‘Yên bêdeng bin weke hevalbendên komkujiyê dizanîn’

‘Yên bêdeng bin weke hevalbendên komkujiyê dizanîn’

Meclisa Ronahî a Jinan ji bo 3 jinên şoreşger yên kurd ku di 9’ê Çile de hatin qetil kirin edalet xwestin. Jinan di serî de hikûmeta Fransa bangî hemû dewletên Ewropa kirin ku “çend hûn bêdeng bibin ew çend dibine heval bendên komkujiyê.”

Çalekiya em edaletê dixwazîn ku Meclisa Rojanî a Jinan li Meydana Claraplatz a bajarê Swêd Baselê pêk anîn vê hefteyê jî dewam kir. Jinên ku di çalekiyê de dovizên bi Elmanî Kurdî weke “Em edaletê di xwazîn”, “bêdengiya we ji hevalbediya we ye” hilgirtin li ser hev dirûşmên weke “Em edaletê dixwazîn”, “Jin jiyan azadî” qêriyan. Jinan di daxuyaniyên ku kirîn de diyar kirin ku li rexmê di ser komkujiyê re salek jî derbaz bûye hîna jî kujerên boyerê dernexistine holê, nerazîbûn nîşanî bêdengiya Frasa li hember komkujiyê dan.

Jinan diyar kir ku weke Jinên Kurd heya kujerên boyerê dernekevine holê ew wê li qadan bin û wiha gotin: “ Yên ku dixwazin vê komkujiyê ji bîra me bibin bila baş bizanin ku xwe di xapînin. Jinên Kurd hêza ku ji rêbertî û gelê xwe girtine wê hertim li qadan bin û hesaba kumkujiyê bi pirsin. Em hemû kesên ku li hemberî vê komkujiyê bêdeng disekinin weke hevalbendên komkujiyê di bînîn.”

Jinan di çalekiya xwe de pêşketinên li Rojava jî ji bîr ne kirin û diyar kirin ku Rojava ji bo kurdan destkeftiyekî mezine û bangewaziya ku hemû kes piştgirî bide Rojava kirin.

Jinan piştî daxuyaniyên ku kirin şûnde ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navendên qerebalix yên bajêr îmze kom kirin.