Talîban avêt ser girtîgehê: 12 mirî
Talîban avêt ser girtîgehê: 12 mirî
Talîban avêt ser girtîgehê: 12 mirî
Li Pakîstanê, hêzên Talîbanê duh êvarê avêtin ser girtîgehekê û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 jê serhildêr 250 girtî serbest berda.
Li Bakurrojavayê Pakîstanê, çekdarên Talîbanê duh êvarê avêtin ser girtîgeha navendî ya Dera Îsmaîl Xan a li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa.
Rayedarê payebilind ê rêveberiyê Mûştaq Jadoon daxuyaniyek da Ary News û diyar kir ku nêzî 50-60 çekdarên Talîbanê bi bombe û çekên giran avêtine ser girtîgehê. Jadoon da xuyakirin ku di encama serdegirtina çekdarên Talîbanê yên bi kincên polîsan de, 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û çar ji van jî polîs in.
Şefê girtîgeha navendî Xalid Abbas diyar kir ku serdegirtin û pevçûn sê saetan dewam kiriye.
Hat ragihandin, di encama serdegirtinê de 30 serhildêr 250 girtî serbst hatine berdan.