TEV-ÇAND'ê li bajarê Lînzê komîsyonên çandê ava kir

TEV-ÇAND'ê li bajarê Lînzê civînek lidar xist û komîsyonên çandê ava kir.

TEV-ÇAND'ê li bajarê Lînzê civînek lidar xist û komîsyonên çandê ava kir.

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê li Ewropa (TEV-ÇAND) li Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Awûstûrya Lînzê civînek lidar xist.

Di civînê de komîsyonên govend, şano, spor, muzîk, çapemenî û kursa Kurdî hatin avakirin. 

Di civîna ku bi giranî ciwanên Rojavayî lê amade bûn de, berdevkên 16 komîsyonan hatin hilbijartin û ji bo tevlî Kongreya TEV-ÇAND'ê ya li Elmanyayê bibe, 5 berdevkên komîsyonan hatin diyarkirin

Her wiha Koma Govenda Azadî jî ji bo tevlî Mîhrîcana Govendê bibe, dest bi amadekariyên xwe kir.