Xelata helbestê ya Arjen Arî wêjevan Yahya Omerî wergirt

Li Fuara Pirtûkan a Amedê Xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî wêjevanê ciwan Yahya Omerî wergirt.

Li Fuara Pirtûkan a Amedê Xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî wêjevanê ciwan Yahya Omerî wergirt. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yê di merasîmê de axivî got: “Me ew dereng nas kir, zû winda kir. Bi windakirina wî Kurdan reng û dengekî xwe yê pir girîng winda kir.”

Li Yekemîn Fuara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Weşan û Çapemeniya Evrensel, Weşanên Lîs, Weşanên Ronahî û malbata Arjen Arî ve ev du sal in tê lidarxistin, merasîma xelatê ya Arjen Arî pêk hat.

Merasîm li Salona Resepsiyanê ya Sumerpark pêk hat. Nacî Tarhan ê axaftina xwe vekirinê kir, got ku bi saya berhemên Arî bi zimanê xwe yê dayikê afirand û bi israra wêjevanên mîna wî zimanê Kurdî hat van rojan. Tarhan diyar kir ku 15 dosya ketine pêşbirkê û di desteya hildibijêre de Berken Bereh, Lal Laleş, Mihemed Ronahî, Ferhat Bîrbal, Necla Arî û Beyar Bawî cih girtin, xelata yekemîn jî dane Yahya Omerî yê sala 1993’yan hatiye dinyayê. Taran anî ziman biryar girtin ku îsal xelata rûmetê bidin kesekî ne Kurd lê tevkarî li zimanê Kurdî kiriye û xelata rûmetê dane Osman Kavala. Tarhan got ku ji bo pêşbirk bidome pêwîst e her kes xwedî lê derkeve.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yê di merasîmê de axivî got: “Me ew dereng nas kir, zû winda kir. Bi windakirina wî Kurdan reng û dengekî xwe yê pir girîng winda kir.”

Piştî axaftina Anli Osman Kavala xelata rûmetê wergirt.

Kavala jî diyar kir ku li hember Arjen Arî yê Kurdî xweşik kir û kûr kiriye bi rêz bejna xwe ditewînin û êdî dem hatiye mîrasa Arî yê wêjeya Kurdî zindî hiştiye bikin malê ciwanan. Kavala got: “Eger em vê nekin wê dorpêça li hember wêjeya Kurd bidome.”

Paşê helbestvan Berken Bereh ku derket kursî diyar kir ku Arjen Arî yê yek ji helbestvanên girîng ê helbesta Kurdî ya modern e di navbera wêjeya Kurdî ya klasîk û wêjeya Kurdî ya modern de pireke pir girîng e.

‘WINDAHIYEKE MEZIN BÛ’

Mihemed Ronahî jî anî ziman ku Arjen Arî rûmeta herî mezin a Kurdî ye. Beyar Bawî yê ji Başûrê Kurdistanê hatiye jî diyar kir ku Arî sala 2001’ê nas kiriye, nizanîbû ji Bakurê Kurdistanê ye û got: “Yekî evqasî ji me bû ku gelê Başûr ew gelekî dawerivandibû. Ji ber tevayî nirxên Kurdistanî hildigirt. Ji ber vê ji bo windahiyeke mezin e.”

...