BI DÎMEN

'Zimanê me rengê şoreşa me ye'

Endamên Saziya Ziman Amed û Gever destnîşan kirin, ku mamosteyên herî mezin ên zimanê Kurdî dayikên Kurd in û 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li hemû dayikan pîroz kirin.

Endamên Saziya Ziman Nûman Amed û Adar Gever ku li qadên parastina medya xebatên zimanê kurdî didin meşandin, bi munasebeta roja zimanê dayikê ya cîhanê ji ajansa me ANF’ê re axivîn. Nûman Amed diyar kir ku mamosteyên zimanê Kurdî dayikên Kurd in û got; Di cîhanê de ji bo roja cîhanê ya zimanê dayikê mamoste tên pîroz kirin, lê ez dayika pîroz dikim. Ji ber ku di zimanê Kurdî de mamoste dayikên kurd in. Yên ku heya niha zimanê Kurdî li ser lingan hiştiye ne mamostene dayikên me bi xwe ne. Ji ber vê jî pêwîste ev roj li dayikan were pîroz kirin. Di roja îro dema ku mirov vê rojê û pêvajoya ku Kurd tê de derbas dibin, tîne ber hevdu, rewşek pir girîng derdikeve holê. Dibe ku ji bo gelek kesan ne ewqas girîng be lê ji bo me Kurdan pir girîng e. Mînak, îro dema ku mirov li dîmenên xweseriya demokratîk temaşe dike, piranî dîmenên ziman derdikevin pêş. Taybet dayikên ku di vê berxwedanê de cih digirin, di despêkê de behsa ziman dikin. Dibêjin; ‘ Em Kurdin, Erdogan nikare zimanê me biguhirîne.’ Ev tenê ne di helwesta yek du dayikan de derdikeve, bi giştî helwesta hemû dayikên Kurd de derdikeve pêş. Ev jî girîngiya zimanê dayikê datîne holê. Erişa ku li ser Kurdan hat kirin jî, di rastiyê de li ser ziman hat kirin. Daxwaz û xwestekên gelê Kurd piranî ji bo zimanin. Lê ev ne wisa zimanekî zûha ye, ji xwe zimanê Kurdî rê ji vê tiştî re nahêle. Wisa tenê axaftin. Zimanê Kurdî wek ku Rêbertiya me jî îfade dike, beden e. Pirsgirêk hemû çi ye? Li ser hebûn û tunebûna ziman e. Di rastiyê de şer li ser hebûn û tinebûna zimanê Kurdî ye. Ji ber vê jî em nikarin ji hevdu qut hildin dest.”

'ŞERÊ ÎRO TÊ KIRIN, DI RASTIYÊ DE ŞERÊ DI NAVBERA VÊ ŞOREŞA YEKEMÎN Û VEŞARTINA WÊ DE YE'

Di berdewamiya axaftina xwe de Amed da xuyakirin, ku îro di berxwedanên xweseriyên demokratîk de jî şerê ziman tê dayîn û axaftina xwe wiha dewam kir; "Îro şerê ku li hendekan de tê dayîn hinek jî şerê ziman e. Di dîroka hemû mirovahiyê de şoreşên ku hatine kirin pênaseya wan  hatiye kirin. Mînak şoreşa ronakbiriyê kapîtalîzm xwedî lê derdikeve, bi kurtasî her şoreşek ku hatiye kirin hin kes lê xwedî derketine û hildane ser xwe. Lê cejna ku di despêkê de hatiye kirin nav lê nehatiye kirin. Kes lê xwedî derneketiye. Cejna ku em dibêjin civakbûyîn, zimanbûne, axaftine piştê axaftinê em bêjin civak, civakbûna xwe ava dike, ger ev di dîroka miravahiyê de cejna yekemîne wê demê xwediyê wê kê ye? Şerê ku îro tê kirin, di rastiyê de şêrê di navbera vê şoreşa yekemîn û veşartina wê de ye. Ji ber ku bingeh li ser wê hatiye avakirin, mîmarê vê jî Kurd in û dayik in. Ji ber ku ya ku mirovahiyê dixe nav tevgerê ev bixwe ye. Ji ber ku ev dendik e.  Ji ber vê ye îro dayikên Kurd di her qadên şoreşê de berxwe didin. Di tu şoreşan de dayik ev qas di pêş de nebû. Dayik ewqas diçin bi destê xwe dîwaran lê dikin, hendekan dikolin, ev tiştekî nû ye. Pêwîste mirov girêdana wê bi vî rengî bi hevdu re çê bike. Em niha nav li wê şoreşê dikin. Ji ber vê îro pirskirêka Kurd ewqas asê dibe. Em wisa ziman ziwa negirin dest. Kesên ku ziman ziwa hildan dest, kes îro ji wan nemaye. Em kesekî jî nabînin. Kesên ku dibêjin; ‘ziman çanda me ye, bedena me ye’ îro ew li holê ne. Xweseriya demokratîk, vê pêvajoyê eşkerebûnek jî derxist holê, her tişt zelal kir.  Em her carê vê tînin li ser ziman, zimanê me rengê şoreşa me ye. Em bi vê zindî dibin, em bi vê kêfxweş dibin. Em wisa ne li pey tiştên madî ne, ne li pey dewlemendiya ne. Ev xûya dike. Di şoreşa Rojava de ev derket holê. Desketiyên şoreşa Rojava ger biketana destê hin kesên din, wê pir cûda bi kar bianîna. Lê em ne li pey tiştê wisan e."

'EV ŞOREŞ WÊ BI DAYIKAN RE BI SER BIKEVE'

Di dawiya axaftinên xwe de Amed anî ziman ku îro li Bakurê Kurdistanê deshilatî dixwaze bi rêya  perwerdêyê re pergala xwe mayîn de bike. Wiha dawî axaftinên xwe anî;  "Niha dixwazin bi rêya perwerdeya xwe ve mejiyê zarokan nexş bikin. Em jî di ferqa hêza xwe de ne. Hêza me zimanê me ye, perwerde ye û berxwedana me ya xweseriyê ye. Îsal di sersala zimanê dayikê de, di civaka Kurdistanê de tiştên nû çê dibin, tiştên nû tên avakirin, ev jî berxwedana Kurd e, ev ê di serî de bi dayikan re wê bi ser bikeve. Herwiha ez vê rojê di serî de li dayik û zarokan pîroz dikim. Îro di xendekan de û li bajarên Kurdistanê bi wan kevirên ku dayik hendekan ava dikin ve neqiş dibe. Ev jî hê bêtir giringiya zimanê me derdixe holê."

'ZIMAN BINGEHA JIYANÊ Û CIVAKÊ YE'

Adar Gever jî da xuyakirin ku ku zimanê dayikê mafekî gerdûniye, qedexekirin vî mafî xiyanet e. Gever wiha axivî; "Di serî de roja zimanê dayikê, destpêkê gelê Kurd û hemû gelan pîroz dikim. Di destpêkê pêwîste mirov vê tu carî ji bîr neke. Hebûna gelan an jî hebûna civakê bi ziman despê kiriye. Ji ber vê jî mirov dikare bêje ku ziman bingeha hemû jiyanê û civakê ye. Mafekî rewa ye. Mafekî ku ger civakek hebûna xwe dide diyar kirin, bi rêya ziman xwe dide diyar kirin. Ji ber vê jî tu kes nikare  vê qedexe bike an jî jê biyanî bike. Niha di pergalê de, taybet pergalên deshilat dema ku di dîrokê de xwestine civakêkî hildin bin desthilatiya xwe, despêkê ji zaman, ji çanda wê biyanî kirinê ve despê kiriye. Bi vê awayî helandiye û çewisandiye. Ev mafekî gerdûniye û ev ji dest civakekî an jî gelekî girtin îxanet ji vê mafê gerdûnî re kirine.  Ji ber ku hebûna mirovahiyê, hebûna civakekî û gelekî bi rêya ziman re derbas dibe. Ji ber vê jî pêwîste tu caran îxanet ji vê re neyê kirin. Dîsa wateya ziman hizre. Hizrê mirov bixwe ye, hizrê gelekiye, hizrê netewekî ye, hizrê ku tu bikaribî pê re jiyan bikî, tu dixwazî çiqasî di hêla fîzîkî de jiyan bikî jî bike, lê ya herî girîng ew e ku tu bi çi tê nas kirin? Tu bi çi dikarî çanda xwe, hebûna xwe bidî îfade kirin? Ya girîng, zimanê te nûnertiya kêjan hêzê dike, an jî nûnertiya çi dike? Nûnertiya hebûna te dike, yan bi rêyên ku tu têyî asîmîle kirin û helandin dike. Xizmeta çi dike? Pêwîste mirov di zanebûna vê ve tev bigere. Ev girîng e. Taybet ev ji bo civakên û gelên ku zimanê wan hatine qedexe kirin pir girîng e. Tekoşîna vê pir girîng e. Tekoşîna vê ne tênê zanebûna çand û zimana ne. Bi awayekî zanebûn zimanê xwe fêr kirin jî girîng e. Dengê qiraka zimanekî tu car nayê guhertin. Deshilatar çiqas bixwaze zimanê te biguhirîne jî lê nikare qirika te biguhirîne. Ew bixwe jî di ferqa vê de ye. Ji ber vê jî bi rêyên cûda te ji zimanê te biyanî dixe. 

Bi her awayî tekoşîn girîng e. Berdêlên vê çi dibe bila bibe, têkoşîna vê dayîn girîng e. Ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd wê di têkoşîna xwe ya ku îro didin de jî wê bi ser bikeve."