TEV-ÇAND: Hozan Serhed hunermendekî dilsoz ê gelê xwe bû

TEV-Çand li ser salvegera şehîdbûna Hozan Serhet daxuyaniyek da û got:“Hozan Serhed hunermendekî bîrmend û dilsoz ê gelê xwe bû. Hunermendên ku bi rastiya gel tên zanîn, di stranande rastiya gel vedibêjin."

TEV-ÇAND Ewropa ji bo salvegera şehîdbûna Hozan Serhed daxuyaniyek da û ev got: “Di van kêliyên ku şoreşa azadiyê bi hemû kelecanê di mercên herî zor de derbas dibe, bi dayîna bedelên mezin û bi gavên mezin yên bawer azadiya gelan misoger dike. Ev doza lehengan, careke din erka me ya wijdanî tênê bîr ame..

Serhedê hunermend, şoreşger û afirînerek ku bi berdewamî nûbûnan dişopîne, wî dilê xwe bire çiyayê welatê xwe û cihê xwe di nava karwanê çand û hunerê de ku ji hêla Sefkan,Mizgîn,Sarya û hêj gelek şoreşgerên nenas ve hate avakirin ve girt, bû hilgirê ala doza wan.

Serhed hîn di temenê xwe yê piçûk de, da pey stran û awazê. Lê piştî bîrewer dibe, wî xetereyên xeternakî yên li muzîk, cand û folklora kurdî dît û di ferqa bîr û hizra wê yekê de bû. Her wext rastiya wê wî bixwe dianî ziman û dibêje ;‘çavkaniyek me ya xurt heye. Ev peywira hunermende ku nirxan biparêze, di berde têbikoşe.’

Belê di dîrokê de, gelan timî hozan dane. Ji ber ku kevneşopiya hozantî ji hêla cewherî ve ji nav civakê hatine der. Bi gelemperî ji civakê re bûn e deng, bûne nefes. Bi gotinek din, hozan vîna dan û sitandin, şîrovekirin, guhdarkirin û guhertinê ye. Hunermendên ku rasti ya gel di hest, raman û dilê xwe de hîs dikin û dijî, afirînêre, li ser rastiyan sift dibe. Di stran û di afirandina berhemê xwe de, heqîqeta gel tînine ziman.

Yên ji bo azadiyê dikevin rê, xwe bi zanist û ramanên şoreşê arestîbûyîn dikin. Ew bas dizanin çawa bikarin rê û rêbaza hunerê biafirînin. Lewma naveroka hunera wan tije wesif û hêvî ne. Bandorê li ser hest û ramana gel dike. Gel jî ji Hozanê wisa jêhatî û xwediyê rêgeze hez dikin.

Belê Hozan Serhed di zanabûna va heqîqeta de kete rê. Wî jan û zilma ku gelê Kurd kişandiye baş dizanî. Di heman wextê de wê çawa bi kîjan rê û rêbazê ji êş û azarên gel re bibe bersiv. Wê jî baş dizanî..

Ji ber ku Hozan Serhed xwe baş ji ramanê tekoşîna azadiyê areste kiribû. Hozan Serhed ji stranbêjik ji rêzê wêdetir, ew hunermendik zane û dilsozê stran û awazên gel bû. Bi xebat û karê xwe re, rêya afirandina hunera rast nîşanî nifşan kir. Wan fêrî girîngiya têkoşîna hunerê kir.

Ji xwe Hozan Serhed di stranên xwe de va rastiya baş anîne ziman. Ji naveroka stranên wî jî diyare, wesif û pesnê gêrîla, lehengîtî, şehîd û nirxên şoreş ê baş nirxandine. Serhedê hunermen, dibe ku niha ne di nav me de be, lê bi xebatên xwe û bi stran û awazên xwe zindî ye. Em bi rêzdarî û hezkirin wî bibîr tînin. Di kesayeta Şehîd Serhad de hemû hunermendên şehîd bibîr tînin. Ew bûn wijdanê civakê. Ew bêmirinin. Wê her û her li bîra me be.”