Çarenûsa guloka ji Medan heta Apoyiyan

Em aniha bi wê serkeftinê dîrokê ji hibira pênûsa berxwêderan, latê şikeftên çîyayê Kurdistanê bi meşela 27 mijdarê dineqişînin bêdawiyê.

Di dîrokê de têgîna Med, Kurd, Kawa, Agir, Çîya, azadî, serîrakirin, îxanet û berxwedan di rehê axa Kurdistanê de, tovê jiyanê di eynî guloka çarenûsê de reşandî ye. Lê rengê guloka Kurdistanê her carê bi têgînekê reng guherî ye. Rengê her têgînekê tekiliyê dem- wext û qarekterê kesayetekî temsil dike. Ev jî ji xwezaya Kurd û Kurdistanê bêtir bi bandora hêzên desthilatdar, dagirker, qirker û mêtînger yên wekî Îngîlîz, Fransa, Rûsya, Emerîka, Tirk, Îran, Irak û Sûrî de çêbûye. Sedemê wê dewlemendiya çavkaniya sererd û binerd ku divê tekez herkes jê payeke bilind zevft bike hicûm kirine. Bi vê re welatê zîv û zêra, civaka bi xêr û bêr, gelê zindî û herikbar bi rêngê perda spî, sor û tarî û bi qurbankirina Kurdan li ser xaka Kurdistanê raxistine. Êdî Kurdistan bibû meydan a şer; carna bi agirê şerê Persa, car bi agirê şerê osmanya, car bi agirê şerê Ereba û car bi agirê şerê hêzên hegemonîk dişewite. Bi hezaran zilamê Kurd tên qetilkirin, jinên Kurd tên revandin û tecawizkirin û zarokên Kurd di dibistanên razayî de hatine hilandin. Kurda jî serî netewand li beraberî hêzên êrîşker, dagirker û sîyaseta qirker li Rewandûzê, li Botanê, li Agirî, li Colamergê, li Dêrsimê û pêderpê tavilê eşîra ji bo parastina xweseriya xwe 28 caran serî rakirine. Her 28 serîrakirin jî ji aliyê hêzên êrîşker bi şêwazê hovanê hatine perçiqandin, hatine tepisandin û herî dawî hevkar û nokerê Kurd Îsmet Înönü bi gotina " Kurdistana Xeyalî li vê derê medfune" bi encam kirin û heta 27 mijdarê sala 1978’an damezirandina PKKê domand. Rengê perda tarî û grî bi şêwazê komkujiya spî dinava ewrê reş de zevt kirin, kolekirin û bê bandorkirin. Êdî gotinek aîdê Kurd û kurdistana bi " Kurdistan a Xeyalî li vê derê medfune " bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi hebûna xwe hat qedexe kirin. Piştî 1938’an nifşê zarokên Kurd di şevên reş û tarî de bi van çîrokan mezin bûne. Êdî di şûna Kurd û Kurdistanê de tirkitî, ereptî, farsîtî bi tirs kuştin û îşkencê bicîh kiribûn.   

27 mijarê roja damezirandina PKK'ê rengê spî, sor û tarî çirand û weke şewqeke tirêja rojê li ser xaka Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê hilat. Êdî xaka Kurdistanê bi rengê kesk, sor û zer xemilî û bi wata tovê azadî, serfirazî û hebûnê şitil da. Bi xweşî û şadiya xemla biharê ruhê koletî têkbir, dilê xemgîn coşand, vîna şikestî bihêz kir û her ber bi zanebûna pêşerojê ve dahf da. Li zîndana Amedê di şexsê berxwedana Mazlûm, Xeyrî, Ferhad û Sarayan de bingehê hêvî û baweriyê hat avêtin, li Dihê û Şemzînanê bingeha şerê azadiyê hat destpêkirin û li ser vê mîratê meşala 27 mijdarê ji destê gerîlayên azadiyê li her çar perçê Kurdistanê geriya û her şev bû balyoza tolhildanê ku bi ser dijmin de biteqe enerjîk bû. Ev roj ji bo gelê bêdeng bû deng, ji bo gelê kerr bû guh, ji bo gelê kor bû ronî, ji bo gelê lal bû ziman û gelekî ku hebûna wî tune dihat hesibandin, heyîkir. Ev roj bû tolhildan, bû hêvî, bû bawerî, bû destan û bi kelecana vê rojê ruhê mirî zindî bû, dilê vemirî pêket, mejiyê cemidandî şixulî û êdî çerxa koletiyê veguherand azadiyê. Û çarenûsa guloka ji medan heya apociyan şewq da. Lewma 27 mijarê roja serfirazî, serbilindî, şanazî û şerefê ye ku kelecana wê mirov bêkeser dihêle. Ji ber cehwera xwe dispêre bîranînên duho, roja tê de dispêre heqîqetê, siberojê dispêre xeyalê pêşerojê. Bû pirek ji medan heya Apociyan ku dîrokek ji lehenga, ji fedayiyên nemiran ji mêrxasan, ji wêrekan beridî. Ev meşale îro li Behdînan, li Zapê, li Avaşînê li beraberî dijmin felsefa binketinê ku li ser Kurda ferz dike pûçkir û felsefa serkeftinê bi serxist. Em aniha bi wê serkeftinê dîrokê ji hibira pênûsa berxwêderan, latê şikeftên çîyayê Kurdistanê bi meşela 27 mijdarê dineqişînin bêdawiyê.

 27 mijadarê roja damezirandina PKK'ê 43 salan li pêy xwe dihêle û dikeve sala 44’an de, gelo 43 sal çawa derbas kir?, Çi hate jiyîn? Ji wê rojê û bi vir de bi israra serkeftinê bi zor û zahmetiyên mezin rûbirû ma.