dane qezençkirin. Ev rastî bi dîrokê xwe ispat kiriye. Têkçûna pavşerûtiya dagirker a faşîst wê li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Mîna li Rojava DAÎŞ hate têkbirin.