Sûriye: Berpirsyarê her tiştî hukûmeta Tirk e
Sûriye: Berpirsyarê her tiştî hukûmeta Tirk e
Sûriye: Berpirsyarê her tiştî hukûmeta Tirk e
Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyê Omran El-Zaubi, tewambariyên giran li hukûmeta Tirk girt û diyar kir, ku berpirsyarê teqînên l Reyhanliyê hukûmeta Tirk bi xwe ye. El Zoubî pirsa "Rêxistina El-Kaîde, baskekî ewlekarî û sîxuriyê ya Erdogan û partiya wî ye yan na?" kir.
Hukûmeta Tirk, ku ji teqînên li Reyhanliyê Sûriyê berpirsyar dibîbe, ji Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyê Omran El Zoubî, tewambariyên giran dît.
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANA, "Hukûmeta Tirk herêmên sînor veguheran navendên terorê. Rê vekir, ku çek, teqemenî, bombe, wesaîtên bombebarkirî, pere û terorîst derbasî Sûriyê bibin. Hînê jî vê dike. Ji ber vê yekê, hukûmeta Tirk û serokê wê, di warê siyasî û ehlaqî de, li beramberî gelên Tirkiye, Sûriye û herêmê, yekser berpirsyar in."
"TIRKIYE DESTPÊ SÛCDAR DIKE, DÛRE LI DELÎLAN DIGERE"
Wezîr Zoubî got, "Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê, Sûriyê sûcdar dike û dibêje gava wan xwe gihandin delîlan ewê van sûcdariyan ispat bikin. Destpêkê tewambar dike, dûre jî dibêje ewê li delîlan bigere, bi gotineke din; dixwaze delîlan hilberîne."
Di nûçeya SANA de Zoubî van pirsên "mezin" dikin ku bersiva wan dixwaze; "El Kaîde baskê leşkerî yê hukûmeta AKP'ê û Partiya Erdogan e? El Kaîde baskê îstixbarat û ewlekariyê yê Erdogan û partiya wî ye? Çekên kîmyewî yên komên terorê li herêma Han el-Asel a nêzî Helebê bikar anîn, ji ku derê hatin peydakirin? Ji balafirên tê de pere û terorîst hene, kî rêya vedike? Berjewendiya AKP û Erdogan a ji hilweşîna Sûriyê çiye? Piştî ewçend mirin û hilweşînê, dema çalakiyên Reyhanliyê tê çi wateyê? Yên ku ev teqemenî li Tirkiyê teqandin û yên piştvaniya wan dikin, xwedî çi armancê ne?.."
Zoubî diyar kir, ku ew dizanin kî û ji bo çi li Sûriyê çalakiyên bombeyî dikin û got, "Çima niha li Tirkiyê, çima çend roj beriya hevdîtina Erdogan û Obama ya li Emerîkayê ev bûyer rû da? Gelo dixwaze cih li Emerîka teng bike û dixwaze ji NATO'yê re bêje ew li êrişa Sûriyê rast hatiye? Ya tê xwestin ev e? Gelo dixwaze bêje, ez xwedî hêzeke têrkerim ku dest li Sûriyê werdim."
Zoubî tewambariyên giran kir û ji bo Erdogan jî got, kujer. Zoubî da xuaykirin, ku berpirsyarê hemû bûyerên li Sûriyê rû didin hukûmeta Tirkiyê ye.