TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ahmet Kaya û Sarya bi bîr anîn

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn gotin, "Em Ahmet Kaya û Nursen Înce (Sarya) bi hesret bibîr tînin û diyar dikin ku ew her tim weke ronahiya tevgera çand û hunerê di nava me de bûn û rêbertiya me kirin."

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Nursen Înce (Sarya) û Ahmet Kaya bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anîn.

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn gotin, “Şoreşa Kurdistanê li her eniyê lehengên sembolîk afirandin. Çawa ku Mazlum Dogan sembola berxwedana zindanan û Binevş Agal (Bêrîvan) sembola serîhildanê ne, yek ji navên sembolîk ên xebatên çand û hunera Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê Nursen Înce ye ku di têkoşînê de bi navê Saryayê tê naskirin.

Em hevala xwe Saryaya ku di 16’ê Mijdara 1997’an de şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr tînin. Wê di nava xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de cih digirt. NÇM'ê ji sala 1991'an û vir ve tevî zilm û zordariya dagirkeran ji bo nasname û çanda Kurdan xebitî. Bi xebatên xwe yên di warê muzîk, dîlanên gelêrî, sînema, şano û wênesaziyê de moral da gelê me û hêz da Şoreşa Kurdistanê.

Ev bi bedelên giran pêk hat. Hunermendên endamên NÇM'ê heta niha bi hezaran caran hatine binçavkirin û derxistin pêşberî dadgehê. Şaxên NÇM'ê gelek caran hatine serdegirtin û girtin. Hunermend ji bo azadiya çand û nasnameya Kurd li ber xwe dan û li hemberî van zextan serê xwe netewandin. Dema ku hunermendên NÇM'ê li ber xwe didan û çand û nasnameya Kurdî zindî hiştin, şehîdên me yên ku ku hêz û moral didan me çêbûn.

Em di 26. salvegera şehadeta heval Sarya (Nursen Înce) de dibêjin: Em hunermendên xwe yên şehîd Alî Temel, Evdilmelik Şêxbekir û Hogir jî bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo me ew sedemên zindî hiştina nasname û çanda Kurdewarî û têkoşînê ne û temînata paşerojên azad in."

EM JI BÎR NAKIN Û EM DÊ TU CARÎ JI BÎR NEKIN

Di daxuyaniya TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn de ev tişt hatin gotin:

"16’ê Mijdarê di heman demê de salvegera wefata hunermend Ahmet Kaya ye. Me Ahmet Kaya ku 17 kaset derxistin di jiyana xwe ya 43 salan de, di 16’ê Mijdara 2000’an de li paytexta Fransa Parîsê winda kir. Parîs ji bo me hunermendên Kurd bûye bajarê şînê. Me Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Sakîne Cansiz, Evîn Goyî û endamê TEV-ÇAND’ê Mîr Perwer li Parîsê winda kir. Cenazeyê Dr. Qasimlo jî ku li Viyanayê hat qetilkirin anîn Parîsê û li wir spartin axê. Em careke din li ser navê Ahmet Kaya van nirxên girîng ên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ahmet Kaya hunermendekî berhemdar bû ku bi stranên xwe moral da gel û li kêleka şoreşgerên têkoşîna azadiyê sekinî. Di jiyana xwe de li hemberî  her cure tarîtiyê bû.

Em ji bîr nakin û em ê tu carî jî ji bîr nekin: Bi taybetî ji ber ku girîngî da nasnameya neteweyî ya kurd û dixwest berhemek bi kurdî çap bike, hat lînçkirin. Mecbûr ma ku  welatê xwe, malbata xwe û bajarê Stenbolê ku pir jê hez dikir biterikîne. Yên ku ew sirgûn kirin, yekser cezayê girtîgehê dan wî.

Lê belê Ahmet Kaya li sirgûnê jî xebatên xwe yên hunerîyê domandin. Li Parîsê albûmek amade kir û li welatên cuda yên Ewrûpayê konser dan. Her tim beşdarî  meşên gelê Kurdistanê bû, derket ser dikê û stranên xwe anîn gotin. Ahmet Kaya her wiha ji bo diyaloga di navbera rêxistinên kurdan de pêş bikeve jî  hewl da. Bi biryar bû ku weke endamekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kar bike. Lê belê dilê wî nema karîbû sirgûn û hesreta welêt ragire û me ew pir zû winda kir.

Lê belê divê ev yek neyê jibîrkirin: Dîrokê îspat kiriye ku Ahmet Kaya mafdar e. Mirov her tim kesên ku ew sirgûn kirine, şermezar dikin. Ahmet Kaya jî  tim bi hezkirin û hesreta xwe tê bibîranîn û ji têkoşeran re rêbertîyê dike.

Ahmet Kaya di straneke xwe de evîna xwe ya ji Rêber Apo re anî ziman û got, "Bi sond me bêriya hevalê xwe kirîye, bi ssond me bêriya Apo kiriye." Em jî weke hunermendên endamên TEV-ÇAND û KEVANA-ZÊRÎN’ê dibêjin: ‘’Birêz Ahmet Kaya, me jî pir bêriya te û Rêber Apo kiriye. Bi vê munasebetê em bi hestên xwe yên herî samîmî, bi hunera xwe li her qadê tevlî Kampanyaya Azadiyê dibin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em xebatên xwe didomînin.

Em Ahmet Kaya û Nursen Înce (Sarya) bi rêz û hesret bibîr tînin û dixwazin diyar bikin ku ew dê her tim weke ronahiya tevgera me ya çand û hunerê di nava me de bin."