BI DÎMEN

'Yek ji armancên komployê têkbirina xeta azadiyê ya jinê bû'

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Celalî ragihand ku yek ji armancên komloya 9'ê Cotmehê têkbirina xeta jin a azad bû û got, "Hêzên serwer dixwestin, jin xwe nas nekin û heta dawiyê mîna kole bimînin."

ARJÎN CELALÎ

Ji gerîlayên YJA Starê Arjîn Celalî ya Rojhilatî têkildarî komloya 9'ê Cotmehê axivî. Arjîn Celalî diyar kir ku komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî jinan hate kirin û got, "Eger li cihekî jin kole be, civak jî kole ye. Ji dema ku tevlî nava refên gerîla bûme û vir ve bi vê rastiyê hesiyam. Sîstema bi serweriya mêr jinan her tim hewl da têgihiştineke welê biafirîne ku jin di asta duyemîn de ye û ev fikir bi min re jî peyda bûbû. Piştî ku tevlî nava partiyê bûm, min baştir fêhm kir ku êrîşa li dijî Rêbertî di heman demê de li dijî jin a azad e.

Dewlet desthilatdarî ye û zextê li jinê dike. Mînakên şênber ên vê yekê li Îranê û Rojhilata Navîn e. Bi zorê dikin ku jin serê xwe binixumînin, lê belê bi esasî fikrê jinê têne nixumandin. Jinên mîna Jîna Emînî ev rastî dîtin, li ber rabûn û desthilatdarî qebûl nekirin. Ji ber ku dewlet desthilatdariya mezin be, malbat jî dewlet a biçûk e. Bi rêya malbatê jin têne binpêkirin û kolekirin. Ji jinan ditirsin; jin hem dewletê hem jî malbatê ditirsîne. Komplo jî b ivê armancê tê kirin; ji bo jin xwe nas nekin û timî weke kole bimînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji me bê xwestin em ê bikin, eger pêwîstî pê hebe em ê canê xwe feda bikin. Em ê bi Rêbertî re teqez jiyaneke azad ava bikin."