Xelatên Pêşbirka Nivîsandina Çîrokên Kurdî hatin dayîn

Xelatên pêşbirka nivîsandina lîstikan a 5. Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, li xwediyên wan hatin belavkirin.

Xelatên pêşbirka nivîsandina lîstikan a 5. Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo pêşvebirina nivîskariya bi Kurdî ya lîstikan tê lidarxistin, li nivîskarên sê lîstikên herî baş hatin belavkrin.

Di pêşbirka nivîsandina lîstikan de ku jûriya wê ji Dilwar Zeraq, M. Emîn Yalçinkaya, Gulê Ûlûsoy, Helket Îdrîs û Rûgeş Kirici pêk dihat de, 12 ji girtîgehan, 15 ji Başûrê Kurdistanê bi giştî 36 metnên lîstikê hebûn.

Di encama pêşbirkê de ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê girtî Ahmed Osman bi lîstika xwe ya bi navê "Fîncana Serbixwîn", ji Girtîgeha Tîpa E ya Elbîsanê girtî Ahmet Bîlge bi lîstika xwe ya bi navê "Çîroka Pergalekê" û ji Başûrê Kurdistanê jî Barzan Wehît Fettah bi lîstika xwe ya bi navê "Pirtûkên Xwînî" xelat wergirtin. 

Di merasîma bi pêşkêşiya lîstikvana Şanoya Bajarê Mezin a Amedê Gulê Ûlûsoy de, li ser navê jûrî nivîskar Dilwar Zeraq axivî û anî ziman ku sê lîstikên ketine dereceyê weke lîstikên yekemîn, duyemîn, sêyemîn nedîtine, weke sê lîstikên herî baş dîtine û destnîşan kirine.  Zeraq da xuyakirin ku bi vê pêşbirkê re armanca wan pêşvebirina nivîs û nivîskariya şanoya Kurdî ye.

Di merasîmê de nivîskar Şêxmûs Sefer ji bo xelata Ahmed Osman radestî wî bike, da nivîskar Mahmût Neşîte. Barzan Wehît Fettah jî xelata xwe ji destê Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz girt. Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Semra Kiratli jî xelata Ahmet Bîlge da xwişka wî Emel Bîlge. Onûr Kepenek jî Xelata Taybet a Jûrî ji Serokê Daîreya Tûrîzm û Çandê mûharrem Cebe wergirt. 

Merasîm piştî kokteylê bi dawî bû.