Gelo çi bi serê Nusret Tebîş hat?

Di şexsê bûyera Tebîş de lîstikên tarî yên kontra ku dewleta Tirk li dijî PKK'ê, li dijî Kurdan dimeşîne, careke din kete rojevê.

Ev demeke çapemeniya şerê taybet a Tirk bênavber li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên derewîn dimeşînin. Derewên wan li pêş çavan e, lê vê demê ew îdîayên ku dibêjin 'kiryarên hin bûyeran hatine kuştin' li ku derê derket? Gelo bi vê yekê hewl didin nîşan bidin ku qaşo MÎT ti sûcî bêceza nahêle û dixwazin vê yekê bikin amûrek ji motîvasyona hundirîn. Bêguman na!

MÎT a ku demeke dirêj e li ser Rojava dixebite, bi rêya çapemeniya şerê taybet gelek nûçeyên derewîn çêkir ku bi wan îdîa kir 'Ji Rojava êrîş li ser nava Tirkiyeyê hatiye kirin'. Ev nûçe hem ji bo êrîşên artêşa Tirk weke zemînekê hatin bikaranîn, hem jî bi dosyayekê li qada dîplomasiyê hate bikaranîn ku nîşan bidin 'Rojava li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê rîsk e û qaşo hêlîna terorê ye'. MÎT'ê li ser vê mijarê dosya amade kir û li gel Wezareta Karên Derve kampanyayek meşand. Ji bo vê kampanyayê hevkarekî nû jî kirê kiribûn. Bi rêveberiya PDK'ê ya li Başûrê Kurdsitanê re beriya niha peymanên cuda kir û PDK kir şirîkê lîstikên xwe yên di karên derve de dimeşîne. Ji ber vê yekê danûstandin û hevdîtinên Mesrûr Barzanî yên li derveyî welat yekser ji aliyê MÎT'ê ve hatin plankirin û Wezareta Karên Derve ya Tirk ji bo wî hevdîtina bi hin hêzên navneteweyî re plan kir. Di van danûstandinên derveyî welat de jî wezîfeya Barzaniyan ew bû ku notên ji Tirkiyeyê li ser PKK'ê, Rojava û YPG'ê wergirtiye bike mijara bingehîn a 'dîplomasiya Kurd'.

Operasyona Nusret Tebîş ku weke berpirsyarê çalakiya Gungoren a 27'ê Tîrmeha 2008'an a li Tirkiyeyê hate nîşandan, çend roj berê xistin rojevê ku ev operasyon tenê parçeyekî qirêj ê van operasyonên derewîn e. Li gorî îdîayê, Nusret Tebîş li Hesekê ku dilê YPG'ê ye, bi operasyonekê hate bêbandorkirin.

Baş e, gelo rastî çi ye? Nusret Tebîş kî ye? Niha li ku ye û rewşa wî çi ye?

Balkêş e ku Nusret Tebîş heman piştî çalakiya Gungorenê di sala 2008'an de li Tirkiyeyê weke 'bombevan' hatibû girtin. Pênc salan li girtîgehê hate hiştin û piştre ji bo bi rengekî negirtî bê darizandin hate berdan. Ne tenê Tebîş, her wiha gelek welatparêzên Kurd ên pê re ji heman dosyayê dihatin darizandin, mîna wî hatin berdan. Tebîş ku darizandina wî dewam dikir, sala 2013'an derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li vê derê bi nasnameya xwe bi rengekî eşkere dijiya.

Detayeke balkêş e, tam 14 sal piştî çalakiya Gungorenê, beriya çend mehan welatparêzekî Kurd H.T. ê li Başûrê Kurdistanê bi cih bû û ji heman dosyayê piştî pênc salan beraat kir, bi sûîqestê hate birîndarkirin.

Yanî Tebîş ê ku çapemeniya şerê taybet a Tirk wî weke 'bombevanê lê dihate gerîn' pênase dike, derketibû pêşberî dadgehên Tirk, 5 salan li girtîgehê hatibû hiştin. Piştre jî bi rengekî eşkere û fermî ji sînor derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li vê derê bêyî ku pêwîstiyê bi veşartina xwe bibîne, jiya bû.

Tiştên balkêş ên der barê bûyera Tebîş ne tenê ev agahî ne. Li Başûrê Kurdistanê demekê li Hewlêrê tevlî çalakiyên HDP'ê bû û piştre ji ber sedemên cuda sala 2020'î ji karên siyasî qut bû. Piştre jî Tebîş di sala 2022'an de, yanî beriya niha bi şeş mehan destpêkê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve di encama lêpirsîneke edlî de di serdegirtina mala wî de tevî 4 kesên pê re hate destgîrkirin û çend mehan agahî jê nehate girtin. Xizmên Tebîş ji PDK'ê xwest aqûbeta wî eşkere bike û rayedaran ji wan re gotin, 'Em ê di dema pêş de agahiyê bidin we'. Piştre çi bû? Nusret Tebîş ku digotin 'Li Hesekê, li cihê dilê YPG'ê bi operasyona taybet a MÎT'ê hate kuştin', beriya demekê radestî Tirkiyeyê hate kirin!

Mebesta min çi ye? Mebesta min ev e: Di şexsê bûyera Tebîş de lîstikên tarî yên kontrola ku dewleta Tirk li dijî PKK'ê, li dijî Kurdan dimeşîne, careke din kete rojevê. Bûyera Tebîş di heman demê de raxist pêş çavan ku PDK di nava vê lîstika tarî de çawa mîna rêxistineke kontra tevdigere. Bi bûyera Tebîş re her wiha ispat bû ku bi operasyonên derewîn ên bi heman rengî re Tirkiye hewl dide çalakiyên mezin ên li nava Tirkiyeyê hatine kirin bi Rojava re têkildar bike û li qada navneteweyî li dijî Rojava atmosferekê biafirîne.

Wekî din... Ev terora dewletê, çîrok, derew, kûmpas, operasyonên xapandinê yên dewleta Tirk hemû li aliyekî, pirseke bi vî rengî dikeve hişê mirovan: Gelo çi bi serê Nusret Tebîş hat?