Welatên Baltik gaza Rûs bi LNG re by-pass dikin
Welatên Baltik gaza Rûs bi LNG re by-pass dikin
Welatên Baltik gaza Rûs bi LNG re by-pass dikin
Piştî krîza Ukraynayê aloziya siyasî ya di navbera Rûsya û welatên Baltik de, bandorê li ser bazirganiya enerjiyê jî dike. Lîtvanya ji bo cîranên xwe Letonya û Estoyayê termînaleke mezin ku bi qasî têrî wan bike gaza LNG depo dike, çê dike.
Li bajarê bendergehê Klaîpede a li Behra Baltikê, termînala ku hatiye avakirin kapasîteya wê 170 hezar metrekup gaza xwezayî (LNG) digire. Tesîsa mezin 145 mîlyon Euro lê çû.
Lîtvanyaya ku berê bi giştî girêdayî gaza xwezayî ya Rûsyayê bû, bi vê termînalê hedef dike ku hewcedariya xwe ya gazê ji holê ra bike û her wiha tê payîn ku ji sedî 90 hewcedariya gaza Letonya û Estonyayê jî çareser bike. Herikîna LNG’ê ya ji bo tesîsê jî wê şîrketa Statoîl ya Norwecê bike.
Serokdewletê Lîtvanayê Dalîa Grybauskaîte der barê mijarê de axivî û got ev proje ji bo welatî bi wate ye û got ku ev termînal tenê ne enerjiyê di alî siyasî de jî tê wateya serxwebûnê.
Di sala 1991’ê de piştî ku Yekîtiya Sovyetan bi giştî hilweşiya şûnde, welatên Baltik bi welatên Ewropayê re nêz bûn û ji wê demê şûnde di têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê de alozî jiyan. Piştî krîza Ukraynayê şûnde, diyar dikirin ku ji hewldanên etnîkî yên herêmî a Rûsyayê nerehet dibin.