Bi hev re PKK’ê ji lîsteyê derxin

Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê gelekî watedar hate pîroz kirin. Bibinxistina êrişên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ev pîrozbahî bi coştir kir.

Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê gelekî watedar hate pîroz kirin. Bibinxistina êrişên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ev pîrozbahî bi coştir kir. Ji aliyekî din ve di vê salvegerê de PKK partiyeke çawa ye, baştir derkete holê. Hate ziman ku PKK ne tenê partiyek e ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Hate diyar kirin ku PKK ji bo azadiya jinan tekoşîneke mezin dike. Ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo azadiya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê jî piştgiriyeke mezin dike. Êdî ev rastî tê qebûlkirin ku PKK ji bo bipêşxistina tekoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê jî, partiyeke pêşeng e. 

Di salvegera 43'an de, tekoşîna derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst de jî, gihaye astekê. Êdî cîhan hemû dizane ku ji ber dewleta Tirk endamê NATO'yê ye, PKK xistine lîsteya terorê. Yekane sedema ku PKK xistine lîsteyeke wiha jî, ji ber têkîliyên berjewendiyan ên dewleta Tirk ên bi Ewrûpa û Emerikayê re ne. PKK îro partiyek û tevgereke siyasî ya herî azadîxwaz û herî demokratîk a cîhanê ye. Krîmînalîzekirin û qedexekirina partiyeke wiha, ji bo Ewrûpa û Emerîkayê şermek e. Vê gavê hêzên demokrasiyê yên Ewrûpa û Emerîkayê jî qedexekirina PKK'ê wiha dinirxînin. 

Vê gavê bi giştî li cîhanê ji bo PKK ji lîsteya qedexeyê were derxistin, tekoşîneke berfireh heye. Êdî ne dewletên Ewrûpayê, ne jî Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) dikarin qedexeyeke wiha biparêzin. Weke yekane welatê ku diparêze, Elmanya maye. Li welatên din, beşeke mezin a hêzên demokrasiyê û partiyên siyasî, alîgirê betalkirina qedexekirina PKK'ê ne. Lê ji ber ku biryara Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ye, dewlet hîna jî vê qedexeyê dewam dikin. Ev qedexe nikare were parastin, lê îradeyeke ku vê qedexeyê rake jî dernakeve holê. Tevî ku dadgeha Brukselê gotibû PKK rêxistineke terorîst nîne jî, dewama bicihkirina PKK'ê di lîsteya terorê de, skandalek e. Ji ber ku ev biryar ji bo welatên YE´yê biryareke emsal e.

Divê welatên demokratîk jî vê biryarê pêk bînin. Lê dema ku mesele Kurd in, ne qanûnên welatan ne jî yên gerdunî pêk tên anîn. Ji ber têkîliyên xwe yên berjewendiyan ên li gel dewleta Tirk, vê qedexeyê dewam dikin. Lê ti bingehê wicdanî, exlaqî û huqûqî yê vê biryarê nemaye.

Ji vî alî ve, temenê vê qedexeyê jî ne dirêj e. Ev qedexeya ku gelên cîhanê û hêzên wan ên demokrasiyê qebûl nakin, wê dewletên Ewrûpa û Emerîkayê jî neçar bimînin rakin. Ji ber ku ev biryar û qedexekirina PKK'ê, van welatan gelekî teşhîr dike. Derdikeve holê ku derbarê demokrasî, azadî û huqûqê de ji dil û dilsoz nînin. 

Di mijara derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê de berpirsiyariyên mezin dikevin ser milê hemû partî û tevgerên siyasî yên li çar beşên Kurdistanê. Di demekê de ya ku gelek partî û hêzên demokrasiyê yên li cîhanê, ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin hewl didin, nayê qebûlkirin ku partiyên Kurd hewl nedin, tiştekî nekin. Ketina lîsteya terorê ya partiyeke Kurd, êrişeke li hemberî Kurdan hemûyan e. Bi taybetî biryareke wiha ya derbarê PKK'ê de ku partiya herî mezin a Kurdan e, zirarê dide tekoşîna gelê Kurd hemûyî. Bêguman hêzên siyasî yên Kurd hemû jî ji vê yekê zirarê dibînin. 

Di xistina lîsteya terorê ya PKK'ê de, rola PDK'ê jî heye. Di qonaxa komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de jî, derbarê PKK'ê ku weke rêxistineke terorê ye, dosye amade kiribûn û şandibûn welatên dewletên Ewrûpa û dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê. PDK niha jî dema bi welatên Ewrûpa, Amerîka û welatên din re hevdîtinan dike, weke dewleta tirk, ew jî dibêje PKK rêxistineke terorê ye. Wisa ye ku PDK û rêxistinên girêdayî PDK'ê, dixwazin hêza siyasî ya tevgera azadiya Rojava PYD û hêza wê ya leşkerî YPG-YPJ û QSD jî bikevine lîsteya rêxistinên terorê. Bi vî rengî xizmeteke wiha jî didin dewleta tirk.

Vê gavê divê partiyên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê werin gel hev û ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê, kar bikin. Li Rojava PYD û partiyên Rojava yên bi hev re di nava tifaqê de ne, li Başûr YNK, Gorran, Komala, Yekgirtû û Newey Nwê, divê di nav kampanyayeke wiha de cih bigirin. Divê partî hemû, ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji PDK'ê jî bixwazin ku bibe xwedî helwêst. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, PJAK, PDK-Îran, HDK, Komele û partiyên li Bakurê Kurdistanê jî ji vî alî ve divê kar bikin. 

Kurt û kurmancî; erka derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê ya Ewrûpayê, di serî de dikeve ser milên partiyên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê. Gelê Kurd hemû dixwaze PKK ji vê rewşa qedexeyê derkeve. Divê partiyên siyasî yên Kurd hemû, li gorî vê îradeya gelê me tevbigerin. Ji ber ku mayîna PKK'ê di vê lîsteyê de, ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de, bandoreke nerênî dike. 

Ez hêvî dikim gelê Kurd û partiyên siyasî, bi rengekî aktîf tevlî tekoşîna derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê bibin, û di sala 44'an de PKK'ê ji lîsteya terorê derbixin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA