Zîlan Cîlo: Stranên hozan Mizgîn ruhê şoreşê pênase dike

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Cîlo hozan Mizgîn bi bîr anî û destnîşan kir ku Hozan Mizgîn bi stran, deng û sekna xwe ruhê şoreşê pênase dikir.

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Cîlo, fermandara gerîla û hozan Mizgîn di salvegera 31'ê ya şehadeta wê de bi bîr anî.

Gerîla Zîlan Cîlo qala bandora Hozan Mizgîn a li ser kesayeta wê kir û ji bo bîranîna wê, stranek got:

"Dema ez li stranên wê guhdarî dikim, dengekî pir kûr e. Dengekî pir bi wate ye. Di ruhê xwe de ruhê PKK'ê, hezkirina li çiyê, hevaltiyê bi dengekî pir kûr û cuda pênase dike. Bi stranên xwe vî tiştî pênase dike. Di heman demê de baweriya wê ya ji bo şoreşa azadiya Kurdistanê, bi dengê xwe, bi sekna xwe dide xwendin, dide hîskirin. Stranên hevala Mizgîn ruhê şoreşê pênase dike.

Em ketine meha Gulanê. Meha Gulanê di heman demê de meha şehîdan e. Her rojek ji bo me bi bîranîna şehîdan watedar e. Di vê mehê de hevala Gulan, fermandara me şehîd ket. Fermandara me û Hozana me hevala Mizgîn şehîd ket. Di 18'ê Gulanê de bi komployekê heval Hakî Karer şehîd ket. Di şexsê wan hevalan de em tevahiya şehîdên şoreşê, şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin.

Wateya şehîd ji bo me jiyan e, jiyankirin e. Her demeke me, her kêliyeke me, her jiyana me bi bîranîna hevalên şehîd, di heman demê de têkoşîna me li ser xeta şehîdan bi pêş dikeve. Ji bo me ne tenê rojekê, hemû rojên me bi watedayina hevalên şehîd, xwegihandina armancên hevalên şehîd, armancên hevalên şehîd derbas dibe.

Şehîd pir bi wate ye. Dibe ku gelek heval hene me ew nedîtine, em bi wan re nemane, me ew nas nekiriye, lê belê bîranîna wan hevalan dema em beşdarî nava PKK'ê dibin di me de zindî dibe. Ji ber wê weke ku em pê re mane, bi me re dibe wateyek. Hevala Mizgîn jî ji bo min wateyeke xwe ya bi vî rengî heye. Dema min xwend der heqê heval de tişt bihîst, di bîranînên hevalan de heval qala wê dikin; kesayeta wê, biryardariya wê ya di azadiyê de bandor li kesayeta min kir. Di heman demê de têkoşîna wê ya azadiya jinê, sekna wê ya azadiya jinê, biryardariya ji bo avakirina pergala azadiya jinê, di heman demê de di wan şert û mercên giran de kesayeteke welê berxwedêr, li hemberî hemû zehmetiyan israra di jiyana azad de bi rastî jî bandoreke mezin li ser kesayeta min kir.

Dema ez li stranên wê guhdarî dikim, dengekî pir kûr e. Dengekî pir bi wate ye. Di ruhê xwe de ruhê PKK'ê, hezkirina li çiyê, hevaltiyê bi dengekî pir kûr û cuda pênase dike. Bi stranên xwe vî tiştî pênase dike. Di heman demê de baweriya wê ya ji bo şoreşa azadiya Kurdistanê, bi dengê xwe, bi sekna xwe dide xwendin, dide hîskirin. Stranên hevala Mizgîn ruhê şoreşê pênase dike."