Bi pêngavê hesabên AKP-MHP'ê hate têkbirin
Pêngava 'Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye' salekê li pey xwe dihêle. Bi pêngavê re hesabên AKP-MHP'ê hatin xerakirin.
Pêngava 'Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye' salekê li pey xwe dihêle. Bi pêngavê re hesabên AKP-MHP'ê hatin xerakirin.
Pêngava 'Li dijî tecrîd, dagirkerî faşîzmê; dem dema azadiyê ye' ku 10'ê Îlona 2020'î ji aliyê Konseya Rêveber a KCK'ê ve hate ragihandin û 12'ê Îlonê dest pê kir, salekê li pey xwe dihêle. Di nava salekê de gerîla, girtiyan, Kurdên li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat li dijî êrişên topyekûn ên desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rengekî mezin li ber xwe dan, desthilatdariya ku hebûna xwe dispêre konsepta tasfiyeyê, hîn bêhtir anîn ber têkçûnê.
Hevserokatiya Konseay Rêveber a KCK'ê 10'ê Îlonê bi daxuyaniyekê konjonktura siyasî ya heyî bi hemû parametreyan vegot; ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon a ku dewleta Tirk bi rê ve dibe, hebûna xwe bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û temamkirina qirkirina Kurdan ve girê daye, lewma ji bo têkbirina vê desthilatdariyê pêwîstî bi pêngaveke berfireh heye.
Konseya Rêveber ji bo beralîkirina metirsiyê, ji bo afirandina jiyaneke azad û demokratîk ragihand ku li çar beşên Kurdistanê, derveyî welat û li her welatên ku Kurd lê dimînin ji 12'ê Îlonê û pê ve bi dirûşma 'Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye' dest bi pêngaveke demokratîk şoreşger kirine. Li gorî daxuyaniya konseyê, armanca pêngavê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ye ku vê desthilatdariyê sîstema êşkenceyê ya bi tecrîda giran a li Îmraliyê veguherandiye şerê taybet û şerê psîkolojîk ê li dijî gelê Kurd, dagirkeriyê berfireh kiriye, li hundir û derve li dijî gelan bi taybetî jî gelê Kurd zextên faşîst zêde kiriye. Hate ragihandin ku pêngav wê li her beşeke Kurdistanê li gorî xweseriya wî beşî bê meşandin û bi vî rengî bi ser bê xistin.
BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYE
Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP'ê de bû navenda pêngavê. Têkoşîna bi pêşengiya HDK û KCD'ê, ji aboriyê heta hawirdorê, ji meclîsê heta kolanan bi beşdariya her beşên civakê li dijî zext û zordariya desthilatdariyê dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de li girtîgehên Tirk girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo bidawîkirina tecrîdê ji 27'ê Mijdarê ve 288 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Li Başûrê Kurdistanê bi dirûşma 'Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina Kurdistanê ye' pêngav hate destpêkirin. Li dijî hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê hestiyariya civakî hate afirandin, kampanya hatin destpêkirin û hevkariya bi dagirkeran re hate teşhîrkirin. li gel berxwedana gerîla ya li vê qadê her wiha têkoşîna siyasî, civakî û dîplomatîk jî dewam dike.
ROJAVA - BAKURROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Rojava jî bi dirûşma 'Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye' beşdarî pêngavê bû. Bi pêngavê re li dijî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo berfirehkirina dagirkeriyê, derxistina şerê navxweyî û fetisandina ji aliyê aborî ve bend hate danîn. Hêzên siyasî û leşkerî yên şoreşê ji bo naskirina rewatiyê li qada navneteweyî û tacîdarkirina bi statuyê re hîn bêhtir derfet hatin afirandin; stratejiya dewleta Tirk a bitenêhiştinê bi serneket.
ROJHILATÊ KURDISTANÊ
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma 'Bes e ji darvekirinan re, dem dema demokrasiyê ye' tevlî vê pêngavê bû. PJAK, KODAR û hêzên leşkerî li gorî ruhê pêngavê hewldanên rêxistinbûn û parastinê dewam dikin.
EWROPA Û DERVEYÎ WELAT
Di serî de li Ewropayê Kurdên li derveyî welat bi pêşengiya jin û ciwanan bûn pêşengên vê pêngavê. Kurdên li Ewropa û derveyî welat bûn beşek ji pêngava li her parçeyî. li gel şewbê jî hunermend, reşwenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, kesayetên anskirî û bi milyonan mirovên ji her beşên civakê tevlî pêngavê bûn. Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi hezaran çalakî hatin lidarxistin. Li her welatekî karên dîplomasiyê hate meşandin. Dostên Kurdan ên xwedî li pêngavê derketin mil bi mil tevlî çalakiyan bûn û hin caran bi xwe bi însiyatîf rabûn, kampanyayên taybet meşandin.
GERÎLA HÊZA BINGEHÎN A PÊNGAVÊ YE
Bêguman gerîla hîn jî hêza bingehîn a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Di vê pêngavê de jî li her cihî derbê li hêzên faşîst dike û bi rola xwe radibe. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel piştî daxuyaniya Koneyê peyamek ji hêzên xwe re şand û diyar kir ku pêngav di heman demê de bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî ye û wiha got, "Di vê serdema girîng a têkoşîna me de li dijî êrişên topyekûn li ser berxwedana topyekûn hêzên me wê beşdarî vê pêvajoya pêngavî bibin û bi rola pêşengiyê rabin."
Gerîla li dijî êrişên dagirkerî û tunekirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Başûrê Kurdistanê li ber xwe dide û bi çalakiyên bi bandor bersivê dide. Gerîla ku bi pêngavê re pêşî li êrişên dewleta Tirk girt li gel parastina hebûna xwe ya li Bakurê Kurdistanê her wiha li Garê artêşa Tirk têk bir. Artêşa Tirk li ser vê yekê di şeva 23'ê Nîsanê de li ser Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Gerîla hesabên artêşa Tirk têk bir û nîşan da ku li Başûrê Kurdistanê jî hêza parastinê ye.