Dema gerîla

Gerîla dibe navê jiyanê, dem dibe gerîla. Dem û cih ji aliyê gerîla ve têne destnîşankirin. Gerîla dibe ziman û çalakiya demê. Gerîla dem û dîroka xwe dinivîsîne.

Di vê dema winda de ku li qadên winda em li xwe digerin, bi hesreta di dilê xwe de em ji jiyaneke mirovî re dibêjin merheba. Gerîla dibe navê jiyanê, dem dibe gerîla. Cih û dem ji aliyê gerîla ve têne diyarkirin. Ziman û çalakiya demê dibe gerîla. Gerîla dem û dîroka xwe dinivîsîne. Dema gerîla dibe Zap, Avaşîn û Metîna.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku li pêşberî berxwedana gerîla têk çûye, ketiye pey wê yekê ku ji Zapê bireve. Zap jê re bûye mîna çiravekê. Dewleta Tirk a faşîst ku bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê hat, li bin guhê dîwarê gerîla ket. Plana ku li ser maseyê kir li qadê nehat. Ev çiya ji Skender û vir ve çawa ku li hemberî dagirkeran li ber xwe dan, îro jî tevî ewladên xwe di nava berxwedaneke mezin de ne.

Di rastiyê de her hebûn zindî ye û wezîfeyeke xwe heye. Ev çiya jî pîroz û zindî ye. Ji hebûna xwe û vir ve wezîfeya berxwedanê jê re hatiye dayin. Ji parastina zarokên xwe berpirsyar e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku hesabê vê nekir, li hemberî gerîla têk çû û ketiye nava çiravê.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku tengav bûye, dixwaze berdêla têkçûna li Zap, Avaşîn û Metînayê bi gelên Tirkiyeyê bide dayin û tolê jî ji Rojava hilîne. Êrişa dagirkeriyê ya li ser Rojava jî wê bikeve ku hîn bêhtir di nava çiravê de biçe. Erdogan bi qelibandina maseya diyalogê re fermana mirina xwe mohr kir. Di dema hilweşîn û tunebûnê de ye. Derba dawî jî wê ji Tevgera Azadiyê ya Kurd û ewladên gelê Kurd bixwe. Dem ew dem e ku agirê berxwedanê yê ji aliyê gerîla ve hatiye pêxistin bê mezinkirin û belavkirin. Çalakî û zimanê demê berxwedana gerîla ye. Lewma divê bi rengekî baş xwedî li vê demê bê derketin û baş bê nirxandin. Em di wê demê de ne ku ya ji me hatiye dizîn li xwe vegerînin. Divê agirê berxwedanê bê geşkirin.