BI DÎMEN

Wêneyên 8 salên dawî yên li Kampa Lavrîo: Kurdistana biçûk afirandin

Jacqûes Leleû jiyana Kurdên li Kampa Lavrîo ya ku di encama zextên dewleta Tirk de ji aliyê hikûmeta Yewnan ve hate girtin, girt kadrajê û got: “Bi çand û zimanê xwe Kurdistana biçûk afirandin.”

Bi pêşengiya kolektîfa Convoî Solîdaîre Jacqûes Leleû yê Fransî li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê derbarê jiyana Kurdên koçber ên li kampê pêşangeha wêneyan vekir.

Kampa Lavrîo di sala 2023’yan de di encama zextên dewleta Tirk de ji aliyê hikûmeta Yewnan ve hate girtin. Li kampê di navbera sala 2016 û 2023’yan de bi hezaran wêne hatin kişandin. Wêne li Pirtûkxaneya Meteorîte ya li Atînayê hatin pêşandan.

Eleqeyek zêde nîşanî pêşangehê hate dayîn.

‘KURDISTANA BIÇÛK AFIRANDIN’

Jacqûes Leleû yê Fransî ji jiyana Kurdên li kampê bi hezaran bîranîn girt kadrajê û di nivîsa xwe ya agahdarkirinê ya têkildarî pêşangehê de, ev tişt diyar kir: “Ti kes naxwaze ji mala xwe û gelê xwe qut bibe. Roşna carekî ji me re got ku ew bêyî kokên darê nikare bijî. Mirov tevî êş û xizaniyên xwe, di nava yekîtiyê de bi hev re dijîn. Bi çand û zimanê xwe zarok mezin kirin û Kurdistana biçûk afirandin. Hêvî dikin, dikenin û govend digerînin. Xeyala roja serketinê dikin û dixwazin vegerin warê xwe.”

‘DEWLET MIROVAN TERKÎ MIRINÊ DIKE’

Siyasetmedarê Kurd Hasan Huseyîn Ebem li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Atînayê beşdarî pêşangehê bû û ji ber xebata Jacqûes Leleû spasiya wî kir.

Ebem diyar kir ku Kampa Lavrîo xwedî wateyek dîrokî ye û got ku kamp ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefgirtin.

Ebem ev tişt got: “Mixabin sala 2023’yan kamp hate valekirin û mirovên me hatin tenê hatin hiştin. Dewlet ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj mirovan terkî mirinê dike.”