Di dîroka Kurdistanê de dema wêje tê gotin yekem tişta tê hişê mirovan wêjeya Kurd a bi berxwedana PKK’ê re derbasî wêjeyê bûye. Ji bo pêşketina wêjeya Kurd wêjeya çiyê mîsyonek pêşengiyê girt ser xwe û di destpêka salên 2000’î de sazîbûna wêjeyê pêk anî. Îro jî bi bîranînên gerîlayan sînor nemaye. Akamdemiya Ş. Şîlan Bakî ku xebatên roman, çîrok, helbest, rojnivîs û xebatên akademîk dimeşîne, tenê bi çiyayan sînor namîne û li ser malpera bi navê ‘WêjeKurmanc’ xebatên ku berxwedana mîlîtanên PKK’ê vedibêje, digihîne civakê.
Endamê Akademiya Wêjeya Ş. Şîlan Bakî Numan Amed da zanîn ku malpera WêjeKurmanc her herfte tê rojevîkirin û têkildarî rojev û rojevîbûna wêjeyê de nivîsan lê bar dikin. Amed got: “Her ku xebat pêş bikevin, di wî alî de beş tên avakirin û tişt lê tên zêdekirin. Di vî alî de xebatê ku piştgiriyê didin pêşketina xebatên me di malperê de cih digirin û em malpera xwe bi sînor nahêlin.”
Amed diyar kir ku PKK ji roja ku hatiye damezrandin heta niha girîngiyek mezin daye wêjeyê û da zanîn ku di çarçoveya paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2000’î de pêş xistiye de bûye sazî. Numan Amed da xuyakirin ku xebatên wan bi yên tevgerî sînor namîne û wêjeya gelên din jî lêkolîn dikin û wiha pê de çû: “Wêje di nava tevgerê de saziyek kevn e. Piraniya kadroyên damezrîner yên PKK’ê, pirtûk û helbestên wan hene. Ji ber vê jî PKK ji roja ku hatiye avakirin neta niha bi wêjeyê re eleqeder dibe. Lê heta guherîna paradîgmayê, bi giştî di cihê xwe de nivîsiye û di terzekî ku nota xwe li dîrokê bihêle, pêş ketiye. Ev sazî bi guherîna paradîgmayî re di salên 2000’î de wek dibistan hat rêxistinkirin. Ne tenê li aliyekî, li hemû parçeyan heval hatin rêxistinkirin û dibistanek hat avakirin. Xebatên me qezenca wêjeya tevgerê lêkolîn dike û hem jî wêjeya gelan lêkolîn dike.”
Amed di berdewamiya axaftina xwe de got ku xebatên wan bi çiyayan sînor nemaye û ji bo xwe bigihînin civakê hewcedarî bi malpereke ‘WêjeKurmanc’ dîtine û wiha berdewam kir: “Dema dibistan hat avakirin, nivîs hatin nivîsin, bûn pirtûk û li çiyayan hatin çapkirin. Ji ber şert û mercan, li çiyayan dima û me nekarî bigihînin hezkiriyên wêjeyê. Gerîla armanc dikir ku van nirxan bi gel re bînin cem hev. Ji bo ku van gel re parve bikin me fêde ji vê malperê girt. Malpera ‘WêjeKurmanc’ bi vê paradîgmayê derket holê. Em vî navî tenê di alî Kurdî de nagirin dest. Wateya wê ya sosyolojîk jî heye. Di nava Kurmanc de her alî dikare hebe. Li gorî me Tirkmen jî, Ereb jî û gundiyekî Latîn jî dikare bi rengê xwe cih bigire. “
Endamê Akademiyê Numan Amed destnîşan kir ku hemû niha hemû xebatên wan di malpera WêjeKurmanc de cih digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em çawa nêzî wêjeyê dibin, em wisa nêzî malperê jî dibin. Dema me destpê kir, me got bila beşek ji bo bîranîna gerîlayan hebe. Her ku xebatên cuda pêş ketin, di wî alî de beş jî hatin avakirin. Mînak wêjevanekî Latîn Amerîkayî ji me re nivîsekê bişîne em wê jî diweşînin. Di vî alî de em sînor danaynin. Beşa nivîsên wêjeyî û rexneyî hene. Di beşa pirtûkê de helbest, çîrok, roman û bîranîn hene. Em tenê bi wêjeya Kurdî dernakevin rê. Di malperê de sînorê zimanekî tine. Em li ser wêjeya Fransî, Ereb, Fars û Tirkî xebatan dimeşînin.”
Numan Amed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya netewe-dewletan a li ser wêjeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Netewe-Dewletan têkildarî wêjeyê de yek zimanek afirandine. Dema mirov li arşîvan dinêrin, ji wan bi nirxtir bi dehan pirtûk û nivîs hene. Lê bi yek zimanî ev berhem hatine astengkirin. Ger zimanek ê din tine bike, yek ziman wisa tê avakirin. Heta ji destê me bê em ê hemû ziman û zaravayan nîşan bidin. Em ê feraseta yek zimanî hilweşînin û wêjeyê bikin.”