‘Xalên ku li pêş azadiya ramanê û îfadekirinê hêj nehatine rakirin’

‘Xalên ku li pêş azadiya ramanê û îfadekirinê hêj nehatine rakirin’

  Vakfa Etudên Civakî û Aborî ya Tirkiyeyê (TESEV) rapora têkildarî Pakêta demokratîkbûnê ya daraz, maf û azadiyê dihewîne bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Endamê Heyeta Mutevellî yê TESEV'ê Prz. Mehmet Uçum, diyar kir ku paket ne reform e û revîzyona pergalê ya navxweyî ye û wiha got "Ger ku rastkirinên di paketê de pirsgirêka kurd, bawerî, nasnameya zaneydî û kêmaran çareser neke wê demê mirov nikare bêje pakêta darazê ye."

Vakfa Etudên Civakî û Aborî ya Tirkiyeyê (TESEV) rapora têkildarî Pakêta demokratîkbûnê ya daraz, maf û azadiyê dihewîne li Xana Minevra ya Karakoya Stenbolê daxuyanî da. Rapora ku ji aliyê Dîrektorê Bernameya Demokratîkbûna TESEV'ê Hande Ozhabeş û Hiqûqnas Naim Karakaya ve hat amadekirin bi civînê hat aşkerekirin. Koordînatorê Projeya Bernameya Demokratîkbûnê ya TESEV'ê Ozge Genç, Direktora Pakêtê ya TESEV'ê Hande Ozhabeş, Hiqûqnas Naim Karakaya, Cîgirê Musteşarê Wezareta Dadê Kenan Ozdemir û endamê Heyeta Mutevelliyê TESEV'ê Hiqûqnas Mehmet Uçum amade bûn.

Di civînê de Hande Ozhabeş diyar kir ku bi pakêta darazê di qada ramanê de tu guhertinek şênber û berbiçav çênebûye. Ozhabeş, ani ziman ku ji ber îfadeya ramanê hêj mirov tên darizandin.
Ozhabeş, destnîşan kir ku hêj bend û xalên li pêş azadiya ramanê hene û bal kişand ser azadiya çapemeniyê û wiha got: "Xalên ku li pêş azadiya ramanê û îfadekirina ramanê hêj nehatine rakirin û ev astengiyên li pêş azadiyê berdewam dikin. Astengî û pirsgirêkên li pêş azadiya îfade û ramanê tenê bi guhertina zagonan nayê çareserkirin. Divê feraseta darazê û erkdarên darazê bê guhertin. Divê mafê azadiyê bê parastin û nerîn li ser vî esasê bê guhertin."

Ozhabeş, bal kişand ser darizandina dirêj û wiha got: "Divê qada sûcdariyên ku lazime bên girtin bên tengkirin, û divê sedemên girtinê aşker û ronî bin. Girtinên dem dirêj û darizandinên li demê belav dibin êrîşa li dijî mafê azadiya kes e.

Ozhabeş, anî ziman ku li Şûna Dadgehên Cezayên Giran ên Rayeya Taybet Dadgehên Cezayên Giran ên Herêmî hatine avakirin û tenê navê wan hatiye guhertin. Ozhabeş, li ser guhertinên têkildarî parastina zimanê zikmakî de jî axivî û destnîşan kir ku kesên ji vî mafî sûdê bigirin jî dê bi xwe heqê xwe bidin.

'DIVÊ TMK BÊ RAKIRIN'

Ozhabeş da zanîn ku ji bo daraz adil bibe, divê TMK bê rakirin û divê rewşa girtiyên nexweş bê lêkolînkirin û wiha got: "Li gorî daneyên Wezareta Dadê di navbera salên 2001 û 2011'an de hezar û 734 kesan jiyana xwe ji dest dane. Paketên ku hatine amadekirin têrê nekirine û guhertin pêk nehatiye." Ozhabeş anî ziman ku ji bo pirsgirêk çareser bibin divê ev mijar di yekdestdariya Saziya Tipa Edlî de nebe û wiha axivî: "Refleks û feraseta ji welatiyan zêdetir, parastina dewletê derdikeve pêş. Ger mirov bibêje reformên tên amadekirin, ji bo revîzyona pergalê ya navxweyî tên kirin, ev gotineke şaş nîne." Piştre hîndekarê berê yê Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Naîm Karakaya diyar kir ku tespîtên rast hatine kirin lê di pêkanînê de pirsgirêk derdikevin û pêwîstî guhertinên girîng û cidî hene.

ŞERT Û MERC DERXISTIN PÊŞ!

Piştre Cîgirê Musteşarê Wezareta Dadê Kenan Ozdemîr axivî û wiha got: "Divê di guhertinan de şert û mercên welatan li ber çavan bên girtin. Di demeke ku sûcên terorê tên kirin, ji bo azadiya ramanê gav tên avêtin. Bi gumana di mijara terorê de kêmasî dernekevin, nêzîkatî tê nîşandin. Di paketa 4'emîn ya darazê de hinek guhertin bihatina kirin, lê ji ber şert û mercên welat hinek tişt tên taloqkirin."

Endamê heyeta mutevelî ya TESEV'ê û hiqûqnas Mehmet Uçum destnîşan kir ku paketên darazê bersivê nadin pêwistiyan û wiha got: "Li Tirkiyeyê di darazê de hêj reform nehatine destpêkirin. Tiştên tên kirin, revîzyona pergalê ya navxweyî ye. Ger guhertinên tên kirin ji bo pirsgirêka kurd, bawerî, nasnameya zayendî, pirsgirêkên kêmneteweyan nebin bersiv, ev tê wê wateyê ku reform pêk nayên."