Bûyera ku şeva 28-29'ê Tebaxê li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê qewimî dawiya dawî eşkere bû. Ji yekîneya HPG'ê ya ku kete kemîna PDK'ê gerîla Hakî Zîlan piştî ku ji kemînê rizgar bû û xwe gihand hevalên xwe, qala bûyerê kir.
Beriya niha bi demekê li heman herêmê bûyereke bi heman rengî qewimî bû û ji yekîneya HPG'ê ya ji 3 kesî heta niha agahî nehatiye wergirtin. Li gel bangên HPG'ê û raya giştî ya Kurd, rayeedarên PDK'ê ti daxuyanî nedan. Lewma gotinên Hakî Zîlan ên li ser bûyera duyemîn ji bo bûyera destpêkê jî derbasdar e.
Li gorî agahiyên ku Hakî Zîlan parve kir, yekîneya HPG'ê ya ji 7 kesî ji bo li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer bike, ji Qendîlê derbasî Behdînanê dibû. Yekîneyeke têkel bû ku ji gerîlayên ji qadên cuda ji wezîfeyên cuda hatibûn û tenê ji bo rêwîtiyê hatibûn birêxistinkirin.
Di şeva 28-29'ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê piştî ku ji Çemê Zê derbas bû, kete kemîneke PDK'ê ku berê li herêmê hatibû danîn. Yên ku kemîn danîbûn bêyî ku hişyariyekê bidin bi rengekî yekalî êrişeke giran kirin, gule reşandin.
Diyar e ku pê zanîbûn bê yên di rê de ne kî ne û ji berê ve ew dişopandin. Bi zanebûn û ji bo kuştinê ew kemîn danîn. Bi vî rengî li dijî gerîlayên HPG'ê bi rengekî fermî şer ragihandin.
Gerîla Hakî Zîlan wiha dewam dike: Êrişeke giran bû û ji çar aliyan ve fîşek dihatin reşandin. Em li gorî sîstema gerîla dimeşiyan û ez li herî dawî bûm. Bi gulereşandinê re hevalên li pêş ketin. Ji ber ku fîşek li wan ketin negihîşt min. Min bang li wan kir, piştî ku bersiv nedan fikirîm ku şehîd bûne. Bi qedemeyekê min xwe vekişand û li nava tehtan xwe veşart.
Piştî ku bû sibeh, wesayitên PDK'ê hatin cihê êrişê û piştî ku demekê li cenazeyan reşandin, cenazeyên hevalan birin. Hevalên birîndar hebûna jî wê demê hatin qetilkirin. Bêçek û bêpêlav 16 rojan bi rengekî veşartî meşiyam û min xwe gihand hêzên HPG'ê.
Agahiyên ku ji aliyê gerîlayê HPG'ê Hakî Zîlan ve hate dayin eşkere û şênber e. Bi vî rengî bûyer hate ronîkirin.
Hêzên PDK'ê bi zanebûn û plankirî kemînê datînin pêşiya gerîlayên HPG'ê û bi şev li yekîneya gerîla ya dikeve kemînê dixin. Di encamê de 6 gerîlayan dibin, mirî yan jî sax. Tê zanîn ku yek ji van şeş gerîlayan bi birîndarî dîl ketiye dest û tevî fermandarên HPG'ê Şoreş Mardîn û Tolhildan Raman pênc gerîla jî şehîd bûne.
Herhal rêveberiya PDK'ê piştî vê êriş û komkujiya eşkere nikare bêje 'Min li dijî PKK'ê dest bi şer nekiriye'. PDK bi vî rengî mîna dewleta Tirk, tevî dewleta Tirk li dijî PKK'ê dest bi şer kiriye.
Tê zanîn ku ji gerîlayên ji aliyê PDK'ê ve şehîd hatin xistin Şoreş Mardîn û Tolhildan Raman li Rojava, Brûsk Mûnzûr jî li Şengalê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Hin ji wan di wî şerî de birîndar bûn, piştî ku tedawî bûn berê xwe dan Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo tevlî şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin derbasî Behdînanê dibûn.
Ji xwe Behdînan niha di nava şer de ye û her kesên diçin Behdînanê jî ji bo tevlî vî şerî bibin diçin. Ji her kesî bêhtir PDK bi vê zane.
Gelo ev kiryarên PDK'ê ku li Xelîfanê kemîn danî û gerîla qetil kir, tên çi wateyê? Bi kemîna li dijî gerîlayên ku ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê şer bikin bi rê ketibûn, PDK dixwaze şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk asteng bike. Bi vî rengî piştgiriyê dide dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Başûrê Kurdistanê.
Bi faşîzma AKP-MHP'ê re li dijî PKK'ê hevkarî, hevaltî û tifaqa şer çêdike. Naxwaze berxwedana azadiyê ya Kurdistanê, lê belê dagirkeriya dewleta Tirk bi ser bikeve. Jê jî wêdetir, hewl dide ku tola DAÎŞ'ê hilîne ku DAÎŞ li Şengalê û Rojava hate têkbirin. Tişta ku PDK'ê li Xelîfanê kir ji bilî vê yekê nayê ti wateyê.
Eşkere ye, PDK a ku li Heftanîn, Metîna, Avaşîn û Xakurkê hewl dide ji başûr ve dor li gerîla bigire û bingehê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re amade bike, bi komkujiya li Xelîfanê re hîn zêdegavî kiriye û tevî dewleta Tirk li dijî gerîla dest bi şer kiriye.
Bûye hevparê sûcê faşîzma AKP-MHP'ê ku li Metîna, li Zapê, li Avaşînê bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayên azadiyê yên Kurd dike. Piştgirî da faşîzma AKP-MHP'ê ya ku ji Heftanînê heta Xakurkê daristanên Kurdistanê dişewitîne û dibire.
PDK, dema ku li Hewlêrê sîxurekî MÎT'ê tê kuştin qiyametê radike, li Silêmaniyeyê dema ku milîtanê PKK'ê Şukru Serhat ji aliyê MÎT'ê ve hate qetilkirin, dengê xwe dernexist.
Zêdeyî deh sal in piştgiriya êrişên hewayî yên faşîzma AKP-MHP'ê dike ku bi piştgiriya îstîxbaratê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di van êrişan de nêzî hezar şervanên azadiyê yên Kurd hatin qetilkirin. Eşkere ye ku di van êrişan de jî par û sûcê rêveberiya PDK'ê gelekî mezin e.
Belê ji aliyê dîrokî ve nokerî û xiyanetek li Kurdistanê heye ku xwe dispêre hêzên serdest ên eşîrî-feodal. Ev hêz û xeta wan a nokerî-xiyanetê timî civaka Kurd parçe kiriye û li pêşberî dijminan lawaz hiştiye.
Dibin asteng ku şert û mercên guncaw ên derfetên girîng ên azadiyê bêne bikaranîn, li pêşiya azadiya Kurdan timî dibin asteng. Ji Medan û vir ve rûyê neyînî yê lanetbûyî yê dîroka Kurdan timî bi vî rengî bûye. Kurdan ev yek bi gotina 'xwe ji bo tasek şorbeyê difiroşe' pênase kirin. Her wiha bi gotinên gelekî girantir mehkûm kirine.
Lê belê divê em vê rastiyê baş zanibin; di ti serdemeke dîrokê de hevkarî-xiyanet negihiştiye vê asta ku PDK gihîştiyê. Ti carî ewqasî neketibû.
Di demekê de ku dîrok derfet û firsendên guncaw pêşkêşî Kurdan dike, ji bo berjewendiyên şexsî û malbatî, têkilî û tifaqeke bi vî rengî bi rêveberiya AKP-MHP a faşîst û qirker û dijminê Kurdan re ji bilî vê yekê nayê ti wateyê.
Tifaqa PDK-Dewleta Tirk a heyî wekî din nikare bê vegotin. Eşkere ye ku ev tifaq tifaqa bi DAÎŞ û MHP ên dijminê Kurdan re ye. Ji xwe êrişkarî û dijminatiya li Şengal a azad, nîşaneya vê yekê ye.
Her kesê ku ji xwe re dibêje 'ez Kurd im û welatparêz im' divê beriya her tiştî vê rastiyê bibîne û li dijî polîtîkayên heyî yên PDK'ê li ser vê bingehê helwestê nîşan bide. Divê mirov êdî xwe ji gotina 'Yekîtiya Kurd' û 'Yekîtiya Neteweyî' ya bêpîvan rizgar bike.
Yekîtiya neteweyî ya Kurd divê xwe bispêre pîvanên demokratîk û welatparêziyê yên di asta azadiyê de. Divê li ber her cûre dagirkerî, mêtingerî û qirkeriyê rabin. Eşkere ye ku têkoşîna li dijî mêtingerî û qirkeriyê ji têkoşîna li dijî nokerî û xiyanetê ne cuda ye.
Em li vê derê Şoreşan, Tolhildanan, Axînan, Brûskan, Serdeman û Serweran, hemû şehîdên Xelîfanê careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Ew rûmeta Kurdîtiyê, mirovahiyê, jiyana azad û demokratîk e. Ew bi rengekî şênber li ber nokerî û xiyanetê rabûn, rêya rast nîşanî me dan, nîşan dan ku divê em çi bikin. Ew bûn şehîdên leheng ên Kurdan, gelan, jinan, hêzên demokratîk û azadîparêz.
Wezîfeya me hemûyan e ku wan rast fêhm bikin û xwedî li bîranîna wan derkevin. Li dora wan bicivin û ji bo pêkanîna armancên wan têbikoşin. Heta serketinê li dijî qirkerî û faşîzmê li dijî nokerî û xiyanetê têbikoşin.
Yên ku vê bikin dikarin bibin şoreşger, demokrat, azadîparêz û welatparêz. Ji vê û pê ve ya bê kirin tenê gotin e, xwe xapandin e, pêşîvekirina li nokerî û xiyanetê ye. Divê kes vê yekê li xwe nîne û nekevin vê rewşê.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA