'Werin em bi hev re xeyalên xwe yên zaroktiyê pêk bînin'

Vejîn Çiya: Ji bo ku em layiqî çanda Êzidiyan bibin û çirûskên hêviyê di çavên zarokan de biafirînin, divê em zarokên xwe hînî çanda xwe bikin. Tevlîbûna her keçeke Êzidî ya nava çandê serketineke hêja ye ji bo civakê.

Di 3'emîn Mihrîcana Zarokan a ku li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkê Legê bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bînin" tê lidarxistin, hemû reng tê de xuya dibin û xeyalên zarokan tên pêkanîn. Çand û dîroka gelek herêman an jî civakan tê pêşkêşkirin. Yek ji beşdarên mîhrîcanê Koma Zarokan a Şengalê ye, ku yekemcar e li ser navê civaka Êzidî tevlî Mîhrîcana Zarokan dibe û huner û çanda civaka Êzidî pêşkêş dike. Koma Şengalê ya ku di 8'ê Adara 2016'an de hatiye avakirin, ji 12 kesan pêk tê.

Rêvebera Koma Şengal Vejîn Çiya diyar kir ku wan bi kedeke mezin koma xwe di 8'ê Adara 2016'an ango Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ava kirine û got: "Tevî ewqas êşên ku civaka Êzidî kişand, bi taybetî keçên ku nedikarin derbikevin an jî ji xwe bawerbûn ku wê karibin xwedî li çanda xwe derkevin, ji bo komkirina van keçan me zehmetî kişandin. Civaka Êzidî ne wek civakên din e, tevî ewqas fermanên ku dixwestin pê çanda wan tine bikin jî eşqa çandê di dilê wan de zindî bû. Ji bo vê jî tevlîbûna her keçeke Êzidî ji bo çandê serketineke mezin e ji bo civaka êzidî."

Vejîn Çiya di dewama axaftina xwe de  hewldana xwe ya  ji bo parastina çanda Êzidîtiyê anî ziman û wiha got, "Çi ji dest me tê em ji bo parastina çanda Êzidîtiyê dikin. Em vê çandê didin pêş.  Ji bo ku em layîqî vê çanda kevnar bin û wê biparêzin, em di her kêliyê de dixebitin. Çanda Êzidîtiyê çandeke pîroz e, bingeha ramanên Rêber APO jî ji vê çandê hatiye afirandin.  Ji bo vê divê em bi hemû hêza xwe xwedî li çanda xwe derkevin û bi zarokên xwe jî bidin fêhmkirin."

Vejîn Çiya da zanîn ku ew wekî Koma Şengalê gelek beşan di nava xwe de dihewînin û wiha domand: "Koma Şengal gelek beşên hunerî di nava xwe de  dihewîne. Beşên mîna muzîk, şano û govendê hemû beş jî tenê girêdayî çanda Êzidî ne. Em Koma Şengalê tevlî 1'emîn û 2.emîn Mihrîcana Zarokan nebûn. Sedema wê jî ew bû ku hîn êş û birînên fermana ku li ser gelê mê pêk hatibû. Ji bo ku me careke din çirûskên hêviyê di çavên zarokan de vejîn bikirana û dilên şikestî derman bikira perwerde pêwîst bû. Niha jî me cihê xwe di vê mihrîcanê de girt. Ev tevlîbûn jî wateyeke xwe ya pir bi nirx heye. Vegerandina li ser çanda xwe erkeke sereke ya li ser milê me hemûyan e. Bi vê armancê em serketinê ji komê re dixwazin."

Her wiha zaroka bi navê Zehra Qewal jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Ez dixwazim bi xeyalên zaroktî çanda xwe ya Êzidî nas bikim, ji ber ku ev dîrok û nasnameya me ye û divê em xwedî lê derkevin."