TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Hozan Mizgîn bi bîr anîn

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Hozan Mizgîn bi bîr anîn û gotin, "Em soz didin ku di şexsê Hozan Mizgîn de ala mîrateya şehîdên leheng heta dawiyê bi ser bixînin."

Tevgera Çandê (TEV-ÇAND) û Kevana Zêrîn ji ber salvegera şehadeta Hozan Mizgîn daxuyanî dan.

Di daxuyaniya Navenda Kevana Zêrîn de ev tişt hate gotin:

“Şehîd Hozan Mîzgîn bi bawerî û bi hişmendiya zelal jiya, bi ruhê fedaî hevrêtiya xwe parve kir, bi cewhera xwe ya şoreşgerî re, stranên rastiya Rêbertî ango PKK’ê û gerîla dinîvisand û di dilê hemû Kurdan de bi dengê xwe ev rastî neqişand. Hunera xwe bi gerîlatiyê hunand û di nav Tevgera Azadî de wekî jineke ji xwe bawer û xwedî vîna azad, yekem car berpirsiyartiya fermandariya eyalete girt li ser mile xwe. Rêbertî hevrê Mîzgîn bi erkekê girîng ji welat ango çiya şand Ewropa. Li her derê û di bin hemû şert û mercan de, bi tempoyek bilind, bi baweriya xurt û bi sekneke Apoyî karê şoreşê bi serkeftin meşandin. Lewma dijmin jî li her derê Fermandar Mîzgîn digeriya, çelengtî, jîr bûn û bandora stranên şoreşgerî ya hevrê Mîzgîn bihistîbûn. Hozan Mîzgîn herî dawî di 11’ê Gulana 1992’an de ji bo erkekî ji eyaleta Garzanê dema derbasê Tetwanê dibe, ji ber ku dijmin agahî girtiye, yek bi yek malan digere. Di dawî de mala ku hevrê Mîzgîn lê ye dibînin û dorpeç dikin. Li dijî êrîşa dewleta Tirk a faşîst û dagirker de bi ruhê fedaî weke Kemalan, Mazluman û Egîdan li ber xwe dide û tev li kerwana şehîdên Kurdistanê dibe. Di dilê gel de bi sekna xwe ya mîlîtanî, bi stranên xwe ya Gundîno Hawar û çemê Hezîlê bizavê Kurdistana azad çêkir.”

Di berdewamiyê de hate da xuyakirin ku, hevrêya hêja Hozan Mîzgîn li ser xeta hunera şoreşgerî ya ku Elî Dogan Yildirim û Delîl Doganan meşiya û pîvanên bingehîn a kesayeta hunermend ava kir û ev tişt hate gotin, “Ji ber vê yekê di Têkoşîna Azadî de Fermandara mezin Şehîd Mîzgîn ji bo hemû nefer pîvanê hunermendbûn, mîlîtantî û welatparêzî ye. Bi kesayeta xwe ya dilnizm, fedakâr, têkoşer û kedkar hemû zarok, ciwan û gel re bû mînak, di dîrok û mêjiya gel de wekî bîranînek cihê xwe girt. Bi wesîleya 31’emîn salvegera şahadeta hevrêya hêja, em Şehîd Mîzgîn bi rêzdarî bibîrtinin. Weke Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn em soza mezin kirina mîrateya Hozan Mîzgîn didin.

Şehîd Migîn, bi rêya fermandarê mezin hevrê Egîd tevger û têkoşîna azadî nas dike, ji Rêbertî û şehîdan bandor dibe û di destpêka sala 1980’an de ji Elîhê tevlî nava refên têkoşînê dibe. Di nava cîvaka Kurd de di wan salan de weke jinek xebatên pêşengiyê dike. Di nav gel de jî kar û xebat dimeşîne, gel radike ser piya û bi çend hevrêyên xwe re beşdarî tevgerê dibe û berê xwe dide çiyayên azad. Di dema zaroktiya xwe de bi taybetmendiya xwe ya xurt û cewherî bala derdorê dîkşîne ser xwe. Her tim dibêje ‘Pêwîstê mirov durust nêzî jiyanê bibe. Ez ji axaftina durust hez dikim, ez ji kirdê ya durust û rast hez dikim.’ Roj bi roj vê lêgerîna xwe kûr û berfireh dike û bersiva xwe bi fikr û ramanê Rêbertî di azadiya jin û cîvakê de dibîne û biryara jiyana şoreşgerî dide. Weke mîlîtaneke pêşeng tevlî refên gerîla dibe.” 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dengê Hozan Mîzgîn de qêrîna jinên bindest, welatê wendabûyî, di mirinê de ji nû vê zindî kirina kesayeta Kurd veşartî ye û ev tişte hate gotin, “Li beranberî vê êş û azar de, di dengê şehîd Mîzgîn de bawerîya serkeftinê, hêza têkoşînê, evîna welat, biryardariya serxwebûnê li bar bû. Hunera xwe bi erka şoreşê re dike yek, di şert û mercên herî zehmet de erka giran radike. Her tim bi moral û manewîyat tevdigere. Di sahaya Lûbnanê li cem Rêbertî dimîne. Di Akademiya Mahsum Korkmaz de perwerde dibîne. Rêber Apo hevrê Mîzgîn ji bo ku yekemîn car koma mûzîkê ya Koma Berxwedan ava bike, ew dişîne Ewropayê. Di demek kurt de Hozan Mîzgîn û Hozan Sefkan bihev re Koma Berxwedan ava dikin û Hunera Kom îlan dikin. Di kar û xebata hunera şoreşgerî de çawa rolêkî sereke dileyze, di avakirina Tevgera Jinan de jî rolêkî girîng û aktîf pêk tîne. Şehîd Mizgîn beşdarî Kongreya 3’yemîn a PKK’ê dibe û Rêbertî piştî kongreyê hevrê Mizgîn bi perspektîfa 1’emîn Kongreya Jinên Kurd a YJWK  dişîne ser xebata Ewropa. Û Hozan Mîzgîn bi xwe axaftina vekirina Kongreya 1’emîn ya YJWK dike. Hozan Mîzgîn xwe di aliye îdeolojî, rêxistinbûn, felsefe û civakê de kûr kiribû. Di kesayeta xwe de ahengiya fîkir-zikir-çalakî pêk anîbû û di sekna xwe de jî sadebûn, çanda şoreşgerî û kurdewariya resen ava kiribû. Ji ber vê yekê jî di nav şoreşê de li gor demê erk girt, dijmin re bersiva herî xurt da û ji me re rêya azadiyê dest nîşan kir. Di sala 1983 de hozan Mîzgîn û Hozan Sefkan amadekariya 1’emîn pîrozbahiya Newroza Elmanyayê dikin. Dema Şehîd Mîzgîn li ser dikê bi cil û bergê gelêrî stranên şoreşgerî dibêje û di dilê gel de xeyala welata azad xurttir dike, êşa hesreta welat jî kemtir dibe.”

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn diyar kirin ku huner afirandina jiyaneke nû, seknekî birûmet û jiyanekî komunal-demokratîk e û wiha domand, “Huner afirandina hêviyeke nû, hezkirina jiyanê û ji heqîqetê par standin e. Şehîd Hozan Mîzgîn jî lutkeya heqîqeta huner de jiya û jiyaneke nû afirand. Bi nêzîkatiya xwe ya hunera şoreşgerî, di pratika rêbaza rêveberî, fermandarî û hevrêtî de nirx û mîrateya mezin ava kir û bû mînak. Kelî bi kelî şoreşê re jiya û li ber xwe da. Di asta Fermandariya Eyaleta Mêrdînê de wekî yekemîn gerîlayekê jin erka berpirsiyartî girt ser xwe. Piştî Kongreya 4’emîn a PKK êdî berê xwe dide Eyaleta Garzanê. Dema ji Herekolê ber bi Garzanê derdikevin rê, di nav germahiya meşa azadî de stranêkî nû dinivise. “Bîrlîk rêket lê lê, ji Botanê, çek bi destan çû Garzanê lê lê” dinivîse û yekiniya gerîla bi vî stranê bi kîlometreyan  dimeşîne. Hozan Mîzgîn bi dehan stranên nû bi vî sekin û ruhê şoreşê afirandiye. Di kesayeta xwe de kesayeta Apoyî ava kir. Hemû marîfet, hêz û danehev di xwe de xist xizmeta şoreşê û azadiya welat. 

Di navenda kapîtalîzm de bi derfeta herî kêm bi damezrandina Tevgera jin, çand û huner de wekî damezirîner kedekî dîrokî û cîvakî da û destanek ava kir. Ewropa cihê ku herî zêde manewiyata mirovahî hatiye hedef girtin e. Cihêkî herî zede civakbûn hatiye parçê kirine e. Lê bi derketina Rêber Apo re jiyan û rewşa diasporaya Kurd hate guhertin. Di vê guhertin û zindîbûnê de ked û hewildana şehîd Mîzgîn pir diyarker e. Di xebata hevrê Mîzgîn de, beranberî polîtîkayên bişaftin, înkar û îmha de bersiva herî mezin bû. Hozan Mîzgîn bi hunera xwe, bi fermandariya xwe, bi pêşengtiya xwe berxwedaniya çanda kurdewarî kir.

Pêwîste hemû karkerên hunera şoreşgerî, rewşenbîr, nîviskar û hunermend, li gor heqîqata Şehîd Mîzgîn tevbigerin û li ser mîrateya Hozan Mîzgîn, Hozan Sefkan, Hozan Serhad, Delîla, Sarya Baran, Xelîl Dag, Zerdeşt Mûnzûr û Berçem bimeşin û şopdarê wan bin. Pêwîste, wekî Hozan Mîzgîn, her karker û dostên hunerê herî zedê di vê demê de sekna welatparêzî û hunermendiya giştî raber bike. Dîsa beranberî pergala baviksalarî, zayendperestî, faşîzm û diktatorî bisekinin. Em ê bi hev re tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo rakin û pergalê êşkenceya Îmralîyê a 25 sala bişkînin. Wekî Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn bi wesîleya 31’emîn salvegera şehadeta hevrê Fermandar Hozan Mîzgîn hemû şehîdên Kurdistanê bi minnet û rêzdarî bi bîr tinin, soza girêdanbûna bîranîna wan dubare dikin û dibêjin em ê mîrateya hunera wê bişopînin û mezintir bikin.”