Zarokên Şengalî spasname wergirtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên Şengalî ku bi malbatên xwe re li Wargeha Fîdanlik a Yenîşehrê dimînin dibistan vekiribû, spasname da 820 zarokan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên Şengalî ku bi malbatên xwe re li Wargeha Fîdanlixê ya Yenîşehrê dimînin, 15'ê Adarê “Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Keftûleftên Jiyanê” vekiribû û 820 zarok beşdarî vê dewra perwerdeyê bûn.

Di vê dewrê de 730 zarokên navbera 8-14 salî û 90 ciwanên 15-20 salî di Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Keftûleftên Jiyanê de bi kurdî, îngilizî dersên Êzidayetî, wênekêşî û wênesaziyê wergirtin. 6 jê Êzidî 22 perwerdekaran bi dilxwazî di dibistanê de kar kirin. Perwerdekar, xwendekarên zanîngehê, Egîtîm-Sen, Kurdî-Der û endamên Komeleya Şêwirmendî û Rêzaniya Psîkolojîk a Amedê bûn. Zarokan 5 rojên hefteyê 4 saetan ders dît.   

DIBISTAN GELEKÎ GIRÎNG E

Xebatkarê Koordînasyona Wargeha Fîdanlikê ya Şaredariya Bajarê Mezin Bişar Îçlî diyar kir ku zarokên Şengalî hêdî hêdî travmaya koçberiyê bi ser xwe diavêjin û anî ziman ku ji ji bo ew adapteyî jiyanê bibin wan ji wan re dibistan vekirine. Îçlî aşkera kir ku meha Adarê vê dewra perwerdeyê destpê kiriye û di nav 3.5 mehan de perwerde kiriye û da zanîn ku niha dewreya duyem a perwerdeyê destpê dike û tevahiya havînê jî didome. Îçlî destnîşan kir ku perwerdeya zarokan bi şerê li Şengalê qut bûye û got, perwerde ji bo zarokan gelekî giring e û bi sedan zarok bi kêfxweşî beşdarî vê perwerdeyê bûne.    

BEŞDARÎ ATOLYEYAN JÎ BÛN

Îçlî anî ziman ku di vê perwerdeyê de Kurdî-Der û saziyên din binbariyeke mezin aniye cih û bi taybetî Komeleya Şêwirmendî û Rêzaniya Psîkolojîk a Amedê di warê psîko-sosyal de xebatên giring der barê van zarokan de pêk anîne. 

Îçlî da xuyakirin ku tevî mufredata perwerdeyê a normal wan vê dewreyê ji bo zarok heyameke xweş derbas bikin giranî daye şano û muzîkê û got, "Ev xebatên di bin banê Seroaktiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo zarokan gelek giring bûn. Wan ji hemû atolyeyên li Sumerparkê sûd wergirt." Îçlî bi bîr xist ku perwerde ji bo têkiliya civakî ya zarokan pêş bixe gelekî giring e û anî ziman ku serê perwerdeyê perwerdekarên wan kon bi kon li zarokan digeriyan û ew dianîn dersê. Destpêkê zarok û malbatên wan zêde bi vê perwerdeyê germ nebûn. Îçlî ragihand ku bi demê re wan ev pirsgirêk çareser kir, ne tenê zarok, wan karî xwe bigihînin malbatên wan jî.

ZAROK FÊRÎ HER DU ALFABEYAN BÛN

Îçlî da zanîn ku zarokên Kurdên Êzdî li Şengalê bi tîpên erebî perwerde dibûn, di dibistana Şaredariyê de vê carê bi tîpên kurdiya latînî fêr bûn, destpêkê ji ber cudahiya alfabeyan hin kêşe peyda bûn. Îçlî diyar kir ku zarok fêrî alfabeya latînî ya kurdî bûn, ew ji bo pêşveçûna wan a şexsî gelekî girîng e û got, bi vî awayî ew fêrî herdu alfabeyan bûn.

...