Xwedevanên Fransî ji bo hevalên xwe li kolananin

Xwedevanên Fransî ji bo hevalên xwe li kolananin

Xwedanên Amadeyî yên Frasnî dersinor kirina du hevalên xweyên Kosovayî û Ermenistanî prosto dikin. Li Fransayê bi giştî li 50’î dibistanên amadeyî çalekiyên protesto hebûn.

Navenda herî xurt ya çalekiyên Protestoyî lê derbas bûn paytext Parîs bû. Li 23 dibistanên amadeyî xwedevan neçûn dibistanê, ketina dibistanan asteng kirin û piştî nîvro jî bi mitîngehekî mezin dersinor kirina hevalên xwe protesto kirin. Li Bastîlleyê li  Nationê jî xwedevanan meşek li darxist û piştî meşê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî xwendevanan kir. Di êrîşê de 4 xwendevan hatin binçav kirin.

Li Fransayê bi giştî 50 dibistanên Amadeyî di çalekiyan de bûn. Çalekiya herî mezin li Parîsê pêk hat. Organizatorên meşê 12 hezar bûn, polîs jî  4 hezar bûn, meşvanan xwestin ku 2 hevalên wan yên hatîn dersinor kirin ji bo baş ve begerinê derfet bên afirandin.

Di meşê slogana “Em ji bo herkesê rûniştinê dixwazîn” gotin û Federesona Xwedevanan, Sendîkaya Karê Giştiyê beşê xwendevanan, Xwendevanên Sinoran Nasnakin û malbatên wan beşdar bûn.

Meşê saet di 13:00’an de li qada Bastilleyê destpêkir. Li qada Nationê di nava bera koma 300-400 kes û polîsan de pevçûn derket û polîsan bombeyên gazê avêtin wan. 4 kes jî hatin binçav kirin. Hevserokê Partiya Çep Jean-Luc Mélenchon û berdevkê berê Clemantine Autain pêşwazî li meşvanan kir.