Xuliqkarê helbestên li ser zimanan dawî nabin…

Hunermend Kurd Hozan Zinar ê sala 2011’an li nexweşxaneyeke Amesterdamê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da, mîna xuliqkareke helbestan ku li ser ziman dawî nabe, di hefizayan de cihê xwe girt.

Hozan Zinar sala 1954’an li gundê Sarikaraca ya Erkecik a Aksarayê hatiye dinê, tevî ku ji jîngeheke ya malbatê ku ji Kurdistanê hatiye kirin jî, bi hestên welatparêziyê mezin bûye. Piştî ku malat weke ‘karkerê mêhvan’ berê xwe da paytexta Hollanda Amsterdamê Hozan Zinar jî li kargehan weke karker dest bi kar kir. Hunermed ê bû yek ji kesê ku pêşengtî ji têkoşîna senîka ya fabrîqeyan re kir, xebata yekem a karê hunerê jî sala 1976’an li komeleya girêdayî Yekîtiya Karkerên Tirkiyeyî (HTÎB) kir.

Di dawiya sala 1970’ê jî Hozan Zinar ê cihê xwe di konsera bi navê ‘Ozan Harabî’ cihê xwe girt, di serê sala 1980’î ji ber nêzîkatiya pirsa Kurd û Kurdistanê bi HTÎB’ê re kete nava gotûbêjan, piştre jî ji wir veqetiya. Bûna dengê têkoşîna azadiya Kurd a bi stran û hunera xwe jî sala 1981’an li çalakiya protestoyî ya li dijî faşîzam 12’ê Îlonê ya li Den Haagê derketina ser dikê re pêk hat.

JIYANA HUNERA ŞOREŞGERÎ YA BI ‘LO SWARO’ RE DESTPÊ KIR

Wê rojê strana ‘Lo Swaro’ ku berhev kiribû û digot bû, gotinên stranê jî qala kadroyên pêşeng ê PKK’ê Salih Kendal ku sala 1979’an di şereke li diî hêzên paşverû yên hevkarên dewleta Tirk a li Siweregê de şehîd bûbû, vedigot. Di sala 1982’an de ku demeke welê bi hejmara tiliyan mirov li dorî têkoşîna azadiya Kurd dihate dîtin, bi komeke hevrêyên xwe re Navenda Çana Kurd a Amsterdam avakirin. Sala 1983’an de jî Hozan Zinar di xebatên HUNERKOM de cih girt, di xebatên huenrê ya têkoşîna azadiyê pêşengtiya wê dikir erka Hollandayê girt ser milê xwe.

Hozan Zinar ê di xebatên Radyoya Botan a li Amsterdamê hate kirin de cih girt, sala 1989’an derbasî Geliyê Bekka Akademiya Mahsûm Korkmaz bû, li vir bû yek ji xwendekarên perwerdehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dida. Di dema perwerdehiyê de ji ber parçeyek şarpnelê ji lingê xwe yê rast birîndar dibe û ji bo dermankirinê diçe Lubnanê û piştre jî ji bo xebatên çand-hunerê ya Ewropayê tê erkdarkirin.

XULIQKARÊ GELEK BERHEMÊN BÛNE KLÎASÎKÎ

Ji serê sala 1990’î xw vir ve li Ewropa, Îngîltere, welatên Skandinavya, welatên mîna Yewnanistan û Holandan stranên ku huernmend di xebatên siyasî û çandî ya tevgera azadiyê de nivîsandî, ji ser ziman qût nabe, bi berhemên ku stranên kasîkî yên Kurdî navê xwe li dîroka çanda Kurd dide.

“Şirîna Kurdistanê”, “De Bimeşe”, “Mendo Tuye”, “Çemê Muşê” ve “Munzur Çayî (Çemê Mûnzûr)” hinek ji berhemên in, dîsa yek ji berhema ku herî nayê ji bîrkirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin û hema bêje li hemû çalakî-aktivîteyantê gotin strana “Biz Apo’ya Söz Vermişiz-Me soz daye Rêber Apo” ye.

TEVÎ PENCEŞÊRÊ JÎ TÊKOŞÎNA XWE DOMAND

Hozan Zinar piştî sala 2004’an teşxîsa penceşêrê hate kirin û şûnde tevî xirabbûna rewşa tenduristiyê jî ji xebatên siyasî û hunerê bernede. Herî dawî 15’ê Sibata 2010’an beşdarî meşa girseyî ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê ya li dijî salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Gulana 2011’an û şûnde ji wefata bavê xwe Emrûllah Iz pir bandor bû û xwîn rijiya ser mejiyê wî.

Hozan Zinar piştî têkoşîna 3 hefteyî ya li Amsterdamê û şûnde 29’ê Gulana 2011’an jiyana xwe ji dest da.Hunermend Hozan Zinar ê bavê 4 zarokan, li warê wî Ekecîk ê gora gerîlayê PKK’ê Îbrahîm Kiliç (Zinar Andok) ê xwendekarê wî û herî zêde jê hes dikir lê ye hate devinkirin.