Zingila Dêra Surp Gîragos piştî 97 salan lêxist

Zingila Dêra Surp Gîragos piştî 97 salan lêxist

Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos ya dîrokî ya li Amedê hate restorekirin û ji bo îbadetê hat vekirin. Ayîna vekirinê wekîlê Patrîk yê Ermeniya a Tirkiyeyê Aram Ateşyan bi rê ve bir.

Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos ya Amedê ku dêra herî mezin ya Rojhilata navîne û berê wekî metropolîk dihat bikaranîn di nava du sal û nîvan de hat restorekirin û ji bo îbadestê ji nû ve hate vekirin.

Koroya Dêra Ermeniya a ji 40 kesî pêk dihat ji Stenbolê hatin û beyt xwendin. Dêra Surp Gîragos ji aliyê Weqfa Dêra Ermeniya a Biçûk ve ji sala 2010’an de restorekirina wê dest pê kir û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî mîlyonek TL piştgirî da xebata restorekirinê. Xebata restorekirinê bi dawî bû û merasîma vekirina wê pêk hat. Piştî 97 salan şûnde cara yekemîn jibo merasîma vekirinê ya dêrê hatekirin û ayînê zingila hate lêdan.

Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, nivîskarê ermenî yê ji Amedê Migirdiç Margosyan, hevsera rojnameger Hrant Dînk, Rakel Dînk, hunermendê Amedî Bedrî Ayselî û gelek rojnameger, nivîskar û rêxistinên civaka sîvîl tevli bûn.

Sala 1915’an bi hinceta ku zingila dêrê ji minareya mizgeftê bilindtir e top lê xistin û hilweşandin. Ji heman zingilê li Moskowê bi taybet hat çêkirin û anîn Amedê. Zingila ku 100 kîlo giraniya wê hebû 97 sal şûnde ji nû ve lê xist.

Ermeniyên ku li Tirkiye, DYA, Ermenîstan, Kanada û Fransayê dijiyan tevli ayînê bûn. Ayîn ji aliyê Aram Ateşyan ve hat bi rêvebirin. Di ayînê de ji bo aştî û biratiyê dua hatin kirin. Gelek muslimanan jî ayîn temaşe kir. Her wiha merasîma mehra du kesên dizewicin jî hate kirin.

Dêra Surp Gragos di sala 1376’an de hat çêkirin. Dêra li taxa Fatîpaşa ye û li wir ermenî zêde dijiyan. Di 27’ê gulana 1915’an heta qanûna tehcîrê hat bikaranîn. Zingila dêrê di sala 1915’an de hate hilweşandin.

Dêr di şerê yekemîn yê cîhanê de bibû biryargeha artêşa Alman. Piştre wek depoya Sumerparqkê hat bikaranîn. Ji 1960’an şûnde dîsa ji îbadetê re hat vekirin. Piştî sala 1980’ê şûnde bi çarenûsa wê re rû bi rû hate hiştin.

Dêr ji ber ku cemaata wê tune bû ayîn lê nedihat kirin û êdî ji ber bêxwedîtiyê nedihat bikaranîn. Dêra ku piştî salên 90’ê bi giştî têk çû ji aliyê şaredarî û Weqfa Dêra Ermeniya ve hate restorekirin.