Heyeta Îmraliyê hevdîtinê bi Koma Meclîsê ya AKP'ê re dike
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi Koma Meclîsê ya partiya desthilatdar AKP'ê re hevdîtinê dike.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi Koma Meclîsê ya partiya desthilatdar AKP'ê re hevdîtinê dike.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk pêk tê, bi koma AKP'ê re dest bi hevdîtinê kir.
Heyeta Îmraliyê ji aliyê Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala, Serokwekîlê Koma Meclîsê Abdullah Guler, Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengîn û Omer Çelîk ve hate pêşwazîkirin.
Heyetê beriya vê hevdîtinê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re hevdîtinek li çapemeniyê girtî kiribû.