Şoreşa sedsala bîst û yekemîn

Wisa diyar e ku wê encama vê berxwedanê qeder û dahatûya vê şoreşê diyar bike. Di nav berxwedaneke wisa de em dikevin sala nehemîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê û belkî sala nehemîn bibe sala berxwedaneke mezintir.

Formulîzekirin û qiyasa zêde cewherê qels dike. Lê ev tişt tunebin jî îfadekirina fikrekê û ravekirina wê jî ne mumkun e. Nexwe di vê meseleyê de jî divê hevsenga optîmal were zeftkirin. Em bala xwe bidin vî tiştî û hin qiyasan bikin. Şoreşa Cotmehê ya Rûs a ku di çaryeka sedsala bîstemîn de pêk hatibû, tevî rastî, serkeftin, şaşî û têkçûnên xwe mohra xwe li sedsalê da. Di çaryeka dawîn a sedsalê de hatibe hilweşandi jî wekî Şoreşa Sedsala 20’emîn kete dîrokê. Bû diyarkera geşedanên di sedsala bîstemîn de.

Pirsa divê li vir bê kirin ev e: Şoreşa Kurdistanê ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ku mohreke mezin li çaryeka pêşîn a sedsala 21’emîn kir jî wê li sedsalê belav bibe? Gelo wê bibe Şoreşa Sedsala 21’emîn? Tevî tecrubeyên teorîk û pratîk ên Şoreşa Cotmehê ya Rûs wê karibe di warê teşekirina civakê de roleke bi bandor bilîze? Bêguman di navbera van her du şoreşan de tiştên wekî hev û cihê hene. Di hin waran de mirov karibe hinek tiştan bide ber hev jî, qiyasa di her warî de wê ne rast be.

Yek ji xala dişibe hev eve ku, her du şoreş jî di destpêkê de bêyî ku zêde xwîn birije pêk hatiye û li hemberî êrîşên piştre lê hatiye kirin bi salan li ber xwe daye. Her du şoreş jî fikrên şoreşên beriya xwe sentez kiriye, bi teoriyeke xurt û yekgirtî îfade kiriye. Şoreşgerên Rûs ên ku nîqaşa fikrî ya sedsala 19’emîn di serê sedsala 20’emîn de dîsa sentez kirine, Şoreşa Cotmehê ya Mezin li ser vî esasî pêk anîne. Şoreşa Kurdistanê ya li Rojava serkeftineke pratîk bi dest xistiye jî, fikr û tecrubeya xwe ya esasî ji sentezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirtiye.

Di navbera her du şoreşan de ji nêrînên teorîk heta pêşniyazên çareseriyê di gelek waran de cihêtî hene. Zemîna maddî ya ku xwe spartine ser û di warê hêza polîtîk û leşkerî de jî cihêtiyên mezin hene. Sermesee Şoreşa Cotmehê ya Rûs avakirina artêşên mezin, desthilatdarî û dewletbûn daye ber xwe.Dema mirov di vî warî de lê binihêre wê were dîtin ku Şoreşa Kurdan qels e.Her çi qas artêşên mezin ava nekiribe, nebûbe desthilatdar û dewlet jî, pratîka xweparastinê ya bi pêşengiya gerîlayên fedaî yen Şoreşa Kurdistanê di vî warî de bixwaze bibe rêveberiya demokratîk a civkaê xwedî girîngiyeke mezin e. Li holê ye ku li erdnîgariyeke siyasî ya wekî Kurdistanê pêkanîna hin guhertinan jî di siyaseta dinyayê de rê li ber guhertinên mezin vedike.

Di vir de problema esasî ev e ku, pratîka Rojava wê çiqasî karibe xeta Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê temsîl bike. Bi gotineke din pratîka şoreşger a li Rojava wê çiqasî li Kurdistanê belav bibe û pêwistiyên teoriya şoreşger wê di pratîkê de çi qasî pêk bîne. Ji bo vê pirsê mirov dikare bibêje ku hê nû gav tên avêtin, ji bo jiyana nû biryar tê girtin, li hemberî êrîşan şoreş tê parastin û ji bo avakirina teoriya şoreşger jî hewl tê dayin. Mirov bala xwe bidiyê, wê hemû bibe destpêkeke nû. Lê ne diyar e ku wê ev gavên destpêkê çawa geş bibe û ber bi ku ve biçe. Wê zeman bersiva rast nîşanî me bide.

Bêguman di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dema gelê Kobanê ji bo xwe bi rê ve bibe gava pêşîn avêt û ev tişt li bajar û navçeyên Rojava belav bû, xwedî girîngiyeke dîrokî ye, biryar û îradeyeke xurt e. Bêguman vê îradeya girseyî û biryardarî xwe dispêre biryara avakirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 1973’an de biryara wê dabû, biryara Berxwedana Zindanê ya di sala 1982’an de ya ku di Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de derket pêş û xwe dispêre biryara Pêngava Gerîlayan a di 15’ê Tebaxa 1984’an. Wekî dûmahîk û gava pratîk a nû wan derket holê. Di heman demê de xwe dispart berxwedana gelê Kurd a li dijî êrîşên dagirker a 200 salan û berxwedana li her çar parçeyên Kurdistanê ya li dijî êrîşên qirker. Ev berxwedan bi ser neketibin jî, çand û dîrokeke berxwedanê ava kirine. Ango palpişteke dîrokî ya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hebû.

Bi awayekî şênber piştî havîna 1979’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîst salan li Rojava xebateke mezin, gur û geş a ji bo perwerdehiya gel û rêxistinkirinê kiribû. Di pêvajoya komployê de jî heta astekê ev xebat hatibû kirin. Bandora şerê azadiyê ya di 1’ê Hezîrana 2010’an de li Bakurê Kurdistanê zêde bûye û geşedanên ‘Bihara Ereban’a li Sûriyeyê jî heye. Ev hemû bûne yek û 19’ê Tîrmeha 2012’ân de îradeya azadiyê ya Rojava derket holê.

Pratîka heşt salan dide diyarkirin ku aliyê siyasî û leşkerî yê Şoreşa Rojava qels e. Her çi qas hewl hatiye dayin di van waran de pêşveçûn were kirin, şopên dilbijandina pergalên desthilatdar û dewletan were dîtin jî, di warê pratîk de geşedaneke mezin pêk nehatiye. Ji ber ku pergala desthilatdar û dewletê ya global a ku pirsgirêka Kurdan ava kiriye, destûrê nade ku ev problem bi metoda desthilatdarî û dewletê were çareserkirin. Ji ber vê jî Kurdan geşkirina pergala rêveberiyeke alternatîf, li hemberî dewlet û desthilatdariyê konfederalîzma demokratîk a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk ji xwe re kirine esas. Îradeya gelê Kobanê ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de derxistiye holê, îradeya xwerêveberiyeke wisa ye. Bêguman ev rewş gelekî girîng e. Tê wateya ku Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê ji desthilatdarî û pergala dewletê xwe vediqetîne û berê xwe dide rêveberiyeke alternatîf. Yek ji xala sereke ya şoreşê ev e û ev rewş tê wateya hêzeke girîng.

Bêguman aliyên xweser ên Şoreşa Azadiyê ya Rojava heye. Vê xwerêveberiya demokratîk xwe dispêre azadiya jinan û ekolojiya civakî. Şoreşa Rojava bi vî awayê xwe dibe Şoreşa Azadiyê ya Jinan û Şoreşa Ekolojîk. Li cihekî wekî Rojhilata Navîn a ku civakîbûn, kelepora desthilatdarî û dewletê gelekî lê xurt e,ev gavên şoreşgerî yên di van qadan de wateyeke xwe ya girîng heye û rê li ber guherînên mezin vedike. Ev jî aliyê îdeolojîk û civakî ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê derdixe pêş. Tişta ku nû ye û şoreşa Rojava xurt dike, ev rastî ye.

Vê rastiyê bandor li hemû kesan kiriye, ligel ku aliyê wê yê leşkerî û siyasî qels e jî bala hemû kesan kişandiye. Li ser vî esasî hemû bindestên dinyayê di şoreşa Rojava de rizgariyeke nû dîtine, berê xwe dane Rojava û tevlî avakirina û parastina şoreşê bûne. Di heman demê de hêzên desthilatdar û dewletê yên li cîhanê jî geşedanên li Rojava ji xwe re wekî xetereyeke mezin dîtine, di serî de çeteyên faşîst ên wekî El Kaîde, OSO û DAÎŞ’ê û piştre jî faşîzma AKP û MHP’ê şandine ser şoreşa Rojava. Li ser vî esasî parastina şoreşê didome. Di vî şerî de çete têk diçin, şoreş jî hatiye asta ku li hemberî feraset û siyaseta faşîst û qirker li ber xwe bide.

Wisa diyar e ku wê encama vê berxwedanê qeder û dahatûya vê şoreşê diyar bike. Di nav berxwedaneke wisa de em dikevin sala nehemîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê û belkî sala nehemîn bibe sala berxwedaneke mezintir. Di sala nehemîn de kedkar û avakarên şoreşa azadiyê ya Rojava pîroz dikim, şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim û di sala nehan de serkeftinên mezin jê re dixwazim.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA