Şampiyonên bîlardo yên cîhanê li Amedê ne

Şampiyonên bîlardo yên cîhanê li Amedê ne

“Rojên Bîlardo yên Amedê (TBF) ŞampiyonaTirkiyeyê” ku îsal cara sêyeme ji aliyê Nûnertiya Amedê ya Federasyona Bîlardo ya Tirkiyeyê ve tê amadekirin ku şampiyonên bîlardoyê yên cîhanê jî tevlîbûn, hatin Amedê.

Rojên Bîlardo ku îsal cara sêyeme ji aliyê Nûnertiya Amedê ya TBF’ê ji bo tevlî Şampiyona Tirkiyeyê bibin û ji ber ku di klasmana Tirkiyeyê de di rêza destpêkê ya 14’mîn de cihê xwe digire, di nav de şampiyonên Cîhan û Ewropayê jî heyî Murat Nacî Çoklû, Tayfûn Taşdemîr, Lutfî Berk Çenet, Savaş Bûlût, Adnan Yuksel, Yilmaz Ozcan, Ahmet Alp, Mulazim Guner, Mehmet Goren, Mehmet Can Çapak, Bîrok Uymaz, Selîm Ozden û gurûra bajarê me her wiha ji Bîlardoya Artîstîk Hacî Arap Yaman, sporvanê netewî yê Yewnanîstanê Filipos Kasidokostas jî heyî hatin vexwedin, hatin Amedê. Hate ragihandin ku, di dawiya tûrnûvayê de ji bilî 14 lîstikvanên fiks, Mûrat Macit û Omer Halefoglû yên li Amedê di rêza yekem û duwem jî dê tevlî bibin.