Berxwedana Sedsalê ya li dijî Komploya Navneteweyî - IX

Çapemeniyê Ewropayê digot, "Ji bo vê şevê balafirgehên Ewropayê hemû li Apo hate girtin." Serokwezîrê Rûsyayê jî bi navê Civata Dewletên Yekbûyî qedexe kiribû. Hêza ku ev biryar da, yekîneyek li derveyî qanûnan a mîna Gladiyoyê bû.

Ev pêvajo, 9'ê Cotmeha 1998'an li Balafirgha Atînayê bi pêşwazîkirina min dest pê kir. Parlamenterê dost û wezîrê berê Badûvas ez dawet kiribû, lê li şûna wî Serokê Îstîxbaratê Stavrakakîs ê bi navê kod Baby û Kalenderîdîs ê bi navê kod Agît ku xwe dost nîşan dida, li şûna Badûvas ez pêşwazî kirin. Tevî ku min ji wan re got, 'ez dixwazim serlêdana penaberiyê bikim û ev yek mafê min e', diyar ikrin ku wê bi zordarî tevbigerin û li ser vê yekê min berê xwe da Moskowayê.

Li Moskowayê ji aliyê parlamenter Jîrînovskî ve hatim pêşwazîkirin. Nûnerê me yê partiyê Nûman Ûçar bû. Piştre bi min dan fêhmkirin ku Serokwezîr Pîrmakov gotiye, herî zêde dikarim 9 rojan bimînim û eger neçim wê bi zorê min bişînin. Wê demê li mala parlamenter Mîtrofanov mam. Di dema Moskowayê de ku 33 rojan dewam kir, Dûmayê li hemberî dengekî dijber bi 298 dengan mafê min ê penaberiya siyasî qebûl kir, lê hikumetê ev yek bi cih neanî. Lewma min berê xwe da Îtalyayê.

LI BENDA DOSTANIYÊ BÛM, LÊ HATIM GIRTIN

Li benda dostaniyê bûm, lê hatim girtin. Dadgehê piştre biryara girtinê rakir. Lê belê di nava dorpêçiyeke tund û giran de hatim hiştin û ji bo revandina min her rê û rêbaz hatin bikaranîn. Piştî şêst û şeş rojan, neçar mam ku derkevim. Di vê pêvajoyê de parêzer û tercûmanên min ên Îtalyayî hebûn. Dikarin rewşê vebêjin. Parêzerê min ê parlamenter Pîapîsa û tercûman Ahmet şahidê bûyeran hemûyan e.

Dema ku li Moskowayê vegeriyam, tevî ku wan soz dabûn, careke din bi helwesteke tund nêzî min bûn. Yên ku bi navê DYE û Îsraîlê hatin, Madleîne Albrîght û Arîel Şaron bûn. Nîqaş li ser krediyên ÎMF'ê dihate kirin. Projeya Herikîna Şîn jî di rojevê de bû. Bawerim di berdêla radestkirina min de di krediyên ÎMF'ê û Projeya Herikîna Şîn de bi rayedarên Moskowayê re li hev kirin.

Di rawestgeha dawî de, piştî ku generalê teqawît Nagzakîs û tercûman Ayfer Kaya balafireke taybet anîn, ji Petrogradê daketim Atînayê. Ji VÎP'ê derbas bûm û şevekê li gel xizmê Nagzakîs mam. Piştî rojekê ji bo Wezîrê Karên Derve Pangalos bibînim çûm cihekî, lê li wê derê careke din Serokê Îstîxbaratê Stravrakakîs ez pêşwazî kir. Ez ketibûm xefikê. Bi zorê birin cihekî. Piştî ku rojekê bi balafirê li hewayê gerandin, min daxistin Girava Korfû. Çapemeniya Ewropayê digot, "Îşev balafirgehên Ewropayê hemû li Apo girtî ne."

YEKÎNEYA NEQANÛNÎ YA BI RÊBAZA GLADÎO YA NATO'YÊ

Serokwezîrê Rûsyayê jî bi navê Civata Dewletên Yekbûyî qedexe kiribû. Eşkere bû ku di asteke gelekî bilind de biryar hatibû dayin. Piştre hate fêhmkirin ku ev biryar bi rengekî veşartî li Swîsreyê hatiye wergiritn. Hêza ku biryar da, yekîneyeke li derveyî qanûnê bû ya bi rêbaza Gladîoya NATO ku di kontrola DYE'yê de bû. Piştre eşkere bû ku heman yekîneyê revandina min a ber bi Kenyayê plan kiriye. Di çapemeniyê de jî ispat bû ku di vê de roleke xurt a Îstîxbarata Îngilîz heye.

Hikumeta Yewnan xwe spart dostaniya sexte û bi rola taşeroniyê tevgeriya. Kalenderîdîs ji min re got ku di nava 15 rojan de wê parasporta Komara Başûrê Efrîkayê ji min re bê dayin, ji bo vê jî divê li Sefaretxaneya Bilind a Yewnan a li Kenyayê bimînim ku wê ewletir be. Ji ber ku min ji Kalenderîdîs ê bi navê hikumetê bi min re axivî bawer kir, ez revandin Kenyayê. Hikumeta Yewnan û Sefîrê Bilind Kostûlas tevî ku haya wan ji revandinê hebûn, eşkere nekirin. Roja dawî bi emniyeta Kenyayê re li hev kirin, bi navê Pangalos garnatî dan û gotin, "Em diçin Hollandayê". Bawerim bi bandora madde hişbir em revandin balafirgehekê û 2 radestî yekîneyeke ewlekariyê ya taybet a Tirk kirin ku ji 2'ê Sibatê ve amadekarî dikir.
Ji xwe nûnerê taybet ê Serokê DYE'yê Clînton Blîndken ji çapemeniyê re eşkere kir ku operasyon bi fermana taybet a Clînton hatiye kirin. Ev agahiyên kurt ên min dan jî nîşan dide ku hukmên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin û tevî ku serlêdana min a penaberiyê hem li Îtalyayê hem jî li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê hate qebûlkirin, bi rengekî ne hiqûqî hatime revandin. Li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê ya li Kenyayê ku lê bi zorê hatim radestkirin, Sefîrê Bilind Kostûlas bi xwe ji min re got ku serlêdana min a ji bo penaberiyê hatiye qebûlkirin û bi cih tê anîn. Bi rêya parêzerekî ji Yewnanîstanê hat, min hewl dida vî karî li Atînayê bixim meriyetê. Li Kenyayê jî bi fermî di çarçoveya PMME'yê de bûm. Ji ber vê yekê min qebûl nekir ku bi zorê min derxînin derve û min li ber xwe da.

Bi kurtasî ji 9'ê Cotmehê heta 15'ê Sibatê diviyabû hukmên PMME'yê ji bo min bihata bikaranîn. Rûsya jî di nav de erka ti hikumetê nîne ku mafên peyman eşkere dike bin pê bike. Ez tevlî serlêdanên parêzerên xwe yên derbarê van dewletan de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirine, dibim. Diyar dikim ku ez gilî dikim û beriya Doza Îmraliyê divê serlêdanên derbarê van welatan de yanî derbarê Yewnanîstan, Îtalya û Rûsyayê de hatine kirin bên lêkolîn. Bi vî rengî wê rûyê rast ê revandina min ronî bibe û piştre jî eşkere bibe ku destgîrkirina min li dijî PMME'yê ye.

BILA DADGEH HELWESTEKE WATEDAR NÎŞAN BIDE

Dema ku radestî tîmên Tirk hatim kirin, ti pîvan bi cih nehatin anîn, di vê mijarê de ti belge nîne, her wiha ji ber ku bûyer li nava sînorên Ewropayê qewimî, hukmên PMME'yê hatine binpêkirin. Li ser vê bingehê, ji ber ku bingeheke hiqûqî ya rûniştinên Îmraliyê nîne, wê di cih de be ku rûniştinên Îmraliyê bi biryara 'doz nîne' ya jî 'nebûye' bi encam bibe. Biryareke berevajî vê bê dayin wê li dijî PMME'yê be. Naxwe wê hiqûq jî tevlî pêvajoya komployê bê kirin û DMME weke xelekek ji vê zincîrê bê kirin. Pê bawerim ku Dadgeha Bilind wê vê yekê qebûl neke. Hêvîdar im wê Dadgeha Bilind li dijî vê lîstika revandinê ku wê jî eleqedar dike, wê helwesteke watedar nîşan bide û biryareke dîrokî ya li dîroka xwe tê bide.

Wê bidome...

Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.