Cezayê îdamê cezakirina welatparêziyê ye

Heke ev ciwan neyên berdan wê MÎT'a Tirk bi dewamî li Başûrê Kurdistanê bide xar û cirîdan. Wê cînayetên nû jî were teşwîqkirin. Helwesta bi rûmet a rêveberiya Kurd divê hemû zextên TC'ê bide ber çavê xwe û ciwanan serbest berde. 

PDKʼê cezayê îdamê da 2 ciwanên Kurd. Bahane û îdia jî ew e ku van ciwanan berpirsekî MÎT'a Tirk ê ku pîlanên sûîqestkirina rêveberên Tevgera Azadiyê kirine, kuştine. Bêguman wê ev biryara îdamê weke belgeyeke şermê derbasî dîroka Kurdistanê bibe. Ji ber ku kuştina dijminekî Kurdan ê kujerê Kurdan rabî û cezayê îdamê bidî ciwanên Kurdan helbet wê tu welatparêzê Kurd vê yekê qebûl neke. Wê şefekî şebekeya cînayetê li dijî Kurdan li Hewlêrê bi pasaportên dîplomatîk bigere û bistirê, piştî ku were kuştin jî wê xwedî lê were derketin. Gelo ev nêzîkatî tu eleqeya xwe bi Kurdbûnê re heye?

Ev demeke dirêj e ku Başûrê Kurdistanê bûye cihê MÎTʼa Tirk lê dide xar û cirîdan. Sala 2017'an 2 rêveberên MÎT'a Tirk ji bo li dijî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê sûîqestê bikin hatibûn Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz ve hatibûn girtin. Ew li xwe mikur hatibûn û gotibûn konsolosxaneya TC'ê ya li Hewlêrê baregeha MÎT'ê ye. Heta wan gotibû, PDK jî li konsolosxaneya Tirk bi MÎT'ê re civînan çêdike. Berpirsê MÎT'ê ku li Hewlêrê hat kuştin jî yek ji wan kujerên li konsolosxaneya Hewlêrê dima. Ev konsolosxane ji xwe re kirine navenda pîlankirina sûîqest û cînayetan. Rêveberên MÎT'ê yên ku hatin girtin ev hemû îtîraf kirine.

PDK li şûna rabe hesabê bide, ji ber ku çavê xwe lê digre û dihêle ku konsolosxaneya Hewlêrê wisa were bikaranîn, ew radibe 2 ciwanên Kurd sûcdar îlan dike. Biwêja "hem diz e, hem topiz e" tam ji bo rewşên wisa tê gotin. PDK wan ciwanan bi bahaneya ku qanûnên wê binpêkirine sûcdar dike. Li vê derê heke binpêkirina qanûnan hebe, ev jî ji aliyê wan kesên ku bi navê dîplomatiyê tên konsolosxaneya Hewlêrê û şebekeyên cînayetan çêdikin, tê kirin. Hem jî ji bo kuştina Kurdan vê yekê li bajarekî Kurdan ê ku ji aliyê Kurdan tê birêvebirin, dikin. Em ji televîzyoneke ku hewl dide bibe dengê gelê Kurd, dipirsin; bi awayê herî sivik ev eyb û şerma kê ye? Dibe ku PDK ji PKK'ê hez neke, dibe ku bi PKK'ê re pirsgirêkên xwe hebe. Lê ev hemû jî divê nebin sebeb ku hûn rabin kesên pîlanên cînayetên li dijî rêveberiya PKK'ê dikin xwedî bikin û wan bistirînin. Di navbera wan de çi pirsgirêk hebe bila hebe tu hêz û partiyeke Kurd divê nekeve nav helwesteke bi vî rengî. Ev yek eyan û beyan hevkariya bi dijminên Kurdan re ye.

Ev hevkariya qirêj tê kirin an na? Erê tê kirin. Bi taybetî îstîxbarata PDK'ê Parastin bi MÎT'ê re dixebite. Dewleta Tirk dem bi dem dibêje artêşa Tirk bi MÎT'ê re li başûrê Kurdistanê 'operasyonên' taybet çêdike. Herhal ji Tirkiyê yan jî ji bakurê Kurdistanê kes nayê û îstixbaratê nade wan. KCK û PKK'ê gelek caran behsa vê hevkariya qirêj kir. Lê wan dîsa dev ji dayina îstîxbaratê ji bo dewleta Tirk û sûcê rijandina xwîna Kurdan berneda. Li Behdînanê jî li Qendîlê jî rêveberên PKK'ê, fermandar û gerîlayên HPG'ê di encama xiyaneta xwefiroşan de hatin qetilkirin.

Niha ev cînayetên vê şebekeyê ma bi ciwanên Kurd re hêrsê çênake? Li Hewlêrê 2 ciwanên Kurd tespît dikin ku Osman Kose rêveberê MÎT'ê ye. Ji wan ciwanan yek jê yan li wê restoranta Hoqabazê dixebite yan jî car bi car diçe wê derê. Herhal ji ber ku nêzî konsolosxaneyê ye ji vî mirovî şikê dikin. Niha li hemberî kuştina mirovekî wisa her welatparêzê Kurd wê kêfxweş nebe? Her partiya Kurd yan jî rêveberiya van partiyan divê sedema vê bûyerê muhasebe bike. Heta ku muhasebeya wê neyê kirin ji bo kuştina dijminekî Kurdan cezayê îdamê nayê dayîn. Dijminekî Kurdan ku dixwaze Kurdan bikuje, tê kuştin. Li ku derê dinyayê dibe bila bibe navê vê xweparastin e. Mafê kes yan jî civakan heye ku xwe biparêzin û ev mafekî gerdûnî ye. Li Parîsê jî, li Washîngton, Tehran, Qahîre û Moskovê jî bûyereke wisa di çarçova xweparastinê de tê dîtin.

Heke ku PDK van baronên cînayetê li hewlêrê nehewanda, bi hêzên taybet heke wan neparasta wê ev bûyer pêk nehata. Di esasê xwe de yên ku ji vê bûyerê re zemîn çêkir têkiliyên qirêj ên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re bû.

PDK li cihê ku kesên ji bo cînayetê hatine, pîlanan çêdikin darizîne radibe kesên ku pêşî li van cînayetan digire sûcdar dike û dadirizîne. Dibe ku ev ciwan berpirsê MÎT'ê kuştibin jî. Ji bo ku PDK dilê dewleta Tirk xweş bike hema bi lez û bez ew darizandin. Ji ber vê yekê em nizanin ka bi rastî jî ew kuştine yan na. Heke ku ev çalakî ji aliyê van ciwanan jî hatibe kirin cezayeke bi vî rengî nabe ku were dayîn. Em dibêjin çalakî ji ber gelê Kurd dema kesekî ku pîlana kuştina Kurdan bike were kuştin, ji vê bûyerê re dibêje çalakî.

KCK der barê cezayê îdamê yê ji bo van ciwanan hatiye dayîn daxuyanî da. Xwest ev ciwan di zûtirîn demê de bigihîjin malbatên xwe yanî xwest bêne berdan. KCK'ê bang li hemû gelê Kurd, rewşenbîr, hunermendan kir ku ji bo serbestberdana van ciwanan bikevin nava hewldanan. Di zindanê de girtina van herdu ciwanên ku bi awayekî meşrû civaka xwe parastine li dijî gelê Kurd û welatparêziya Kurd jî heqaret e. Cezakirina welatparêziya Kurd divê ji aliyê ti partiyeke Kurd yan jî rêveberiyekê neyê kirin. Divê PDK nasnama kesê hatiye kuştin eşkere bike û bibêje ev kes ji bo Kurdan bikuje hatiye Hewlêrê, li vê derê tehrîkeke giran heye û ciwan jî di çarçova parastina rewa de tevgeriyane. Bi vî awayî divê wan ciwanan berde. Yan na wê ev biryara îdamê weke kevirê aşê mîna travmayeke bikeve stûyê gelê Kurd.

Heke ev ciwan neyên berdan wê MÎT'a Tirk bi dewamî li Başûrê Kurdistanê bide xar û cirîdan. Wê cînayetên nû jî were teşwîqkirin. Helwesta bi rûmet a rêveberiya Kurd divê hemû zextên TC'ê bide ber çavê xwe û ciwanan serbest berde. Divê ew nîşan bide ku TC nikare Başûrê Kurdistanê ji bo rijandina xwîna Kurdan bi kar bîne. Vî cezayê ku dane van herdu ciwanan di esasê xwe de dane gelê Kurd û welaparêzan hemûyan. Ev ceza ji bo hestên bi coş ên ciwanên welatparêz hatiye dayîn. Xwedîderketina li van ciwanan xwedîderketina li hestên Kurdî û welatparêziya Kurdî ye. Em jî bang li hemû gelê Kurd dikin ku xwedî li van ciwanan derkevin û ji bo serbestberdana wan bikevin nava hewldanan.

Bi hêviya ku em ê careke din li ser navê Kurdîtiyê bi cezakirina welatparêziya Kurdî re rû bi rû nemînin...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA