Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê konferansa xwe ya 7’emîn li dar xist

Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê konferansa xwe ya 7'emîn bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê em berxwedana çandî mezin bikin" pêk anî.

Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê di navbera 8-10'ê Nîsanê de, konferansa xwe ya 7’emîn li dar xist. Bi beşdariya 100 delegeyên ji çar aliyên Ewropa û Skandînavyayê û hunermendên mêvan konferans hate lidarxistin

Konferansê ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û di serî de ji bo Hozan Mizgîn, Sefkan, Serhat, Halîl Dag, Delîla, Mazdek Ararat ên ji qada çand û hunerê de şehîd bûne bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dîwan hate hilbijartin rojeva konfransê hate diyarkirin. Piştî nirxandina geşedanên siyasî yên li Kurdistan û cîhanê, raporên çalakiyan ên qadan hatin xwendin û gotûbêjan dest pê kir.

Bi taybetî di van du salên dawî de hemû çalakiyên çandî û hunerî, mîhrîcan, şev, konser, kurs ji hev cuda hatin nirxandin. Hem li ser kêmasiyên derketine holê hem jî li ser rêbazên çareseriyê nîqaşên berfireh hatin kirin. Di her şaxekî hunerê de kar û berhemên derketine, hatin nîqaşkirin, awayê gihandina van berheman ji bo civakê, her weha nêzîkatî û eleqeya gel jî van berheman re jî hatin nirxandin.

Di derbarê konferansê û encamên wê de, ev daxuyanî hate dayîn:

“Em li dijî qirkirin û dagirkeriyê berxwedana çandî mezin bikin

Konferansa me ku, me weke Tevgera Çand û Hunera Kurd a Demokratîk a Ewropayê pêk anîbû, bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Bi beşdarbûna 100 delegeyên ji çar aliyên Ewropa û Skandînavyayê û hunermendên mêvan konferansa me ya ku di navbera 8-10’ê Nîsanê de bi dirûşma “Em berxwedana çandî ya li dijî komkujî û dagirkeriyê mezin bikin” pêk hat. Konferansa me ya ku tê de asteke girîng a nîqaş, rexne û xwerexnekirinê derkete holê, di demeke ku berxwedana li dijî şerê topyekûn ên hêzên dagirker ên faşîst û hevkarên wan ên ji bo tinekirin û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşînin, bilind bûye de pêk hat. Konferansa me, temamkirin û xurtkirina pêngava me ya berxwedanê di qada çandê de kir armanc xwe.

Ji bo em karibin xebatên xwe yên çandî, hunerî û edebî yên li Ewropayê rast analîz bikin, pirsên ku konferansa me kir û li bersiva wan geriya ev bûn:

-Hunerî an jî bê huneriya civaka me di çi astê de ye? Ji bo pejirandina çanda netewa serdest, dûrxistina ji hunerê xwe, dûrxistina huneran e. Di hunerê de mêtingerî çi ye? Derketina li dijî vê çawa bû? Divê berbiçûyineke çawa ber bi hunera şoreşger ve hebe? Ma hunermend dikare bibe kesekî xwe di nava dildariyên şexsî de diqedîne? Hunereke ku gazî azadiyê neke, çawa dikare bibe hunerek şoreşê?

Di encama lêpirsîna ku me li ser van pirsan pêk anî de, hin mijarên ku derketine pêş ev in.

Berpirsiyariya bingehîn ew e ku moral û rih bi civakê ve bîne. Di navenda modernîteya kapîtalîst de em di bin bandora îdeolojiyên cuda û şêwazên jiyanê yên cuda de ne. Di dîrokê de ji hemû demên din zêdetir êrîş li dijî komcivatan heye. Li dijî rastiya kapîtalîzmê ya ku avahiya nirxên exlaqî û komunal ên civakê perçe dike û li beramberî wê ezezîtiyê har dike, bi şîyara ‘civakbuyîn sedema heyîna hunerê ye, ezezîtî jî kuştina huner û hunermend e’ hemû cûreyên ezezîtiyê mehkûm dike. Qada ku wê korbûna hestyarî ya ku pergala kapîtalîst di nava gel û civakê de afirandiye, hêdî bike an jî rawestîne, xebatên çand û hunerê ne. Li ser vê bingehê erka me ya herî bingehîn e ku em ruh û moral bidin kes û civakê.

Huner jî wekî exlaq rola xercê dileyîze; civakê li hev dicivîne, hevgirtina wê çêdike, bi felsefe û bîrdoziya xwe di civakê de rihê yêkitiyê pêş dixe. Fikir û pîvanan bi dest dixe. Ji ber ku hest û fikrên hunermend di heman demê de rûdana hest û fikrên civakê ye. Divê jiyana hunermend ne li gorî wî, li gorî pîvanên civaka wî û gelê wî bê.

HUNER AZADIYA JINÊ JI XWE RE NEKE ESAS BI PÊŞ NAKEVE

Xeta me ya çand û hunerê, li ser bingeha nirxên demokratîk û komînal e, li dijî her cure faşîzm, desthilatdarî û neteweperestiyê ye. Di hemû xebat û çalakiyên xwe yên hunerî de avakirina civaka demokratîk esas digire û xeta azadiya jinê geş dike. Xebatên çandî û hunerî yên ku li ser esasê pêşengiya jinê û azadiya jinê nayên kirin, wê her tim kêm bin. Ji bo vê jî divê em di hemû qadên xwe de em xebatê bi perspektîfa jinê birêve bibin.

DIVÊ EM XWE BIN, NE TEQLÎDKAR BIN

Dema ku em kûr lê dinêrin, yekser dibînin ku felsefeya me ya jiyanê di bin bandora îdeolojiyên din û şêwazên jiyanê yên girêdayî wê de ye. Bi giranî ev bandorên derve ne ku ewqasî me sar, dûbare, bê heyecan û tewandî dikin û bi vî awayî weke kedkarên çand û hunerê me ji erk û berpirsiyariyên me dûr dixe. 

Gelekî teqlîdkarî heye, girtina bandora ji derve heye. Ji aliyekî jî di hundirê xwe de ferasetek, rûhiyetek xwe ecibandî heye. Ji aliyekî ve ewqasî xwe ecibandin, lê li aliyê din mayîna di bin bandor derve de, ecibandina wan, daxwaza bûyina weke wan, xwe înkar kirin, ji xwe revîn heye. 

Wê gavê ne em bibin yê ferdparêz û xweperestên ewqas xwe diecibînin ne jî em ewqas xwe biçûk bibînin û kesên din teqlîd bikin. Em bibin xwe. Bi hêza xwe kar bikin, bi hêza xwe ya cewherî bawer bibin. Ên ku 24 saetan lêhûrbûna wan hebin zehmetî nakşînin. Bi wateyekê din, ji bo em ji şerên herî dijwar bi serketî derkevin divê em hilberîna huner-hunerê mayînde bikin.

'DIVÊ BERHEMÊN KEDA KOLEKTÎF NEYÊN FERDÎKIRIN'

Yek ji mijarên rojeva konferansa me bû. Niha hinek derketine hewl didin nirxên me yên di paşerojê de di encama jiyan û xebata komînal de derketine holê perçe perçe bikin, li ser hinekan hesab bikin û bixin malê şexsî. Bi gotina "hemûyî filan kes û bêvan kes kir" dixwaze bê gotin ku tevger tune, serokatî tune, şehîd tune ne. Li ser navê Tevgerê Azadiye çi yê komînal hebe tê xwestin bibe malê kesan, li kesan bê par ve kirin û li ser wan nirxan jî nav û deng bê dayin. Divê ji vê dûr bê sekinîn

'DIVÊ MUZÎK Û GOVENDA KURDÎ BÊ PARASTIN'

Rewşek heye ku karê xwe, bêtir xwenîşandaniyê dibîne. Lê belê di civaka temaşekirinê de afirînerî tune, teqlîd heye. Ev rewş ferd û civakê deforme dike. Pirsgirêka bi egoya starbûnê di nava civaka temaşekirinê de di qada me de didome. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, li hemberî hewldanên ku, di bin navê nûkirinê de, muzika Kurdî ya otantîk û nirxên çand û hunera Kurdî kirine riyeke menfietên madî û li hemberî hemû rengên teqlîdê têdikoşe. Meylên bi vî rengî ji nirxên me yên komunal ên demokratîk qut dibin û meylên otorîter ên mîna têgihîştina jiyan û hunera modernîteya kapîtalîst pêş dixin. 

Ji ber vê yekê, qada muzîkê hema bêje vediguhere qada sermayeyê. Ev rewş xizmeta endustriyalîzma ku yek ji stûnên sereke yên modernîteya kapîtalîst e dike. Ev nêzîkatiya aborî di dawetan de jî derdikeve pêş, ku yek ji çalakiyên civakî yên kevneşopî yên civakê ye. Ji ber vê yekê muzîk û govenda Kurdî hem feqîr dibe, hem jî bêrûmet dibe. Her hevalê me yê hunermend divê di her çalakiya xwe de herî zêde girîngiyê bide parastina muzîk, ritm û dîlana xwe. 

Divê em van mijaran bi xurtî ragihînin û nîqaş bikin da ku konferansa me rola konferansa sererastkirin û ji nû ve avakirinê bilîze. Divê em tu carî ji bîr nekin ku ji bo afirandinek bibandor ji bo afirandina ekol û meylên nû di hunerê de li Kurdistanê, ya pêwîst ew e ku serxwebûna hest û ramanê bi dest bixe û divê em zanibin ku di dîrokê de bi vî rengî hatiye afirandin. Dema ku ev prensîb li ser were kirin, dê bixweber derkeve holê ku hemî pirsgirêkên din ji sedemên pir hêsan pêk tên.

Piştî ku ev ronîkirin pêk hat, dê were dîtin ku em ê di mijarên din de ji bo ji nû ve hilberîna hunerê hewcedar in, şêwazekî ji xwe re bibînin. Bi vê pêvajoya zelalkirinê re, em ê li ser gelek mijarên din nîqaşên dewlemend û prensîbên nû ji bo afirandina hunermend û nasnameya hunerî ya nû, di nav de felsefeya huner, estetîk û huner, huner û teknîk, huner û exlaq, huner û rêxistin, û bi van hemûyan em ê ji xwe re berhemên hunerî yên hêja biafirînin. Em ê bigihêjin ya em dixwazin. Wê demê çareserkirina pirsgirêkan ne zehmet e. Hêza şerkirinê ne hindik e. Helbet têkoşîn ne karekî hêsan e; Rêxistinekê dixwaze, hişmendîyê dixwaze, hewldanê dixwaze, rêbertîyê dixwaze, rîskê dixwaze, ji ber xwe ve û bi serê xwe nabe. Em diyar dikin ku bawerî û hêviya me heye ku em ê vê pêk bînin û bi vê baweriyê nêzîk bibin. Û em dîsa jî dibêjin ji bilî serkeftinê tu çareyeke me ya din tune ye.

Li ser vê bingehê konferansa me li hemû xebatkarên çand û gelê xwe pîroz be.

HIN PRENSÎB Û BIRYARÊN KONFERANSÊ

Hin prensîb û biryarên ku em ê di xebatên xwe yên paşerojê de esas bigirin ev in:

*Azadiya Rêber Apo weke armancek herî bingehîn a têkoşîna azadî û rûmeta gelê Kurd û hemu gelên azadîxwaz dipejirîne û ji bona vê jî têkoşîneke çalak dide. Vê weke şertê jêneger ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dibîne

*Xebatên çand û hunerê, li dijî qirkirin û asîmilasyona li ser çanda Kurd dibe, xwe bi rêxistin dike, bi xebatên xwe asta têkoşergerî û berpirsiyartiya civakê esas digire.

*Xeta me ya hunerî-çand, çanda me ya Kurdî û nirxên me yên otantîk diparêze. Ji bo ev nirxên me yên çandî û dîrokî di nav hemû dîsîplînên hunerî de bên destgirtin têdikoşe. Bi taybetî wek baweriyên Elewî, Yaresan, Ezîdî ji xwe re dike mijar û li ser kar dike. Dîsa, di nav kar û xebatên xwe de, hemû zaravayên Kurdî bi kar tîne. 

*Li dijî her cûre ferasetên nijadperest, lîberal, elîtîst, dewletgir û desthilatdar tekoşîna avakirina pergala me ya alternatîf; konfederalîzma demokratîk dide û xeta çand û hunerê ya komunal û demokratîk esas digire.

*Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, li dijî pergala desthilatdariya mêr û ferasetên zayendparêz, sermayedar ku li pêşiya azadbûna jinê dibin asteng, têkoşînê esas digire.

*Ji bo xeta çand û hunerê li dijî ferasetên modernîteya kapîtalîst ên weke nêzîkbûnên ezezî ên hilberîna kolektîf asteng dike, her cûre populîzm, lîberalîzim û dîsa li dijî nêzîkbûnên ku mirovan weke heyberekê pêşkêşî bazarê dike, di xeta çand û hunera azad de têkoşîna komunal û demokratîk pêş dixe.

*Xeta me ya çand û hunerê xweperestiyê weke astenga sereke ya li pêş pêşketin û afirandina hunerê qebûl dike.

*Tevgera me ya çand û hunerê komên bawerî, pêkhateyên etnîkî û hemû nasnameyên çandî yên li ser bingeha civaka xwezayî teşwîq dike ku xwe bi tevahî îfade bikin û ji bo pêşketina wan derfetan peyda dike.

*Xeta me ya çand û hunerê li ser esasê nirxên komunal û demokratîk, li dijî her cûre faşîzmê feraseta netewbûnên desthilatdar, nijadperest û dewletperest, bi rêya civaka demokratîk a rêxistinkirî avakirina netewa demokratîk esas digire û hemû çalakî û xebatên hunerî di xeta azadiya jinê de pêş dixe.

*Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, li dijî pergala desthilatdar a ku li ser ciwanan her cure êrîşên xerakirinên ruhî, pûçkirin, biyanîkirina ji nirxên wî yên civakî û dîrokî têdikoşe. 

*Ji bo parastina nirxên bingehîn û dewlemendiya muzîka Kurdî perwerde û kampên akademîk organîze dike.

 *Ji bo ji nû ve avakirina Şanoya Kurdî li Ewropayê atolyeyan li dar dixe.
 
*Hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina zêdetir temaşevanan ji bo lîstikên komên şanoya Kurdî yên li Kurdistan û Ewropayê didomîne.

*Armanca wê ew e ku li ser vê bingehê ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî kolektîfên sînemayê bi awayekî berfireh ava bike, ku bandora sînemayê li ser jiyan û teşekirina çanda civakê gav bi gav zêde dibe.

*Ji bo mezinkirin û berfirehkirina Festîvalên Fîlmên Kurdî û rojên fîlmên ku em li Ewrûpayê li dar dixin, ji aliyê kalîte û hejmarî ve ber bi planên orîjînal ve diçe.

*Ji bo beşdarbûna govendê û rîtmên wê yên di festîval û çalakiyên navneteweyî de xebatên xweser tên meşandin.
*Bi xurtkirina têkiliyên xwe yên bi hunermendên enternasyonalîst, şoreşger û demokrat re xebatên hevpar ên çand û hunerê pêş dikevin.

*Yekîneyên ji bo parastina arşîvan li hemû qadên xebatê û şaxan tên avakirin. Arşîvan veguherîne materyalên nivîskî û dîtbar.

*Biryarên ji bo pêşxistina xebatên Kevana Zêrîn hatine girtin, tên bicihanîn.”