Spanya endama ETA'yê serbest berda
Spanya endama ETA'yê serbest berda
Spanya endama ETA'yê serbest berda
Li ser daxwaza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), rêveberiya Madrîdê milîtana ETA'yê Înes Del Rîo a ku li gel cezayê wê di sala 2008'an de temam bû lê nehat berdan, serbest berda.
Dadgeha Milî ya Spanyayê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nirxand û di encama dengdayînê de biryar da ku milîtana ETA'yê Del Rîo serbest berde û 30 hezar Euro tazmînatê bidê.
Li dû vê biryarê, Del Rîo ya 55 salî duh serbest hat berdan.
Del Rîo ya ku di sala 1989’ê de bi sûcê ku di 23’ê çalakiyên cuda yên ETA’yê de cih girtiye hate girtin, weke bi dehan endamên ETA'yê, di sala 2008’ê de cezayê wê xilas bûbû lê nehatibû berdan.
DMME’ê di biryara xwe ya mijara gotinê de destnîşan kiribû ku Del Rîo bi neheqî tê ragirtin, ji rêveberiya Spanyayê xwestibû wê serbest berde û Spanya bi dayîna 30 hezar Euro tazmînatê mehkûm kiribû.