'Were dengê min' li sînemaya Norwêcê ye

Fîlmê 'Were dengê min' ê li ser pêkanînên derveyî mirovahiyê yên leşker û JÎTEM'ê yên li Bakurê Kurdistanê vedibêje, li paytexta Norwêc Osloyê hat nîşandan.

Fîlmê 'Were dengê min' ê li ser pêkanînên derveyî mirovahiyê yên leşker û JÎTEM'ê yên li Bakurê Kurdistanê vedibêje, li paytexta Norwêc Osloyê hat nîşandan.

Fîlmê ku bi hewldana Komeleya Çandê ya Kurdistanê li salona sînema ya Cinemateketê hat nîşandan, ji aliyê Kurd û Norwêciyan ve lê hat temaşekirin.

Fîlmê ji aliyê derhêner Huseyîn Karabey ve hat kişandin, hovîtiyên JÎTEM û leşkeran ên salên 90'î li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd meşandin, vedibêje.

MIJARA FÎLM

Leşkerên ku bi îxbara "li cem gundiyan çek hene' leşker nîvê şevekê diavêjin ser gundekî navçeya Wan Westanê û hemû mêran li meydana gund kom dikin. Bi lêdan, sixêf û heqaretan gundî tên binçavkirin û ji wan re tê gotin ku heta çekên nîne teslîm bikin, wê neyên berdan. Berfê dayika ciwanekî tê binavçkirin Temo ye û keça wê Jiyan, ji bo Temo serbest bê berdan li nava gundan li çekan digerin.

Fîlm balê dikşîne ser sîstema cerdevaniyê û pirsgirêkên Kurd ji ber xiyanetê lê rast tên, vedibêje.