Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, dewam dike. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş ku di çalakiya nobetê de cih digre ji ANF’ê axivî.
Bêrîtan Guneş li ser meşa ku li dijî êrîşên li ser Rojava li sînorê Kobanê hat lidarxistin ev tişt got: “Me li dijî êrîşên li ser Rojava meşek li dar xist. Nobeta ku em 22 roj in li Nusaybînê didomînin, ji bo me û gelan xwedî wateyekî girîng e. Her çiqas bi sînorên çêkirî ji hev hatibe veqetandin jî tu ferqa Rojava ji Bakur nîne. Îdeala jiyana azad û êşên li Rojava jî wekî li Bakur in.
Em her roj careke din dibin şahid ku ev sînor nikarin têkiliyên xizmatiyê, girêdanbûna dîrokî û çarenûsa hevpar a gelan ji hev cihê bike. Em bi nobeta xwe ya ku bi rojan dewam dike re xwedî li heqîqet û berxwedana li Rojava derdikevin. Me meşa xwe ya bi beşdariya bi deh hezaran, bi bawerî û biryardariyeke mezin li dar xist. Ji roja ewil a nobetê ve gelên li çar aliyên herêmê piştgirî dan Rojava. Ji ber ku em bi Rojava re çarenûsa hevpar dijîn. Her biryara ku li wir tê girtin rasterast bandor li ser gelê li vir dike.
Em careke din destnîşan dikin ku gelê Rojava xwedî maf in ku di nava ewlehiyê de bijîn û rêz li hemberî statuya wan bê girtin. Em diyar dikin ku divê kesên ku van êrîşan pêk tînin demildest dev jê berdin. Aştî û xwişk-biratî encax bi rêzgirtina li hemberî mafê çarenûsê û hêviya jiyana hevpar, wekhev û azad a gelan pêkan dibe.
‘TOREKÎ HEVGIRTINÊ YA ENTERNASYONALÎST HEYE’
Bêrîtan Guneş bal kişand ser girîngiya xwedîlêderketina Rojava ji aliyê gelê Kurd ve û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Weke ku me li jor diyar kir, êrîşên li ser Rojava û modela jiyana nû ya ku li Rojava derket û bû rastiyek, ne tenê li wê derê re bi eleqeder e, xwedî wateyekî cuda ye jî. Çawa ku jiyana li Rojava îşaret bi jiyaneke hevpar ku gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bêyî ku li ser hev hikm bikin dikare bê avakirin dike, êrîşên li ser Rojava jî êrîşên li ser vê îdeala jiyana azad nîşan dide. Yanî xwedî derketina li Rojava di esasa xwe de xwedîderketina li îdala şoreşê, wekhevî û azadiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.
Loma îro li çar aliyên cîhanê tora hevgirtinê ya enternasyonalîst ava bûye. Lê em nikarin bibêjin ku ev terê dike. Di vê pêvajoyê de hem bi manîpulasyona di qada îdeolojîk û polîtîk de hem jû êrîşên fîzîkî yên hêzên kurewî û herêmî yên emperyalîst, tê xwestin ku Şoreşa Rojavayê bê fetisandin. Loma li Kurdistan, Tirkiye û hemû cîhanê dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Rojava’ bê mezinkirin û olandana felsefeya ‘Jin Jiyan Azadiyê’ di nav erkên herî lezgîn de cih digirin.
‘AVAKERÊ ROJAVAYÊ BIRÊZ OCALAN E’
Bêrîtan Guneş diyar kir ku avakerê jiyana li Rojavayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got “Dema em behsa Rojavayê dikin, esas em behsa jiyan û şoreşa li Rojava û avakerê fîkrî yê vê jiyan û şoreşê Birêz Absullah Ocalan dikin. Şoreşa Rojava, di sedsala 21’ekemîn de tevî ku xwediyên teza ‘dawiya dîrokê hatiye’ jî vê teza xwe red dikin, lê li dijî kesên ku ev tez ji bo xwe kirine armanca jiyanê, li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û li dor azadiya jinan a Birêz Ocalan hatiye avakirin.
Rakirina tecrîda li ser wî, jinûvedanîna maseyên mizakereyê û dabînkirina azadiya wî ya fîzîkî, xwedî giringiyeke jiyanî ye. Çinku modela li Rojava, ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê wekî mînaka berxwedan û têkoşîna mafdar a gelan balê dikişîne.
Îro di vê meş û nobedê de, em careke din vê paradîgmaya çareseriyê bi bîr dixin ku dê bibe wesîleya dawîlêhatina şerên li Rojhilata Navîn. Ev jî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û li ser esasê azadiya jinan e. “