TEV-ÇAND Ewropa, Hozan Sefkan bi bîr anî

TEV-ÇAND Ewropa bi daxuyaniyek nivîskî Hozan Sefkan bi bîr anî û got: “Tenê bi motîvasyon û baweriya Şehîd Sefkan, mirov dikare bibe endamê tevgereke xwedî rol û mîsyona di têkoşîna azadiyê de.“

TEV-ÇAND Ewropa bi boneya salvegera 38’emîn a şehadeta hunermendê pêşeng Sefkan (Celal Ercan) daxuyaniyek da. TEV-ÇAND Ewropa anî ziman ku tenê bi motîvasyon û baweriya Şehîd Sefkan, mirov dikare bibe endamê tevgereke xwedî rol û mîsyona di têkoşîna azadiyê de.

Daxuyaniya TEV-ÇAND Ewropa wiha ye:

“Di 38’emîn salvegera şehadeta hunermendê pêşeng Sefkan (Celal Ercan) de em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê, rizgariya çand û hunera Kurd ku ji hêla dagirkeran ve hatibû talankirin, kiribû armanca xwe ya sereke. Ji roja destpêkê ve, têkoşîneke bê hempa di vê rêyê de meşand û heya vê rojê ew têkoşîna wî dewam dike.

Pêşengê vê tekoşîna bi nirx, hunermendê şoreşger û mîlîtanê azadiya Kurdistanê hevrê Sefkan (Celal Ercan) bû. Çand û hunera talankirî, bişaftina bê sînor û belavbûna hêza hunermendan atmosferekî neyinî afirandibû. Destpêkê ‘Koma Berxwedan‘ ya ku bû dengê Şoreşa Azadiyê, piştre jî saziya ‘Hunerkom‘ ku hemû beşên hunerê di bin baskê xwe de civand, rêxistin kir û pêş xist.

Li gel hevalên xwe yên mîna Şehîd Mizgîn û Şehîd Çiya, bingehê sazîbûna tevgera çand û hunerê danîn. Şehîd Sefkan  weke ku Rêber Apo dibêje, ‘Hunermend şervanê gel e, şervan hunermendê gel e’ bû. Ew li ser dikê şervan bû, li çiyayan jî hunermend bû. Ji bo ku em bikaribin Çand û hunera xwe  biparêzin, rol û mîsyona hunerê di têkoşîna azadiyê de bizanibin, pêwîstiya me bi rêbaza Şehîd Sefkan heye.

Tenê bi motîvasyon û baweriya Şehîd Sefkan, mirov dikare bibe endamê tevgereke xwedî rol û mîsyona di têkoşîna azadiyê de.

Careke din em rêberê eniya xwe ya çand û hunerê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin.”