Pirtûkxaneya Kurdan a li Stochkolmê (Kitêpxaneya Kurdî) ku weke pirtûkxaneya yekemîn a Kurdan a cîhanê tê binavkirin, di 15’emîn saliya xwe de bi panel, semîner, pêşangeh û çalakiyên cûda tê pîrozkirin.
“Kitêpxaneya Kurdî” di 10’ê cotmeha 1997’ê de bi merasimek ku Wezîra Çandê ya Swêdê ya wê demê Marita Ulvskog jî beşdar bû hate vekirin. Ev pirtûkxane bi dehezaran pirtûk, rojname, kovar, wêne û belgeyên li ser ziman, çand û edebiyata Kurdî pêşkêşê Kurdistanî û dostên wan dike.
Pirtûkxaneya ji hukûmeta Swêdê û Şaredariya Swêdê alîkariya fînansî werdigire û ji sala 1999 ve ji aliyê Weqfa Pirtûkxaneya Kurdan ve tê birêvebirin. Armanca pirtûkxaneyê ew e ku wêjeya Kurdan li hev bicivîne û biparêze, hemû nivîs û belgeyên li ser edebiyat û çanda Kurdî berhev bike û bike arşîv. Gelek pirtûk û belgeyên ku di pirtûkxaneyan de peyda nabin, mirov dikarin li vir peyda bikin.
Pirtûkxaneya Kurd modela Pirtûkxaneya Neteweyî esas digire û weke hemû pirtûkxaneyên din hefteyê 5 rojan û saetên diyar di xizmetê de ye. Li vir pirtûk bi deyn tên dayîn, li gel vê jî panel, pêşnageh û semîner jî têne lidarxistin. Mamosteyên pispor li vir kursên kurdî didin zarokan.
Di pirtûkxaneyê de zêdetirê 13 hezar pirtûk hene. Ji vana 4 hezar û 800 Kurdî ne. Yên din pirtûkên Erebî, Tirkî, Farsî, Ermenî, Înglîzî, Frensî, Almanî, Swêdî, Îtalî, Rûsî, Felemanî, Polonezî, Îzlandî, Denmarkî, Norwêcî û Azerî yên der barê Kurdan de den.
Her wiha, di pirtûkxaneyê de nêzî 700 kovar û rojnameyên bi Kurdî û zimanên din cih digirin. Piraniya van rojname û kovaran êdî dawî li weşana wen hatine. Her wiha tezên doktorayiyên yên li seranserê cîhanê li ser Kurdan hatine amadekirin û xebatên akademîk ên li ser Kurdan jî peyda dibin.
Peywirdarên nûçe, şîrove, nivîs, bernameyên radyo û TV’yan ên li ser Kurdan digirin û dikin arşîv. Di beşek din a pirtûkxaneyê de belavok, bruşor, daxuyanî û afîşên rêxistin û partiyên Kurdan jî tê berhevkirin û erşîvkirin. Di vê beşê de gelek wêne, afîş, slayt û kartpostalên bi Kurdî û yên li ser Kurdan jî peyda dibin.
Her wiha, kaset, CD û DVD’yên mûzîka Kurdî ji bo xizmetê têne pêşkêşkirin. Di beşa zarokan a pirtûkxaneyê de jî bi sedan pirtûkên Kurdî yên bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Goranî û Dimilkî hatine nivîsandin hehen.
Şevê pirtûkxaneyê Newzad Hirorî diyar kir ku pirtûkxaneya wan di 10’ê cotmehê de dibe 15 salî û da zanîn ku wana di 14 salan de zêdetirê 13 pirtûkên Kurdî û yên li ser kurdan hatine nivîsandin, berhev kirine. Hîrorî da zanîn ku di nava pirtûkên biyanî yên li ser kurdan hatine nivîsandin de zêdetir Tirkî hene. Hîror bi bîr xist ku zimanê Kurdî demek dirêj li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin û dibe ev yek ji wir bê. Piraniya pirtûkên bi Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Soranî ne. Hîrorî da zanîn ku dora hezar pirtûkên Kurdî hatine dîjîtalkirin û li ser malpera înternetê ya pirtûkxaneyê ne.
Hîrorî diyar kir ku lîsteya hemû pirtûkan di sîstema komputeran a navendî de ne, ji ber wê jî evane li hemû pirtûkxaneyên li Swêdê hene, bi vî awayî dikarin ji hemû pirtûkxaneyan, van pirtûkan deyn bikin. Her wiha, diyar kir ku personelên pirtûkxaneyên bi zaravayên Kurdî Kurmancî, Soranî û Dimilkî, zimanên Îngilîzî, Almanî, Swêdî, Frensî, Farsî, Erebî û Tirkî dizanin. Ji ber wê jî tu pirsgirêkên têgihiştinê di navbera wan û kesên tên serdana pirtûkxaneyê de çênabin.