Tirkiye di warê azadiya înternetê de di rêza 49. deye

Tirkiye di warê azadiya înternetê de di rêza 49. deye

Rêxistina Civaka Sifîl ya Emerîkayê Freedom Houseyê di derbarê azadiya înternetê de raporek weşand, di raporê de di nava 91 welatan de welatê Îzlanda welatê herî azad derket pêş, Îranê di rêza dawî de cih girt.Tirkiyê di rêza 49’emîn de di nava welatên beşek azad cih girt.

Di rapora Freedom Houseyê ya ku  900 ruperan pêktê de balê di kişîne li ser astengiyên li pêşiya bikaranîna înternetê û bêmafiya li himberî bi karhênerên înternetê tên kirin.

Li gorî raporê welatên herî azad di warê bi karanîna înternetê de Îzlanda, Estonya, Almanya, DYE û Avûstralya ne, îran di rêza dawiyê de cih digre û welatên peytên Kuba, Çîn û Sûriye ye. Di raporê de di nava 91 welatan de 17 welat ketim kategoriya welatên azad, 60 welat jî beşek azad, 14 welat jî ne azad hatine rêz kirin.

Tirkiyê di rêza 49’emîn de di nava welatên “beşek azad” de cih girt. Di sala 2012’an de Tirkiye di nava rêza 46’an de bû, bi vê re 3 pileyan paş ketiye.

Di raporê de wiha tê got: “Tirkiye, Bangladeş û Azerbaycanê di sala burî de bikarhenerên  înternetê ji ber aktîvîstên înternetê û payanên hatîne weşandin bi şêwazekî vekîrî zêde bûne.”

Di raporê de balê di kêşîne  li ser hewildanên hikûmetan yên di derbarê Fecebook’ê yên di derbare (like) ecibandinê de û wek kriminalize kirinê tê bi nav kirin.