Amedî wê êrişan pûç bikin

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê di dijminahiya li Kurdan û di şerê xwe yê qirkirina Kurdan de gaveke din diavêje.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê di dijminahiya li Kurdan û di şerê xwe yê qirkirina Kurdan de gaveke din diavêje. Dixwaze li cihê herî xweş ê Amedê, navê Devlet Bahçelî yê ku dijminê Kurdan e û dixwaze Kurdan qir bike, li daristanekê bike. Belkî jî hewldana herî dawîn a li Amedê bihata kirin, ev bû. Hewldaneke bi vî rengî karaktera îqtîdara AKP-MHP'ê ya dijminê Kurdan jî careke din datîne holê.

Daxwaza li Amedê navekî wisa li daristanekê kirin, dibe gaveke nû ya şerê şikandina îradeyê yê bi destê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê. Mirov rabe navekî dijminê Kurdan li daristana li Çiyayê Çilezîzan bike, ev qirkirin û serî tewandin e ku li Kurdan tê ferzkirin. Ev gav eşkere ye ku hatiye nîqaş û pîlankirin. Li vê derê îradeya gelê Kurd, îradeya xelkê Amedê tê ceribandin. Narazîbûna xelkê Amedê yê ku ev hewldana îqtîdarê bihîst, helwêsteke welê bû ku îqtîdara faşîst ne li bendê bû. Xelkê Amedê bi eşkereyî nîşan da ku ew ê qebûl nek navekî wisa li daristanekê were kirin.

Gel nerazîbûna xwe bi hêrseke mezin nîşan dide. Helwêsta xelkê Amedê, helwêsta gelê Kurd bi  giştî ye. Xelkê Amedê bi vê helwêsta xwe nîşan da ku şerê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku ji 24'ê Tîrmeha 2015'an ve ji bo şikandina îradeya gelê Kurd dimeşîne, bê encam maye. Xelkê Amedê careke din nîşan da ku ew wijdan û berdevkê gelê Kurd e. Xelkê Amedê tam jî weke gotina Rêber Apo ku digot, Amed navenda kurdayetiya azad e, tevgeriyaye. Em helwêsta xelkê Amedê û saziyên wê yên demokratîk pîroz dikin.

Yên ku sala 1975’an başbuxê Devlet Bahçelî nexistin Amedê, helbet îro jî navekî wisa li Amedê naxwazin. Xelkê Amedê tam jî li gorî ruhê 1975’an helwêst nîşan daye. Vî bajarê ku lê berxwedana mezin a zîndanê bi pêş ket, helbet wê bi awayekî din tevnegeriya. Amed bajarê berxwedan û şehadetên mezin e. Bajarekî wisa ye ku hêrsa şehîdan a li dijî dijminê mêtinger û qirker di dil û mêjiyê xwe de xwedî dike. Îradeya vî bajarî nayê şikandin, teslîm nayê girtin. Bêdengiya wî jî şêweyeke mezinbûna hêrsa wî nîşan dide. Ev bêdengî weke volkaneke li ber teqînê ye. Dema navê Devlet Bahçelî ji wan pirsîn, Amediyan hêrsa xwe tavilê nîşan da. Li Amedê bêdengiyeke weke beriya tofanê heye. Mirov vê yekê di çavê her amediyekî de dibîne. Jixwe, wê meşaleya ku Zekiye Alkan bi bedena xwe li ser Sûran vêxist, hîna jî pêketiye. Amed bajarê wan kesan e ku "bi qasî ku di oxira wê de bimrin ji jiyanê hez dikin."

Piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yî li zîndana ku girtiyên Kurd tê de bûn, li ser dîwarên wî dirûşmên MHP dijminê Kurdan hatibû nivîsandin. Gotina her kesê faşîst ê ku dixwest navê Kurdistanê ji dîrokê bibe û vî welatî bike meydana berbelavbûna tirkîtiyê li ser wan dîwaran hatibû nivîsandin. Ji Alparslan heta bi Kenan Evren, kesên ku Kurdistan dagir kiribûn, wêneyên wan li ser dîwaran hemûyan hatibû xêzkirin. Li Zîndana Hejmar 5 ku gotina “Ez Kurd im” sûcekî mezin bû, girtiyan çawa bersiv da, dinya pê dizane. Li Ameda ku li dijî zilmê bûye mala berxwedanên mezin, mirov rabe navê Devlet Bahçelî li daristanekê bike, ev tenê gava amedî hemû ji holê werin rakirin, mumkin e. Yek amedî jî bimîne, wê nehêle ku bi vî navî Amed were qirêjkirin. Ji ber ku li devereke Amedê kirina navê Devlet bahçelî, hewldana tecawizkirina li Kurdan hemûyan e. Eşkere ye ku gelê Kurd ê aşiqê azadiyê, wê bi ti awayî vê yekê qebûl neke. 

Di her karî de xêrek heye. Ev hewldana li Amedê ji bo derxistina holê ya rastiya gel, bûye wesîle. Bi vî awayî hat dîtin ku ruhê 1975’an bi xelkê Amedê re çiqas xurt e. Xelkê Amedê bi têkoşîna 45 salan ruhê 1975’an hîn xurttir kiriye, û ev ruh ti carî têk naçe. 

Ruhê 75’an fikr û nêrîna xwe ya siyasî, tevî bîr û baweriya xwe çi dibe bila bibe, aydî amediyan hemûyan e. Ev ruh, ruh û rêûresma bajarekî ye. Li ser vî esasî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi vê helwdana xwe gotin li cih be, das li çoka xwe xistiye. Ev hewldan helbet wê neçe serî ji ber ku fikirîna li tiştekî wisa bi serê xwe jî têrî dike ku amedî hêrs bibin. Xelkê Amedê xelkekî bi hêrs e. Herî baş jî şefên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ev hêrs dîtine.

Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya bê rawestan a 50 salî gihîştiye wê astê ku ji bo azadiya xwe şer bike û teqez Kurdistana Azad ava bike. Têkoşîna dehan salan û berxwedana li dijî zilmê berxwedêriya gelê Kurd zêdetir kiriye, zêdetir ew polîtîk kiriye.

Ez bawer dikim ku gelê Kurd ê polîtîk û berxwedêr êrişan hemûyan pûç bike û jiyana azad û demokratîk ava bike…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA