Berxwedana Sedsalê ya li dijî Komploya Navneteweyî - IV

Komploya 9'ê Cotmehê-15'ê Sibatê ku parçeyek ji hewldanên kolonîkirina gelê me ya ji dema Sumeran û vir ve ye, weke komploya herî berfireh a komployan ku xwe dispêre kes û hêzên noker ên xwe weke dost nîşan didin, negihîştiye armanca xwe.

Ji bo min helwesta herî rast ew bû ku parêznameya xwe bi şêweyê 'lihevkirina demokratîk û peyama aştiyê' pêşkêş bikim. Ji bo parastineke berfireh ne wext hebû, ne materyal ne jî ji aliyê amadekariyê ve rewşeke guncaw a psîkolojîk hebû.

Li ser pêvajoya Îmraliyê min gelek daxuyanî da. Zêde wateya xwe nîne ku xusûsên di vê mijarê de dubare bikim. Ji xwe ev parêznameya min bingeha moral, siyasî û îdeolojîk a diyalogên min ên bi parêzeran re ye û di asta temamkirinê de ye. Hin hêz û derdoran, hem li hundir hem jî li derve xwestin zerarê bidin helwesta min. Rewşa herî bi fikar ev bû. Min xwest van xusûsên ku ji tenduristî û mirina min jî girîngtir in, timî zelal bikim. Her tim propagandayek dihate kirin û dihate îdîakirin ku 'min bi dewleta kûr û Fermandariya Giştî re li hev kiriye ya jî teslîm bûme'. Armanceke vê propagandayê hebû; alîgirên navxweyî û yên derve dixwestin bi vê yekê re rûyê xwe yê rast veşêrin. Eger lihevkirinek hebûya, eşkerekina vê rewşê wê ji bo min helwesteke bi rûmet bûya.

Min her tim destnîşan kir ku rewşeke bi vî rengî nîne. Li ser mijara agirbestê jî, ji sala 1993'an û vir ve giraniyê didim ser wê. Herî dawî dema li Şamê bûm, 1'ê Îlona 1998'an bi rengekî yek alî min agirbest ragihand. Bi vê agirbestê ve girêdayî, 1'ê Îlona 1999'an min gaveke duyemîn avêt û diyar kir ku di nava merc û demeke maqûl de vekişin derveyî sînor û agirbestê bêhtir biryardar bikim. Di rewşa heyî de, ji ber şert û mercên mecbûrî hêzeke bi sînor li hundir maye û beşa mezin jî derketiye derveyî sînor, li ser bingeha parastina rewa ketine pozîsyona bendewariya 'lihevkirina demokratîk û diyaloga ji bo aştiyê'.

PIRSGIRÊKA TUNDIYÊ YA HÎN MEZIN Û DEMDIRÊJ

Siyaset, hikumet û parlament ji lênegerîna çareseriyê berpirsyar in û rewşa heyî ji her alî ve bi rîsk e. Nabe ku ji nedîtî ve bên; eger ev rewş li ser bingeheke erênî bi dawî nebe, wê rê li ber tundiyeke mezin û demdirêj vebe. Lihevkirin di nava pênaseya 'komara demokratîk û laîk' de tê bê dîtin. Baş tê zanîn, di hemû dewlet û sîstemên siyasî yên Tirkan de yên li Anatoliyê para Kurdan heye û ev yek herî dawî di avabûna Komara Tirkiyeyê û beriya wê jî di 'Şerê Rizgariya Neteweyî' de îspat bûye. Eger dest ji vê polîtîkayê bê berdan ku ji ber raperînan hatiye înkarkirin û heta niha dewam kiriye, wê derfetên çareseriyê derkevin holê. Nêzîkatiyeke stratejîk e ku Kurd weke welatiyên azad, gel û bi pîvanên hiqûqa gerdûnî bi komarê re bibin yek.

HÊZ, ŞEHÎD Û XELKÊ PKK'Ê LI HOLÊ YE

Ev helwesta ku bandor li bername, stratejîk û taktîkên serdema nû ya PKK'ê kiriye, ji ber ku bi beşên pêwendîdar ên parêznameya min de bi berfirehî hatiye nirxandin, ez ê dubare nekim. Ya ku divê polîtîka û helwesta xwe diyar bike, asta bilind a dewletê ye. Ev rastî ne tenê ji bo Kurdên li Tirkiyeê, ji bo Kurdên li hemû parçeyan weke nêzîkatiyeke stratejîk tê dîtin.

Tevî ku rastî ewqasî zelal e, beşeke girîng a helwestên xwe yên li dijî PKK'ê, bi îftiraya 'Apo meseleya Kurd li Îmraliyê vedişêre' ye ku vê yekê jî bo rûyê xwe yê gemarî û xayin veşêrin dikin. Gelekî girîng e ku ev yek baş bê şopandin û hesab bê pirsîn. Bi ferzkirina xiyaneta bê eman a deh salên dawî re, hem hin nokerên li Başûrê Kurdistanê, hem jî hin hêzên xwe li Ewropayê girtine, ji her alî ve bi Ewropayê hatine girêdan, nirxên moralê nas nakin û jiyaan xwe bi antî-Apogeriyê ve girê dane, wê bi van îftira û kampanya reşkirinê nikaribin xwe rizgar bikin. PKK bi şer û helwesta xwe ya aştiyane li holê ye. Hêza xwe, şehîd û gelê xwe li holê ye. Ev li ku ne? Şer dixwazin. Baş e kê bi destê wan girtine ku şer nekin? Bi sorkirina PKK'ê re xizmetê ji kê re, ji kîjan hêzê re dikin? Eger durust bin, meydan ji wan re vekiriye. Karibin bila meseleya Kurd li çiyê, li deştê, li bajaran, li gundan, li hundir û derve temsîl bikin. Bila heta dawiyê li ber xwe bidin û nîşan bidin ku ne sextekar in, ne îtirafkar in.

HEVKARÊN BAŞÛRÎ

Hêzên hevkar ên Başûrî bi dehan sal in li ser pişta PKK'ê bi xeyalê otonomiyê dijîn. Hem YNK, hem jî PDK'ê bi hêzên dûvikê xwe ve li dijî PKK'ê helwesteke giran nîşan dan. Du rê li ber wan e: Ya wê rexnedayineke ji dil bidin û xwe bidin ber aştî û lihevkirina demokratîk. Ya jî wê dest ji otonomiya ku heq nakin û bêyî PKK'ê nikare pêk were, berdin. Siyaset û dîplomasiya ku ev hêz çil sal in dikin, ji zexta çar hezar salî ya biyaniyan bêhtir zerar daye gelê Kurd. Qet nebe bila ji niha û pê ve durust bin û xwe bidin ber aştî û demokrasiyê. Naxwe bila bibînin ku dinya jî bê wê nikaribin xwe ji nava rewşa tê de ne rizgar bikin. Bila ji bîr nekin; biryardariya şehîdan, hevrêyan, gel û biryardariya min ev e.

KOMPLO DÛRÎ ENCAMGIRTINÊ YE

Pêvajoya min a li Îmraliyê wê li gorî ruhê vê parêznameya min bidome. Helwesta min wiha ye; mîna ku wê sibe lihevkirina demokratîk û aştî pêk were amade me, weke ku sibe wê şerê tinekirinê ji min destpê bike heta dawiyê li ber rabim û her tim bi bawerî, biryardarî û amadekarî bersivê bidim vê. Jiyaneke li derveyî vê yekê ne nas dikim ne jî fêhm dikim. Tevî kêmasiyên mezin jî yên ku dilsozê min in, divê ji her alî ve fêhm bikin bê ev rastî tê çi wateyê. Ev yek ji bo wan meseleyeke jiyanî ye. Gelekî girîng e ku mirov bi pîvanên dilsoziyê zanibin û jiyana xwe li gorî her rewşeke gengaz bi rêxistin û amade bikin. Komploya 9'ê Cotmehê-15'ê Sibatê ku parçeyek ji hewldanên kolonîkirinê ye yê ji Sumeran û vir ve li dijî gelê me tê kirin û xwe dispêre kes û hêzên hevkar ên xwe weke dost nîşan didin, dûrî serketina plankirî ye. Vê komployê, xayin û nokerên sedsala 20'an di bin sîwana îradeya herî bilind a emperyalîst de li hev civan. Wezîfeyeke gelên me û hêzên berpirsyar hemûyan e ku vê komployê veguherînin aştiyeke dîrokî ya Anatolî û Mezopotamyayê. Xwedîderketina li vê wezîfeyê, hem helwesta rast e ji bo yekparebûna xurt a welêt, hem jî helwesta herî rast a ji bo yekîtiya resen a komara demokratîk û laîk e. Ev yek di heman demê de rêya aştiya bi rûmet, biratî, azadî û wekheviyê ye ku hesreta dîrokî ye.

Wê bidome...

Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.