Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku li gel astengiyên hinek partiyên kurd jî, ew xebatên xwe yên ziman didomînin û li bajarên ku heta niha li dibistanê fermî perwerde nehatiye dayîn jî, dê ji vê hefteyê û pê de perwerde bê dayîn.
SZK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku behsa xebatên saziyê tê kirin de, hate gotin ku li Rojavayê Kurdistanê ev nêzî salekê ye SZK di nava hewldana pêşxistina zimanê kurdî de ye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê, Şam, Heleb, Hesekê û Reqqayê dibistanên qursan hatin vekirin, her wiha li malan perwerde hatine dayîn. Di berdewama daxuyaniyê hate destnîşankirin ku tevî astengiya pergala rejîma Baasê û gelek kes û saziyên Kurd jî, gelek kes di perwerdeyê re hatine derbaskirin, hejmareke zêde ya mamosteyan hatine perwerdekirin. Her wiha amadekariyên hemû pirtûkên dersên dibistanên fermî jî hatin kirin, lê ji ber derfetên teng, hinek kêmasî derketine, lewre tenê li gorî derfetên saziyê pêdiviyên xwendekar û mamosteyan hatin pêkanîn.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî astekê derketiye holê ku rewşa qursan têrî pêdiviyan nake û wiha hate gotin: “Li ser daxwaz û israra civaka Kurd me 2 meh beriya niha biryar da ku em di nava dibistanên dewletê de dersa zimanê Kurdî jî bicîh bikin. Di nava vê pêvajoyê de tenê alîkarî û piştgiriya TEV-DEM û Desteya Bilind pêş ket. Bi pêşengiya Saziya Zimanê Kurdî li her bajarî ketina hemû dibistanên dewletê çêbû. Dersa zimanê Kurdî qasî hefteyêkê berdewam kir. Bi hemû mamosteyên karmendên dewletê re civînên taybet û berfireh hatin lidarxistin.”
‘HINEK PARTIYAN ASTENGÎ DERXISTIN’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi hemû xebatkarên zimanê Kurdî yên partiyên Kurd re jî civînên hevbeş hatin lidarxistin, lê ji aliyê hinek çavnebar û tirsonekan ve ev hewldan vala hatiye derxistin û ev tişt hatin gotin: “Gelek mamosteyên biraderên netewên wekî Asurî, Suryanî, Ermenî û Ereb pişgiriyeke pir bi rûmet kirin. Gelek mamosteyên saziya me tevî rewşa xwe ya xizanî û tengezariya şer bê navber xebatên xwe berdewam kirin. Lê mixabin gelek mamosteyên karmendên dewletê yên Kurd tevî hinek ji wan 20-30 sal in ji bo rejîma Baasê di dibistanên Erebî de ders didin, xwe nedan ber dayîna fêrbûna zimanê Kurdî. Gelek ji wan tirsiyan ku heqdestiya wan ji aliyê dewletê ve were qutkirin. Gelek ji wan di nava vê rewşa şoreşê de ji me heqdestî xwestin. Bi ketina dibistanan re gelek kes û endamên partiyên Kurd ên xayînên çand û zimanê Kurdî li gelek bajaran êrîşî zarok û mamosteyên saziya me kirin mamosteyên me birîndar kirin. Ji bo dibistan werin girtin çûn gel rejîma Baas giliyê me kirin da ku dibistan werin girtin. Herî zêde jî tevgerên weke partiyên Azadî, El Partî û Yekîtî dijberiya me kirin. Ji bo zarok neçin dibistanan di nava gel de propagandeyên xirab kirin. Li ser dîwarên dibistanan nivîsandin kirin, gefên kuştinê li zarokan xwarin. Îroj bi deh hezaran mirovên têkoşerên azadiyê di girtîgehan de ji bo parastina bi zimanê Kurdî di rojiya mirinê de ne. Em jî dibêjin gelo wê kengî ew Kurdên dijî zimanê Kurdî bi hebûna xwe ya Kurdînî bihesin da ku bi Kurdî bijîn?”
‘EM BI BIRYAR IN’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku SZK bi biryare ku li gel hemû zehmetiyan jî xebata zimanê kurdî bimeşîne û wiha hate gotin: “Em ê heta dawiyê li gel têkoşerên zimanê Kurdî û azadiyê bin. Asta îro em gihiştinê gaveke pir girîng e. Bi çalakiya xwendekar, mamoste û gelê Kurd ve hêza me dest xistiye, em amadene ku di nava dibistanên fermî de dersa zimanê Kurdî bidin. Me vesazbûna mamosteyan jî li ser vî esasî çêkiriye. Li ser vê bingehî em ê ji vê hefteyê pê ve di dibistanên seretayî de her roj demjimêrekê, di dibistanên navîn û amadeyî de sê rojan her yek demjimêrekî waneya zimanê Kurdî bidin.”