Derketina min a ji Sûriyeyê bi operasyona NATO-Gladîo re têkildar e. Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîoyê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Bi qasî tê bawerkirin, Serokatiya Fermandariya Giştî ya I. Hakki Karadayi û Huseyin Kivrikoglû serdestî her tiştî nebûn. Di pirsgirêka Kurd de nêzî helwesta Eşref Bîtlîs bûn. Li gorî wan bi şer bi temamî tesfiyekirina Kurdan hem ne pêkan bû, hem jî ne rast bû. Çareseriya siyasî û aştiyane ya Tûrgût Ozal û Eşref Bîtlîs dixwestin bidin destpêkirin hem weke erkeke welatparêziyê, hem jî li gorî têgihiştina şerê klasîk di cih de didîtin. Sakip Sabanci jî di nava TUSIAD’ê de temsîla beşekî dikir ku xwedî li vê xetê derdiket. Di nava MIT’ê de Serokê Daîreya Kontrgerîlla Mehmet Eymur û ji nava Emniyetê jî Hanefî Avci nêzîkatiyên wan paralelî heman xetê bûn. Vê komê bûyera Sûsûrlûkê jî nirxandibû û li dijî lobiya şer pêngavek avêtibû.
Dogan Gureş û Çevîk Bîr temsîla ekîba dijber an jî baskê Gladîoyê dikirin. Hewldanên sûîkastê yên li beramberî Sakip Sabanci û Huseyin Kivrikoglu ji aliyê vê ekîbê ve hatibû pîlankirin. Wekî din, berê jî di serî de li dijî Tûrgût Ozal û Eşref Bîtlîs gelek sûîkastên bi armanca tesfiyekirina hin kesan di nava dewletê de ji aliyê selefên heman ekîbê û dûvikên wan ên berê hatibûn pêkanîn. Sala 1990’î li gorî rêûresmên artêşê dora Serokatiya Giştî ya Fermandariyê hatibû Muhittin Fisunoglu. Dema li derveyî rêzik û pîvanan Dogan Gureş bû Serokê Giştî yê Fermandariyê derz û nakokiya di navbera wan de mezin bû. Ekîba din, bi çaya jehr xistibû navê hewl da du leşkerên sempatîzanê PKK’ê yên di nava artêşê de û Dogan Gureş bikujin. Ev hewldana sûîkast tam bi ser neket. Li Îmraliyê dema dozgerê leşkerî yê taybet pirsî kê derbarê vê mijarê de biryar daye, min got herdu leşker sempatîzanê PKK’ê bûn, piştî bûyerê firar kirine û tevlî nava refên gerîlla bûn û herdu jî şehîd bûne. Min gotibû ez texmîn dikim ku biryar ji nava artêşê hatiye dayîn. Bi vî awayî, jêpirsîna di vî warî de jî bi dawî bû.
LI PIŞT KOMPLOGERAN GLADÎYOYA NATOYÊ HEYE
Di nava artêşê de nakokiyên bi vî rengî heta bi serê sedsala 20’an û heta hê beriya wê hene. Ji xistina text a Siltan Ebdulhemîd heta bi hewldana sûîkastiyê ya Mistefa Kemal, ji pêvajoya qirkirinê ya li dijî Kurdan a bi komploya 15’ê Sibata 1925’an a li dijî Şêx Seîd dest pê kir û heta bi komployê darvekirina Seyîd Riza 18’ê Mijdara 1937’an, ji girtina Firqeya Serbest (1930) heta bi xistina Înonî ya ji serokwezaretiyê (1937), ji darbeya leşkerî ya 27’ê Gulana 1960’î heta bi darbeya postmodern a 28’ê Sibata 1998’an û herî dawî jî piştî salên 2000’î amadekariyên darbeyê bi qasî sed salek derbas bûye û di tevahiya van bûyerên bi vî rengî de şerê heman xetê heye. Pêşî Elmanya, paşê li gorî rêzê hêzên hegemonîk Ingilistan û DYE’yê ji derve destek dane van şeran û bi vî awayî kontrol kirine. Ev bûyerên sûîkastî û komployê hemû bi xwe şerên hegemonyayê yên li dijî gelên Rojhilata Navîn, nexasim li dijî gelên Anatolya û Mezopotamyayê îfade dikin.
Ji van şeran a para berxwedana Kurd a PKK pêşengiya wê dike çar demên girîng ên şerê Gladîo ne ku min di beşên berê de bi awayekî pêşnûme pêşkêş kiribû. Şerê hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi kirasê faşîzma Tirkê Spî dewam dikir. Ji dema M. Kemal ve beşekî di nava artêşê de yê ji vê zivêr hebû. Ev beş welatparêz û Anatolîparêz bû. Ji darbeya 27’ê Gulana 1960’î heta bi amadekariyên darbeya piştî salên 2000’î rewşa vî beşî ji komploger û darbekaran cuda bû. Li pişta darbekar û komplogeran bi awayekî bingehîn NATO û Gladîoya wê hebû. Her weha di nava civaka sivîl de navend û şaxên xurt ên herdu aliyan hebûn. Ev di nava xwe de timî xwedî nakokî û têkilî ne. Li gorî deman serdestiya wan a li ser hevdu diguhere. Ji aliyê çînî ve jî divê bûrjûwaya mîllî û hevkar temsîl bikin.
DERKETINA JI SÛRIYEYÊ
Di navbera van herdu beşan de berî ku ez ji Sûriye derkevim dîsa hevrikî û reqabetê serî dabû. Reqabeta di navbera beşê alîgirê diyaloga bi me re û dijberê wan de, bi desteka Îsraîl û DYE’yê baskê NATO-Gladîo ango beşê alîgirên şer û îmhayê serdest bibûn. Beriya derketinê bi demeke kin, îstîxbarata Îsraîlê bi awayekî neyekser bi israr peyam dida ku divê ez ji Sûriyeyê derkevim. Min veqetîn di cih de nedîtibû. Min fikar dikir ku wê statuya me ya li Sûriyeyê derbeke mezin bixwe. Min ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve rast nedidît. Şer wê di riya xwe ya xwezayî de bimeşiya, di çarenûsê de çi hebû wê ew biqewimiya. Ez ne li ser xeta qederê bûm. Lê ji bo min helwesteke manedar a dijqederê nebû ku ez rabûma min xeta leşkerî, polîtîk û îdeolojîk a sîh salî bidiya aliyekî û rota biguherta. Diviyabû ez durist bûma, ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikiriyama. Piştî ku Atîlla Ateş li ser navê NATO-Gladîo cara dawî hişyar kir, eger Sûriye û Rûsya bi awayekî bi biryar pişta me bigirta şensê me hebû ku me şer derxista asteke jortir û bêhtir berfireh bikira. Lê bihêlin em vê destekê bibînin, herdu welat hêzan wan tinebû giraniya min a şexsî rakin an jî ji bo vê nêta wan tinebû. Bi rastî ji bo Sûriye ev ne pêkan bû. Ji Bakur Tirkan, ji Başûr jî Îsraîliyan di nava rojekê de karîbûn wê dagir bikin. Eger neketibûna nava panîkê, karîbûn ji bo min cihekî bêhtir di cih de bibînin. Nikarîbûn vê jî li ber çavan bigirin. Jixwe helwesta Rûsyayê bêhtir bêrûmet bû. Di berdêla Projeya Herikîna Kesk û krediya deh mîlyar dolar a IMF’ê de em bi darê zorê ji Moskovayê derxistin. Berî ku ez behsa serhatiya xwe ya Atîna û Romayê bikim, divê em bêhtir ji nêz ve li dema beriya derketinê û dema derketinê binêrin. Ev gelekî girîng e û mirov dikare ji vê pêvajoyê gelekî hîn bibe.
OZAL, ERBAKAN Û ECEVÎT
Eger mirov rast li dualîteya darbeya 28’ê Sibata 1997’an serwext nebe nikare fêhm bike ku çi diqewime. Milekî darbekaran bi pêşniyareke rastî ya aştiyê nêzî me bibû. Ez yeqîn dikim ku der barê vê de wê di arşîva me de belge hene. Min bawer kiribû ku nêzîkatiyên wan jî weke yên Tûrgût Ozal û Necmettin Erbakan ciddî ne, û aştiyê dixwazin. Ev helwesta alîgirê çareseriya siyasî û aştiyane rê li ber darbeya di nava darbeyê de vekiribû. Niha têra xwe eşkere bûye ku di wê demê de ango heta bi girtina min, Îsraîl û DYE ji sedî sed alîgirê çareseriyeke siyasî û aştiyane nebûne. Di asteke nizm de be jî dewamkirina şer û bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd bi israr xwestine. Ji bo Rojhilata Navîn, nexasim ji bo Iraqê kontrol bikin û wê bişikînin bi dijwarî pêdiviya wan bi vê hebû. Ji ber ku bi tenê bi vê riyê karîbûn Tirkiyeyê pasîfîze bikin û pîlanên xwe pêk bînin. Tûrgût Ozal, Necmettin Erbakan û Bulent Ecevît bi sedema ku guh nedan van pîlanan û bêhtir bûn xwedî helwesteke Anatolîparêz, mîllîgir û di pirsgirêka Kurd de bûn alîgirê çareseriyeke siyasî û aştiyane ji desthilatdariyê hatin xistin. Ji bo alîgirên şer pirr girîng nîn e ku wexta kesên behskirî ji desthilatdariyê dixin ew kesana bêne kuştin an neyê kuştin. Jixwe di nava şer de ne. Bi şer dixwestin heta dawiyê biçin û her astengiya derkeve pêşiya xwe biqelibînin û bi vî awayî bigihîjin armanca xwe. Di nava van astengiyan de pirsgirêka Kurd jî hebû. Bi riya leşkerî bi temamî tesfiyekirina wê difikirîn ango bi awayekî qirkirina Kurdan jî difikirîn. Eger hêzên hegemonîk pişta vê têgihiştina dewama xeta Îttîhad û Teraqîgirên berê bûn negirta ti carî şensê wan ê serketinê tinebû. Ji ber ku wan jî ev zanîbû, ji sedî sed hewcedarî desteka DYE, Ingilistan û Îsraîlê bûn. Bi derketina min a ji Sûriyeyê di sala 1998’an de desteka pêdiviya wan pê hebû tedarik kiribûn.
PIŞTGIRIYA ÎSRAÎLÊ
Di serê salên 1990’î de desteka DYE û Ingilistanê, di sala 1996’an de jî desteka mutleq a Îsraîlê (Di navbera Îsraîl û Tirkiyê de, di warê leşkerî de peymanên hevkariyê yên stratejîk) tedarîk kiribûn. Piştî ku alîkariya hewcedariya wan pê hebû tedarîk kirin, dor hatibû destwerdana hundir ango wê di nava hukûmetê de guhertinê dixwestin bikirana û di nava artêşê de yên ji wan nexweşbûn wê tesfiye bikirana. Ji serê salên 1990’î ve wê ev jî gav bi gav bi cih bianiyana. Dogan Gureş ê wezîfeya Serokatiya Giştî ya Fermandariyê dewr wergirt pêşî çûn serdana Ingilistanê û di dema vegera xwe ya ji vî welatî de got “Ji bo tesfiyekirina PKK’ê ji me re rê vekirine” ev gotina wî rastiya em behsa wê dikin îfade dike. Çawa ku em dizanin di pêvajoya pêş de bi tenê bi êrîşên îmhakirina Kurdan û PKK’ê qîma xwe naynin, Serokkomar dikujin, di nava hukûmetê de guhertinan dikin, di nava artêşê de tesfiyeyê dimeşînin, li dijî civakê tevgerên pasîfîkasyonê bi rêxistin dikin, rêzeke sûîkastên li ser rewşenbîr û karsazan pêk tînin û heta bi pîlankirina tevkujiyên girseyî û teslîmgirtina medyayê gelek bûyerên xeternak û şer xistin rojevê. Li vir a kêm ew e, divê mirov van hemûyan weke bûyerên zincîrwarî yên bi hev ve girêdayî fêhm bike. Ji roja Tirkiye ket NATO’yê heta bi 1998’an di bingehê tevahiya bûyerên siyasî û civakî yên li Tirkiyê de mirov heta xeta stûr a NATO-Gladîo nebîne, nikare ti bûyera girîng, şer û sûîkastiyê ji hev derxe. Ya rastî, li dijî daxwazên gelan ên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê şerekî NATO’yê dest pê kiriye û weke xeleka dawî derxistina min a ji Sûriye di sala 1998’an de li vî şerî hatiye zêdekirin.
DI DERKETINÊ DE LI PÊŞIYA MIN DU RÊ HEBÛ
Di dema derketina ji Sûriye de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê riya çiya bû, ya dudiyan jî riya Ewrûpayê bû. Eger min riya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şerê dijwar bibûya û eger min riya Ewrûpayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim. Çawa ku tê zanîn, amadekariyên ji bo riya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê pêlê de heyeteke Yewnanî hat cem me. Nûnera me ya Atînayê Ayfer Kaya gelek têkiliyên telefonî bi rayedarên di asta jor de danîbûn. Di encama van têkiliyan de heyeta Yewnan hat cem me û vê bûyerê kir ku em berê xwe bidin Atînayê. Derdê rayedarên Sûriye ew bû ku ez bi lez derkevim. Lê ji çûna min a Ewrûpayê zêde ne dilrehet bûn. Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê. Li vir pirsa divê mirov bike ev e: Li Yewnanistanê jî beşê Gladîo bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Ez nikarim bersiveke vebirrî bidim. Ez mijar hewcedariya xwe bi lêkolînê heye. Heye ku di radestkirina min a Tirkiyê de DYE’yê bi rêveberiya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin. Nexasim di çareserkirina pirsgirêkên Ege û Qibrisê de îhtîmaleke xurt e, niyetên xwe diyar kiribin. Ji sedî sed divê mirov ji bîr neke ku Tirkiyê di vê mijarê de kare bêsînor paşve gav biavêje.
DEMA DAKETIM ATÎNAYÊ KALENDERÎDÎS DERKET PÊŞBERÎ MIN
Di 9’ê Cotmehê de ma ku balefira min daket Atînayê, Sûriye jî aram bûbûn. Dema ez li Atînayê daketim Kalenderîdîs derket pêşiya min. Kalenderîdîs serbazek bû di NATO’yê de wezîfedar bû û demeke dirêj li Tirkiyeyê mabû. Heman wezîfe li Swêdê jî meşandibû. Îhtîmal hebû ku di Gladîoya Yewnan de cih digirt. Gelekî dostane xuya dikir. Di navbera me de rêberekî balkêş jî hebû. Hinek belgeyên NATO’yê bi dizî dabûn min. Belkî jî bi sedema ku ez pê ewle bibim, wisa kiribû. Li heman balafirgehê wî ez bi xwe birim cem generalê hewayî û Şefê Îstîxbaratê Stavrakakîs ê li odeyekê radiwestiya. Stavrakakîs ji min re got, ji bo demekê be jî nabe ez li Yewnanistanê bimînim. Helwesta xwe di vî warî de hişk bû û ji ya xwe nehat xwarê. Dostên soz dabûn me li naverastê xuya nedikirin.
DAKETINA RÛSYAYÊ
Heta êvarê me li ber hev da. Bi awayekî xweber têkiliya me ya Moskovayê Nûman Ûçar ket dewreyê. Me bi balafireke taybet a Yewnan berê xwe da Moskovayê. Di wê demê de Rûsya di nava kaoseke ekonomîk de bû. Me bi riya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jîrînoskî xwe li Moskovayê danî. Îcar Şefê Îstîxbarata Hundir a Rûs derket pêşiya me. Ew jî xwedî hewayeke wisa bû, ji ya xwe daneket. Di wan şertan de em nikarîbûn bimana. Di wan rojan de qaşo ez sîh û sê rojan veşartî mam. Yên ku ez li cem wan dimam û bi min re eleqedar dibûn siyasetvanên bi eslê xwe Cihû bûn. Min ji wan bawer dikir ku durist in. Bi rastî dixwestin min veşêrin. Lê min nikarîbû ku ez vê rêbazê qebûl bikim. Di nava vê demê de hem Serokwezîrê Îsraîlê Şaron, hem jî Wezîra Karê Derve ya DYE’yê Allbright hatibûn Rûsyayê. Serokwezîrê wê demê yê Rûsyayê Pîrîmakov bû. Hemû jî bi eslê xwe Cihû bûn. Herweha Serokwezîrê demê yê Tirkiyeyê Mesût Yilmaz jî di dewrê de bû. Di dawiya dawî de li ser Projeya Pêla Kesk û krêdiya IMF’ê ya deh mîlyar dolarî li hev kirin û bi vî awayî rê li derxistina min a ji Rûsyayê vekirin.
Min çûyîna Moskovayê tavilê tercîh kir. Ji ber ku min bawer dikir ku “Çi dibe bila bibe ezmûneke wan a heftê salî ya sosyalîzmê heye; çi li gorî berjewendiyê wan be, çi jî li gorî enternasyonalîzma wan be, bi hêsanî wê karibin min qebûl bikin.” Tevî ku sîstem hilweşiyabû jî min pêşbînî nedikir ku ewqasî ji aliyê moralê ve têk çûne. Ji kapîtalîzma lîberal gelekî xirabtir em bi kapîtalîzmeke burokratîk re rûbirû bûn. Ji helwesta dostên li Moskovayê bi kêmanî bi qasî yên li Atînayê hêvîşikestî bûm. Ya rastî, derketibû holê ku têkiliyên bi navê dostaniyê hatibû danîn zêde ewle nebûn.
RÊYA SÊYEMÎN ROMA
Rêya me ya sêyemîn bû sûdwergirtina ji têkiliyên Romayê. Me xwest em ji têkiliyên xwe yên li wir sûdê bigirin. Me bi du parlementerên dost ên Partiya Kominîst a Jinûve Avakirinê têkilî danîn. Bi alîkariya van têkiliyên nû me dest bi serhatiya xwe ya Romayê kir. Îcar bi senaryoya formalîte ya Îstîxbarata Îtalî rojên me yên Romayê dest pê kirin. Vê serhatiya me jî şêst rojan dewam kir. Serokwezîrê wê demê Massîmo D’Alema helwesta xwe durist, lê kêm bû. Ji aliyê siyasî ve tam garantî nedabû. Em bi destê dadgeriyê ve berdan. Ez ji vê hêrs bibûm. Ez bi biryar bûm ku min çawa firsend bidîta ez ê ji Îtalyayê derketima. D’Alema di daxuyaniya xwe ya dawî de dabû xuyakirin ku ez çiqasî bixwazim ez dikarim ewqasî li Îtalyayê bimînim. Lê min ev weke helwesteke bi zorê fêhm kir. Di vê navberê de hewldaneke hevpar a Ereban jî çêbû. Dixwestin min bibin deverekê ku navê wê diyar nekiribûn. Lê ji ber ku fermî nebû û garantî nedabûn, min qebûl nekir.
ÇÛNA DUYEMÎN A BER BI RÛSYAYÊ
Cara duyemîn çûyîna min a Rûsyayê şaşî bû. Lê di vê şaşiyê de rola helwesta şelaq a Nûman Uçar hebû. Min ji vê helwesta şelaq a min hê jî rastiya wê fêhm nekiriye bawer kir û ketim rê. Eger min rastiya vê helwestê zanîbûya, ji sedî sed ez ji Romayê dernediketim. Ez hatibûm xapandin. Tê bîra min, dema ez bi balafira taybet a D’Alema ji saha NATO’yê derketibûm, min kesereke kûr kişandibû. Lê ev rewşeke wisa bû ku mîna mirov ji baranê bireve li zîpikê biqelibe. Îcar Îstîxbarata Hundir a Rûsyayê piştî ku ez îqna kirim ji bo ez biçim Ermenistanê, ez birim balafirgehê. Li gorî lihevkirina wan, çûyîna min a Ermenistanê xira bibû û lewma ji min re gotin, eger ez bixwazim dikarim hefteyekê li Tacikistanê bimînim û di nava hefteyê de wê karibin alternatîfekê peyda bikin. Bi awayekî wan ez xapandim û li balafireke kargo suwar kirim û li paytexta Tacikistan, Duşanbeyê daxistim. Em hefteyekê bêyî ku derkevin derve timî di odeyekê de man. Em paşê vegeriyan Moskovayê. Neçar me dîsa serî li dostên Yewnan da. Di nav du rojan de piştî rojeke tijî serhatî, sar û bi berf a Moskovayê me dîsa berê xwe da Atînayê.
HER TIŞTA DIHAT GOTIN SIXTE BÛ
Bi qasî ku tê bîra min, min di ber xwe de kir pistepist û got, ez vê carê jî bi temamî ji aliyê xwedayên Olympos ve hatim xapandin. Ez tam di nava xeyalên van xwedayan de bûm. Nexasim Hades hatibû bîra min. Di deriyê VIP’ê yê balafirgehê re ketim hundir. Bi ketina min a hundir re şopandina Xwedayê Cehennemê Hades jî pê re dest pê kir. Ez şevekê li mala xesûya dostê xwe Nagzakîs mam. Mala wê gelekî belawela bû. Dişibiya pîresêhrên serdemên berê. Min ji wê pirsî “Pangalos wê çi bike.” Dema got “Wê di hilbijartinan de bi kar bîne” min dît çiqasî ji rastiyên serdemê dûr û qut e. Hinekî jî di rastiya gelê Yewnan de ew esilzadeyên berê yên bêhêz hatine hiştin anî bîra min. Ji wê şevê û pêve, mîna ku ez bi awayekî ber bi kampa mirinê ve diçûm. Bi temamî Hades li ser kar bû. Bi tevahî tiştên dihatin kirin û gotin qelp û sexte bûn. Ma qey hêmanên durist tinebûn? Bêguman hebûn, lê hemû li hemberî cinawirê modernîteyê bê çare bûn.
FÎGURA MANDELA BÛ SEDEM KU EM BERÊ XWE BIDIN EFRÎKAYÊ
Îcar berê me li Efrîkayê bû û di ketina vê rê de fîgura Mandela bi tesîr bû: Çawa ku di ketina ser riya Moskovayê de fîgura Lenîn bi tesîr bibû. Qaşo ez ê biçûma Efrîkayê min ê hem têkiliyên têkûz ên dîplomatîk daniya, hem jî min ê pasaporta fermî ya kêrhatî bistenda. Sextekariya dewleta Yewnan di vê lîstikê de jî bi ser ketibû. Tevahiya dîrokê demokrasiya gelê Yewnan ji aliyê vî sextekarî ve timî hatibû xapandin û li trajediyên mezin hatibû qewimandin. Ya rastî, diviyabû min jî ev ji bîr nekiriba û li gorî nêzîk bibûma. Ez bi dilpakiya zarokan nêzî dostatiyê dibim û di vê helwesta min de jî ev bi tesîr bû. Di dema derketina ji Yewnanistanê de wexta em diçûn balafirgehê erebeya ez tê de şifêrên wê gelekî hewl dan ji bo ez bi ser xwe ve bêm û neçim. Çi ji destê wan hat bi duristî kirin û xwestin nîşan bidin ku komployeke mezin li ser kar e. Bi îhtîmaleke mezin ew jî karmendên îstîxbaratê yên di payeya jêr de bûn. Şifêrê pêşî erebe li balafirgehê qeliband û xwest çûyînê asteng bike. Yê diduyan jî erebe li nêzî balafirgeha diviyabû nepenî bûya heft caran bi bahaneya xirabe ye, tibabekî sekinand. Me ji sozên hatibûn dayîn ewqasî bawer kiribû, em bi ser xwe ve nedihatin. Berevajî min dixwest bilezînim ji bo demeke berî demekê di çarenûsa min de çi heye ez bibînim. Balafira em lê suwar bûn di operasyonên bi dizî yên Gladîo de dihat bi karanîn.
(Ji pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Pirsgirêka Kurdan û Çareseriya Neteweya Demokratîk hatiye wergirtin.)