Tengezariya li Ûkraynayê dijwar dibe
Tengezariya li Ûkraynayê dijwar dibe
Tengezariya li Ûkraynayê dijwar dibe
Li Ûkraynayê, piştî ku dema 5 rojan a hikûmetê ji xwepêşandêrên li qadan nas kiribû temam bû, tengezariya navbera aliyan gihaşt asta herî bilind.
Dema 5 rojan a Hikûmeta Ûkraynayê ji bo bidawîbûna çalakiyên "Euro Meydan" ên li Kîevê nas kiribû, temam bû. Di navbera polîs û xwepêşandêran de şev dem bi dem pevçûn derket. Lê belê hikûmetê hînê aşkera nekiriye ka kengî dest li xwepeşandêran werde.
Çalakgerên li avahiya Şaredariya Kîevê û avahiya Sendîkaya Ûkraynayê bicih bûne, li nêzî Parlamenta Ûkraynayê, Îdareya Serokkomariya Ûkraynayê û avahiya Serokwezaretiyê bend danîn.
Li herêmên lê tengezarî dijwar dibin, lîderên mûxalîf hewl didin rewşê kontrol bikin.
Li derdora avahiya Serokkomariya Ûkraynayê, piştî ku tîmên Teyr (Berkut) xwestin bi mertalan çalakgeran ji herêmê derxîne, tengezarî careke din zêde bû. Yek ji lîderên partiyên mûxalefetê yên alîgirên Ewropayê şampiyonê boksê yê cîhanê Vîtaliy Klîçko hat cihê bûyerê û rewş hesa kir. Di vê navberê de Klîçko yê bi rûyê parlamenter ji polîsan re axivî got, li ser çalakgeran ti çekên mîna ço, kêr, sator nîne û xwest polîs weke dijminan tevnegerin. Klîçko got, "Eger ji jorê ve ferman ji we re bê dayîn ku dest lê werdin, hingî ji bîr nekin ev mirovên xwepêşandanên aştiyane dikin, mirovên we ne."
Klîçko dûre li refên çalakgeran ên di nava bendên polîsan de geriya û li vê derê bi çalakgeran re xwarin xwar. Klîçko ji partiyiyan xwest heta dawiyê li ber xwe bidin.
Çalakî, piştî ku Ûkraynayê hevdîtinên Peymana Hevkariyê bi Yekitiya Ewropayê re rawestand, destpê kiribû. Hikûmeta Ûkrayna ji bo bidawîkirina çalakiyên her diçe dijwar dibin, ji bo 5 rojan dem nas kiribû.