Dema fikir, zikir û çalakiyê

Keç û xortên ku di çeperên çiyayên bedew de hêlîna jiyanê çêkirine, mirovan dike heyranê her kêliya jiyana xwe. Ev dem dema fikir, zikir û çalakiyê ye. Dema parastina nirxên mirovahiyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û faşîst 23'ê Nîsanê li hemberî gerîlayên serdemê dest bi hewldaneke nû ya binketî kir. 40 sal in hewldanên bi vî rengî diceribîne. Ev êrîşa dagirkeriyê ku hewldana ji bo qirkirina gelê Kurd û tasfiyekirina tevgera azadiyê ye, armancek xeyalî ye û dûrî ji aqil e. Dewleta Tirk xwe li ser hîmê dagirkeriyê ava kiriye. Lewma dema ku dest ji vê kevneşopiyê berda wê hilweşe. Dewleta Tirk niha li ber hilweşandinê ye. Bi êrişa 23'ê Nîsanê re dawiya Erdogan û hevkarên wî xuya dike ku di nava nijadperestiyê de xeniqîne. Eger em bêjin dewleta Tirk û dagirkerî cêwî ne û bê hev nabin wê ev yek negotineke ne şaş be. Lê rastiya têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û tevgera azadiyê derxistiye holê ew eku dem hatiye desthilatdariya AKP'ê û aqlê nijadperest ê MHP'ê were hilweşandin. Berxwedana dîrokî ya li Garê ev ferman misoger kir. Bêguman ji bo gihîştina vê qonaxê gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn û hîna jî têne dayîn. Pêşeng û şehîdên pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê li hemberî dagirkeran ferman dan ku bê Rêberê Gelê Kurd, bê jiyana azad, bêyî welatekî azad jiyan nabe. Ev biryardarî biryardariya misogerkirina azadiya gelekî ye. Ev biryardarî, biryara têkbirina hişmendiya qirker a li ser Kurdistanê ye. Ev biryardarî, biryara israra di hebûna azad de ye.

Gerîla dema ku xwedî van sedemên dîrokî ya dîroka gelekî be, wê demê hêza ku karibe li ber vê rastiyê bisekine wê bi hêsanî ji ber xezeba gerîla rizgar nebe. Leşkerên dewleta Tirk jî di vê êrişa dagirkeriyê de li çiyayên asê yên Kurdistanê, li gelî û newalên welatê ku rê nade dagirker tê re derbas bibin di her kêliyê de dimirin. Gerîla şerê rûmetê dide meşandin. Gerîlatiya serdemê çiye û çawa şer dike hîna dewleta Tirk ev fêhm nekiriye. Fêhm kiribe jî bi qasî aqilê ku tenê bi fermana dagirkeriyê dixebite fêhm kiriye. Di roja îro de tevahî cîhan êdî pê hesiyaye ku gerîlatiya li Kurdistanê veguheriye şêwazekî ya jiyana azad, lê dewleta Tirk a dagirker bi berçevka haspê dibîne û dixwaze her kes jî wisa bibîne. Lê ji vê kêliyê û pêde êdî ne ev dîtina dewleta Tirk a dagirker û ne jî ew aliyên ku xwe di hembêza dagirkeriya Tirk de xwedî dikin û li hêviya rizgariya xwe ne wê wan ji binketinê xilas bike. Rastî her tim tên jiyîn, lê her tim nabin heqîqet. Rastiya dewleta Tirk a dagirker jî her li ser hîmê rastiyên derewîn xwe ava kiriye. Derew kirin jî, ji bo heya demekê li hemberî rasteqîniyê şêwazekî yê xwe veşartinê tê hilbijartin. Lê ew çiqas bê veşartin ewqas ber bi deşifrekirinê ve tê dehfdan. Erdogan û Bahçelî niha di navgîna dehfdanê de aliqîne. Ne dikarin paşde herin û ne jî dikarin pêşde herin.

Em dema bala xwe didin rastiya şerê ku niha tê meşandin, eşkere dibe ku ev şer di esasê xwe de şerê plana qirkirinê ye. Hewldana temakirina plana qirkirina gelê Kurd û tinekirina tevgera azadiyê ye. Ev êrîş di şexsê Kurdayetiya azad de, li ser tevahî nirxên gelên li Rojhilata Navîn e. Ev êrişên qirker, di şexsê gerîlayên YJA Starê de li ser vîna jina azad e. Jiyana gerîla êdî bûye hest û fikrekî azad li Kurdistanê. Di roja îro de, eger gerîla ewqasî bi êrişên qirker re rû bi rû dimîne çavkaniya xwe ji mîrateya gerîla ava kiriye tê. Bandora gerîla li Kurdistanê ava kiriye, ne ti hêzekî leşkerî ya profesyonel û ne jî hêzekî siyasî dikare vê bandorê têk bibe. Êdî li Kurdistanê felsefeya jiyana gerîla weke kokekê li ser rehên xwe şîn bûye û xwe qehîm kiriye. Yên bi xeyala rakirina vê kokê dijîn ji bo xwe çala mirinê dikolin. Di dîroka hêzên dagirker de bi hezaran mînakên têkçûna van xeyalan heye. Eger em dibêjin rastiya Erdogan jî li ser rêya van mînakane ne şaşe. Weke gel û şoreşgerên li ser xeta Rêber Apo dixwaze bibe parçeyekî vê jiyana azad pêwîste ji bo parastina wê çi bê xwestin bikin. Ji bo ev jî were kirin, gerîlatiya ku êdî veguheriya jiyaneke bê dawî di ruh û mejiyê xwe de bi hundirîn bikin. Di kêliyê de ger hesta bi gerîlatiyê re jiyîn were biserxistin, ji xwe êdî dijmin di wê kêliyê de binketiye. Rêberê Gelê Kurd ji ber ku ev ne nebesiya me tespît kir, got fikir, zikir û çalakî. Ev dem jî di maneya xwe ya dîrokî de sekin û helwesteke ku van her sê hêmanên bingehîn ên jiyana mirov diyar dike ji me dixwaze. Sentezkirina van her sê hêmanên bingehîn ên jiyana bi rûmet, bêguman wê serketina tekoşînê mayînde bibe û destketiyên gelê me bên misogerkirin.

Rastiya gerîlatiya serdemê jî şêwayê herî dijwar yê pêkanîna çalakiyê ye. Di meydana cengê de, ji înad û fermana mirineke dijminane re çalakiya jiyanê bi ser xistin ne karê mirovên ji rêze ye. Çalakiya parastina hebûn, nasname û jiyana gelekî di pença qirkirinê de ye ne karê mirovên ji rêzê ye. Ji ber ku gerîla bi temamî li ser esasê xizmetkirina gelê xwe tevdigere, tu tiştekî ji bo xwe, ji bo jiyana xwe ya şexsê nafikire. Ji lewra gerîlayên Kurdistanê, ev barê giran girtiye ser milê xwe û li hemberî dagirkeriyê şerê parastina jiyanê dide. Gerîla, sira bi serxistina têkoşînê di xwe zanekirina felsefeya Rêber APO de dibîne. Têkoşîna gerîla dide, têkoşîna Kurdê azad e. Berxwedana gerîla dike, berxwedana mirovahiya ku felsefeya teslîmiyetê bi bin xistî ye. Li ser çiyayên Zagrosan, li ser erdnigariya ku mirovahiyê gava pêşî ya jiyanê lê avêtiye tenê berxwedaniyeke wiha bi heybet bi pêş bikeve. Keç û xortên bi dilçemiya xwe di çeperên wan çiyayên bedew de hêlîna jiyanê ji bilî ku mirov bibe heyranê her kêliya jiyana wan tiştekî din dibe? Bêguman nabe. Ev dem, dema fikir, zikir û çalakiya ji bo parastina nirxên mirovahiyê ye.